1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Wê dîrok û xwezaya Amedê tune bibe
Wê dîrok û xwezaya Amedê tune bibe,wê,dîrok,û,xwezaya,amedê,tune,bibe

Wê dîrok û xwezaya Amedê tune bibe

A+ A-

09:17 04.11.2013 1 / 6 HAYRÎ DEMÎR

AMED (DÎHA) - Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê bi biryara "Qada rezerv a avahiyan" re, rê vekir ku Baxçeyên Hevsel ên Amedê ku qadeke herî girîng a xwezayî û şinkahiyê ye avahî û xanî lê çêbibin. Aktîvîstên Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya, biryar weke "hilweşandina ekolojîk" nirxandin û diyar kirin ku pêwîst e, li hember vê biryarê muxalefeteke ciddî çêbibe.

Hikûmeta AKP'ê ya bi gelek projêyan pesnê xwe dide, bi projeyên dixe pratîkê jî xwezayê qetil dike. Îsal bi projeya qutkirina darên Parka Gezî re qetlîama xwezayê ya ket rojeva Tirkiye û ya cîhanê, paşê darên ODTU yên ji ber çêkirina rêyan hatin qutkirin cih girt. Li Tirkiyeyê qetlîamên xwezayê ku berdewam dikin, li herêmê li qetlîamên bi mebesta kesî li herêmê nehêlin ku qetlîamên çandî û hawîrdorê pêk tên, niha jî Amed tevlî wan hatiye kirin. Baxçeyên Hevsel ên bi şînahiya xwe û cureyên zindiyan ên di nav de dijîn ku wek "kezeba" bajêr e ji aliyê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve wek "Qada rezerv a avahiyan" hat îlankirin. Qada hezar û 100 hektar a ji Pira Ferqînê dest pê dike û heta Pira Dehçav dirêj dibe, ku wek "Qada rezerv a avahiyê" hat îlankirin re avahiyên bên çêkirin wê bibe sedem ku mîraseke girîng a çandê bi tunebûnê re rû bi rû bê. Bi vê biryarê re di serî de cureyên çûkan wê gelek cureyên zindiyan û nebatan tune bibin. Ji bo wezaret ji vê biryara xwe vegerê ku hewldan hene ligel vê jî ji bo Geliyê Dîcle jî di nav de Keleha Amedê û Baxçeyên Hevsel bikevin lîsteya Mîrasa Cihanê di wan rojên borî de dosya pêşkêşî UNESCO hat kirin.

Çima divê Geliyê Dîcle qada rezervê neyê îlankirin?

Bi biryara wezaretê re xerabûna pêkhateya xwezaya Geliyê Dîcle û bi bajarê dîrokî re xerabûna yekparebûna wê, mijara gotinê ye. Her wiha tevî ku Midûriyeta Giştî ya Karên Afetê piştî lêkolînan diyar kir ku qad ji bo avahiyan ne guncaw e jî, biryara wezaretê, wek ji bo qetlîama xwezayê ye tê şîrovekirin. Ligel wan hemûyan jî ji ber biryara wezaretê wê Projeya Gelî ya Dîcle ya ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê hatibû destpêkirin lê ji ber bi Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) re protokol nehatibû çêkirin neket pratîkê wê tenê di xeyalan de bimîne.

Wê damarê bajêr ê oksîjênê qut bibe

Biryara "qada rezerv a avahiyan" a ji bo Geliyê Dîcle hatiye girtin di heman demê de ji bo Talaytepe û Mastfroştepe jî hatiye girtin ku yek ji herî girîng ên şînkahiya bajêr in. Daristana Bajêr 1200 donim bi vê biryarê re wê ji bo avahiyan bê vekirin. Ev qad li gor plana îmarê ya Şaredariya Mezin wek kezeba bajêr hatiye plankirin.

Eger biryara wezaretê pêk neyê gelo wê DSÎ bikeve dewreyê?

Ligel vê biryara wezaretê ji aliyê DSÎ ve li ser Çemê Dîcle re biryara çêkirina 3 HES'an jî wê asteke cuda ji bo qetlîama xwezayê derxe holê. Yek ji wan HES'an wê li gundê Hantepe ya din li Bismil û ya sêyemîn jî wê li nêzî pira Bagivar bê çêkirin. Bingeha van xebatan hatiye destpêkirin jî.

Bihuşta harî mezin a herêmê

Li Baxçeyên Hevsel ên 10 hezar donim e ji 180 cureyî zêdetir çûk dijîn. Li Tirkiye û herêmê ku yek ji bihuştên herî mezin ê çûkan e û ji bo çûkan di aliyê xwarinê de pir dewlemend e. Çûkên koçber Geliyê Dîcle û Baxçeyên Hevsel wek stasyona rawestgehê bi kar tînin. Li gel çûkan, sewalên wek rovî, kîso, baraz û hwd. jî li wir dijîn. Her wiha çandinî jî li Baxçeyên Hevsel tê kirin.

'Biryar hilweşandineke ekolojîk e'

Li dijî biryara wezaretê ji gelek aliyan ve ku nerazîbûn tên, aktîvîstên Tevgera Ekolojî ya Mezopotamya yên di rojên pêşiya me de li hember vê biryarê wê derkevin qadan biryar wek "hilweşandineke ekolojîk" bi nav kirin. Aktîvîst û di heman demê de mîmara peyzajê Evîn Akboga wiha got, "Piştî texrîbatên HES'an em ê nikaribin behsa qadeke ekosîstem û gelek cureyên zindiyan ku lê hene bikin."

'Divê muxalefeteke ciddî bê pêşxistin'

Berdevka Komîsyona Bajarvaniyê Nurhak Akinci got ku bi biryarê re di demên pêş de wezaret wê karibe qadê ji îmarê re veke û wiha domand, "Baxçeyên Hevsel qadeke xwezayî ya vî bajarî ye. Tevayî avahiyên li wan deveran bên çêkirin wê zerarê bide tevna dîrokî ya bajêr û xwezaya wê. Şaredariyê biryar dabû ku qad ji bo bajarvaniyê ne guncaw e. Mêtinkariyeke mezin a AKP'ê li hember xwezayê heye. Li hember vê divê mexalefeteke ciddî bê pêşxistin. Bi berxwedana Gezî re li hember vê mêtinkariyê mexalefetek pêş ket. Em di vê baweriyê de ne ku li herêmê jî wextê berxwedaneke wiha hatiye."

(yş/mae)