Wêje û şer
Sîdar Jîr
Pirtûkên pîrozwer bi şîretên aştî û bi dijberiya kuştinê dest pê dikin. Digel vê hişyariya ku ji hemû koman re hatiye kirin(!) jî bîrdoziyên olî bi şer bûne desthilatdar û şer ji nava civakan hilnehatiye. Berdewamiya şeran, şerên ku man û nemana dîroka şaristaniyan diyar dikin; bi rûyê xwe yên trajîk, bi xwîn û bi êşa xwe ya ku bi mirovahiyê dane kişandin bûne kana sereke ya wêjeyê. Şerên ku bûne kana sereke jî nikaribûye di tu dewran de rê li ber xwesteka bêdawî ya aştî û azadiyê ya wêjeyê bigire.
Wêjeya şer jî li dijî şer helwestek e. Di nava şer de bawerî, hest û ramanên beriya şer winda dibin, jiyana asayî ya civakan serobinî hev dibe. Wêje di wê kêlîkê de hilweşînan ji nû ve lêdike, şikestinan dicebirîne, birînan dikewîne û qîrînan aş dike.
Gelek caran dema ku em çîrok û destanên qehremaniyê (folklor/dengbêjî) yên şer dixwînin, em dibînin ku di wan berheman de jî ji binî ve bi zimanekî dijberiya şer rengê xwe dide der. Ji Homeros heta vê gavê wiha qewimiye.
Ji aliyekî ve sedema derketina holê ya wêjeyê êş, jan û neliheviyên di civakê de ne.
Her bûyereke bi êş û jan di taliyê de qîrînek e. Ji ber wê yekê jî dibe mijara helbest, çîrok, roman û hwd. beşên din ên hunerê. Wêje dibe qîrîneke li dijî şer.
Ji ber helwesta wêjeyê ya dijberiya şer, di hemû serdemên dîrokî de helbestkar, çîroknûs û romanûs jî rastî qetilkirin, sirgûn û girtinên ji aliyê desthilatdariyê ango şerxwazan hatine, yan jî bi awayê herî nerm berhemên wan hatine qedexekirin, hatine şewitandin.
Wekî ku helbestkarê almanî Heinrich Heine dibêje: “Li ku derê rojêkê pirtûk hatin şewitandin, li wir mirov jî dikarin werin şewitandin!” Ji vê hevoka Heini jî tê fêmkirin ku di bingeha xwe de wêje dijberiya şer û zordestiyê dike. Û têkiliya şer û wêjeyê jî di rastiya xwe de, ji bilî ku şer ji bo wêjeyê dibe best, bi qedexekirina berhemên wêjeyî dest pê dike.
Wêje dijberiya “bîrdoziya emperyalîst” dike, bi gotineke din dijberiya “şer” dike û ‘şer” an jî “bîrdoziya emperyalîst” jî navê din ê faşîzmê ne.
Dijberiya şer û wêjeyê jî gelekî xwezayî ye; ji ber ku mantiq û hişê ku wan diafirînin dijberên hev in. Şer, mantiqê şerxwazan e, hilweşandin e, zirardayîn e, jiholêrakirin e, birîndarkirin e, pûçkirin e, kuştin e û xerîmeta piştî van hemûyan e. Lê belê wêje, hişekî hunerî ye, hewldana geşkirina jiyanê û hezkirinê ye, afirandina xweşikahiyê ye, kewandina birînan e, aşkirina êş û derbên şer e, parastina xwezayê ye, parvekirin e, bîra dîrokî ye… Ji ber van jî wêje û şer li dijî hev in. Her çiqasî kana mijarên wêjeyê yek jê şer be jî wêje di bingeha xwe de dijberiya şer dike.
Ji ber vê yekê jî ji bo ku bîrdoziya emperyalîst, yanî kapîtalîzm yanî şer û şerxwazî û hemû cure dagirkerî û mantiqên ku êşê bi civakan didin kêşan qels û lawaz bibin; wêje jî wekî beşên din ên hunerî xwedî risteke girîng e. Di vê derê de ya girîng ew e ku wêje bi tevn û mebesteke konjokturel dernekeve holê, divê bi awayekî mayînde, bi awayekî ku bi demê re tiştekî ji giraniya xwe winda neke, wê demê dikare rista xwe ya aştiyane bi ‘wêjeya şer’ pêk bîne.
Ev gotar ji Rojnameya Azadiya Welat hatiye girtin!.