"Wê meclîs bibe deng û yekîtiya Êzidiyan"
NAVENDA NÛÇEYAN 24.01.2015 09:59:43 Endamê Meclîsa Êzidiyan a Şengalê Xelef Pîr Şengo, rastiya berxwedana ku li Şengalê hatiye jiyîn û hedefên Meclîsa nû hatiye avakirin ji ajansa me re vegot. Şengo got: “Ev meclîs wê tifaqa me xurt bike. Em hêvî dikin ku hemû Êzidî beşdarî meclîsê bibin. Ji bo parastina xwe tevlî tifaqê bibin.” Xelefê Pîr Şengo di 1954’an de li gundê Borik ji dayik bûye û di niha endamê Meclîsa Êzidiyên Şengalê ye.
Xelef Pîr Şengo der barê berxwedana li Şengalê û hedefên meclîsê de axivî û diyar kir ku ji ber berxwedana rast çeteyên DAIŞ’ê bi ser neketin.
STARA ÊZIDIYAN ÇIYA BÛ
Şengo da zanîn ku beriya sala 1975’an li gundê Nasiriyê niştecih bûne û li gundên xwe, pez û sewal xwedî dikirin, debara xwe dikirin. Şengo wiha berdewam kir: “Beriya wê Êzidî hemû li qûntarên Çiyayê Şengalê dijiyan. Gundên Êzidiyan li palên çiyayan bûn û nêzîkî çiya 4-5 km bû. Ji ber ku 72 ferman bi serê Êzidiyan de hatine, Êzidî her tim xwe li çiya girtin ji bo ku karibin xwe biparêzin. Stara me Êzidiyan ev çiya bûn. Bi saya Xwedê û Çiyayê Şengalê em disitirîn. Her wiha heta sala 1975’an jî gelek qahremanên Êzidiyan hebîn û li çiyayan Êzidî diparastin.”
Şengo bi lêv kir ku di sala 1975’an de Rejîma BAAS ku Saddam Huseyîn desthilatdar bû, li aliyê bakurê Çiyayê Şengalê penc gundên mezin (mucemme) û aliyê başûrê çiyayê Şengalê jî 4 gundên mezin ava kirin. Bi tenê ji bo Êzidiyên ku li Çiyayê Şengalê dijiyan ev gund ava kirin û Êzidiyên li başûrê çiya birin gundên li başûrê çiya ava kirine. Yên Bakur jî birin gundên li Bakur ava kirine. Em dikarin bêjin em Êzidî xistin nava hewşekê. Sedema vê yekê siyasî bû. Ji bo karibin Êzidiyên serhildêr û berxwedêr ên li Çiyayê Şengalê bixin bin kontrola xwe ev yek pêk anîn.”
PARTÎ DI 2003’AN DE HAT AVAKIRIN
Xelef Pîr Şengo destnîşan kir ku heta 3’ê Tebaxa 2014’an Êzidî li van gundên mezin dijiyan û ji wê rojê heta îro ev gundên Êzidiyan mezin bû û wiha pêde çû: “ Beriya fermanê bi qasî ji sedî 80-90 Êzidî li Şengalê dijiyan. Her wiha li başûr û bakurê çiyayê Şengalê bi qasî 77 gundên mezin û biçuk ên Êzidiyan hebûn.
Partiya Pêşverû ya Êzidiyan di sala 2003’an de hatiye avakirin. Ji bo ku Êzidî bigihêjin mafê xwe û karûbarê xwe, rêxistina xwe bi xwe bikin, me partî ava kir. Ez jî deh sal in di nava partiyê de dixebitim. Piştî fermanê êdî hinek karûbarên me rawestiya ye. Her wiha di alî aborî de em lewaz in. Ji ber wê em nikarin wekî partiyên din ên siyasî karûbarên xwe bimeşînin. Ji gelek partiyên ku di nava Êzidiyan de kar dikin, nûnerên Tevgera Islah, Partiya Pêşverû ya Êzidiyan, Partiya Komunîst û TEVDA beşdarî konferansê bûn û bûn endamê meclîsa Êzidiyan.”
EV FERMAN A HERÎ HERÎ MEZIN Û GIRAN BÛ
Şengo bal kişand ser fermanên ku li ser Êzidiyan rabûne û got: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de fermana 73’an li ser gelê me yê Êzidî pêk hat. Ev ferman ji hemû fermanên din mezintir û girantir bû. Hemû Êzidîxan ket ber vê fermanê. Di dema fermanê de ez li gundê Borik bûm. Çeteyên DAIŞ’ê dema êrişî Şengal û gundên aliyê başûrê Çiyayê Şengalê kirin, li wî alî karesatek mezin hate jiyîn. Lê em li aliyê bakurê çiya bûn. Di 3’ê Tebaxê de ji gundê Borik em jî ber bi qûntarê Çiyayê Şengalê ve çûn. Me xwe gihand Şerfedînê. Me 6 mehan li Şerfedînê li ber xwe da. Bi çekên ferdî û bi tenê bi 2 BKC’yan me xwe li Şerfedînê parast. Di nava van 6 mehan de 17 caran çeteyên DAIŞ’ê tevî bi erebeyên bombebarkirî jî êrîş kirin. Me êrîşa wan şikand. Ev berxwedana rast a Êzidiyan bû, ji ber wê çeteyên DAIŞ’ê bi ser neketin. Fermana 73’an bi serê Êzidiyan de karesatek mezin pêk anî. Şengal û hemû gundên Êzidiyan kete destê çeteyên DAIŞ’ê. Piştî ku Operasyona Rizgarkirina Şengalê destpê kir, ji aliyê bakurê çiyayê Şengalê çeteyên DAIŞ’ê hate paqijikirin û gundên Êzidiyan ê li bakurê Çiyayê Şengalê di destê me de ye.
Meclîsa Êzidiyan ji bo ku Êzidî hemû karên xwe bi destê xwe bikin û karibin xwe biparêzin û bigihêjin tifaqek rasteqîn hatiye avakirin. Fermana 73’an di dîroka Êzidiyan de ya herî giran û mezin e. Gelek jin û keçên Êzidiyan ketin destê DAIŞ’ê û niha di sûkên koleyan tê firotin hejmara wan ne diyar e. Her wiha bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin. Sedema vê bilançoya giran bêrêxistinî, xwe neparastin û tifaqeke rastî tine bû. Ji ber wê jî ev meclîs wê bibe dengê rêxistin û tifaqa Êzidiyan. Ev meclîs wê dengê me bigihîne hemû Êzidiyên me yên li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropa belav bûne. Wê tifaqa me xurt bike. Her wiha em hêvî dikin ku hemû Êzidî beşdarî meclîsê bibin. Ji bo parastina Êzdîxanê beşdarî tifaqa me bibin.”