1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. WikiLeaks li ser ‘Derbeya Tirkiyeyê’ 100 hezar belge diweşîne
WikiLeaks li ser ‘Derbeya Tirkiyeyê’ 100 hezar belge diweşîne,wikileaks,li,ser,derbeya,tirkiyeyê,100,hezar,belge,diweşîne

WikiLeaks li ser ‘Derbeya Tirkiyeyê’ 100 hezar belge diweşîne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – WikiLeaks’ê ragîhand ku wê li ser rewşa Tirkiye û derbeya leşkerî 100 hezar belgeyan biweşîne.

WîkîLeaks, ku beriya niha jî têkildarî Tirkiyeyê hin belge weşandibû, vê carê wê 100 hezar dokûmanên li ser rewşa hêza siyasî ya li Tirkiyeyê biweşîne.

Di twîttera bi navê “WikiLeaks@wikileaks” de ev agahî hat dayîn:

“WîkîLeaks amadekariyan dike, ku li ser rewşa hêza siyasî ya li Tirkiyeyê 100 hezar dokumanan biweşîne. #TurkeyCoup”

Balkêş e ev mesaj di bin navê hastaga “#TurkeyCoup” yanî “Derbeya Tirkiyeyê” de hat weşandin. Nehat eşkerekirin, ku ev belge wê kengî werin weşandin.

(he)