1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wê ev tunel biçûya Tirkiyê? VIDEO!
Wê ev tunel biçûya Tirkiyê? VIDEO!,wê,ev,tunel,biçûya,tirkiyê,video

Wê ev tunel biçûya Tirkiyê? VIDEO!

A+ A-

KENDAL CÛDÎ/WARŞÎN SALIH

https://www.youtube.com/watch?v=CC6Jisi2dJk

KOBANÊ – Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê û Burkan El-Fiat bajarê Til Ebyadê (Girê Sipî) ji çeteyan rizgar kirin, di encama lêgerînan de, tuneleke çeteyan hate dîtin. Li gorî hinek çavkaniyan çeteyan wê ev tunel heta sînorê Tikiyeyê dirêj bikira.

Piştî rizgarkirina Til Ebyadê (Girê Sipî) hêzên YPG’ê û Burkan El-Firat li nava bajar û derdora we xebatên xwe yên lêgerînê didomînin. Di van lêgerînan de li aliyê başûr ê bajar tunelek çeteyan hate dîtin.

Tunela ku nêzî 3 metreyan di bin erdê de hatiye çêkirin, nêzî metreyek fireh û 2 metreyan jî bilind e. Tunel nêzî 500 metre dirêj e û wisa xuya dike ku çeteyan di demên dawî de dest bi kolandina wê kiriye.

Hinek çavkaniyên herêmê destnîşan kirin ku çeteyan ev tunel li hemberî hemleya YPG’ê û bombebarana balefiran çêkiriye. Her wiha xwestine ku heta sînorê Tirkiyê bibin û bi vî rengî pêdiviyên xwe bicîh bînin.

Şervanê YPG ê Kemal Ciwan diyar kir ku piştî ku bajar ji çeteyan hate rizgarkirin wan dest bi xebaten lêgerîna nava bajar kiriye û got: “Me di lêgêrîna xwe de tunelên ku çeteyên DAIŞ ê li derdora bajar çêkiribûn dîtin. Lê çeteyan nekarîbûn van tunelan temam bikin. Dixwestin van bi van tunelan xetekê bibin Tirkiyeyê û baskekî wê ji bibin navenda bajar. Çeteyan her wiha ji bo bi rengekî veşartî tev bigerin û liberxwe bidin ev çêkirine. Bawer dikirin ku dê di bajar de bimînin, lê çeteyan nekarîbû xwe li hember hemleya şervanên YPG ê û Burkan El Firat bigirin.”

(aq/aq)

ANHA