1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. 'Wêjeya Kurdî dibe xwedî pîvanên hemdem'
'Wêjeya Kurdî dibe xwedî pîvanên hemdem',wêjeya,kurdî,dibe,xwedî,pîvanên,hemdem

'Wêjeya Kurdî dibe xwedî pîvanên hemdem'

A+ A-

RAHMÎ YAGMÛR - NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Wêjeya Kurd a nûjen li rêgeha xwe digere. Me ev lêgerîn bi yek ji navdarê wêjeya Kurd a nûjen Helîm Yûsiv re axivîn. Helîm Yûsiv ê ji Rojavayê Kurdistanê ku gelek pirtûkên wî bi zimanên Elmanî, Erebî û Tirkî hatine wergerandin, tîne ziman ku wêjeya Kurd a nû bi salên nodî re destpê kiriye û xwedî temenekî sîh salî ye.

Xebatên we yên dawî derbarê amadekrina pirtikê de çawa diçin, çi xebatên we hene?

Her gav bi bidawî hatina pirtûkekê ve, yekser mirov di pirojeyê pirtûkeke nû de difikire. Ji ber vê, ji berî du salan ve gava ku hem pirtûka mina çîrokan ya bi navê Auslander beg û hem jî pirtûka mina lêkolînê ya li ser romana kurdî derketin, min dest bi danîna pilana pirtûkeke nû kir. Ev pirtûk romane, karkirina mina li ser nivîsandina wê pir hêdî dimeşe, lê hêvî ew e ku di hundir vê salê de romana mîna nû biqede û îsal ronahiyê bibîne.

'TEMENÊ WÊJEYA NÛ YA KURDÎ SÎH SAL IN'

Wêjeya Kurdî timî bi heqîqatê tê (realizm) bi nav kir, hûn tevlî vê yekê dibin û hinekî dikarin heqîqeta kurd şîrove bikin?

Wêjeya kurdî di hemû serdeman de bi êş û azarên kurdan û perçebûna welatê wan ve mijûle. Gava mirov dîroka kurdan a demdirêj deyne hember, berhemên wêjeyî mirov digihêje encameke xemgîn. Berhemên kurdan ên klasîk hejmara tiliyên her du destan derbas nakin. Wisa jî di pirtûkeke xwe de lêkolînerê kurd Izedîn Mistefa Resûl behsa hejmara pirtûkên kurdî hetanî sala 1960'î dike. Ew dibêje ku hejmara hemû pirtûkên bi kurdî û bi hemû zaravayan heta wê demê pêncsedî derbas nake. Di dema me ya niha de, ji salên nodî û vir de hinekî rewş hate guhertin. Li Başûr kurd bûn desthilatdarî û vê yekê bandora xwe avêt ser hemû aliyên Kurdistanê. Li Bakur jî qedexekirin ji ser kurdî hate rakirin û kurdan dest bi avakirina rojname, kovar, televizyon û weşanxaneyên ku bi kurdî weşanê dikin, kirin. Bi vî awayî di van sîh salên dawiyê de mirov dikare behsa wêjeya kurdî ya nûjen bike. Ev nayê wê wateyê ku hin qonaxên bandorker di vê navberê re rû dan, lê bi awayekî berfireh temenê wêjeya me ya nû sîh salî derbas nake. Di baweriya min de mirov nikare hemû wêjeya kurdî têxîne yekçarçovê û wê wekî wêjeyeke realist binirxîne. Di nav vê wêjeyê de gelek cure hene. Ji helbestê, hetanî bi çîrokê û heta bi romanê. Di nav van cureyan de jî hema hema hemû metod, şêwe û ekolên wêjeyî hene. Dibe ku piraniya berhemên wêjeya kurdî bikevin çarçoveya realîzmê û heta radeyeke mezin bi jiyana kurdan ya rasteqîne û real ve girêdayî be. Ez vê yekê vedigerînim du egeran, yek jê ew e ku miletê kurd, ji ber pirsgirêka xwe ya neteweyî, mîna mirovekî birîndare ku ji bilî jana birîna xwe ya kûr zehmete ku di tiştekî din de bifikire. Nivîskariya kurdî jî her û her bi xwîna herikî ya vê birîna neteweyî mijûl bû. Sedema din jî ew e ku piraniya berhemên wêjeyî yên kurdan bi destê siyasetmedaran yan jî bi destê nivîskarên ku ji qada siyasetê tên, hatine nivîsandin. Di baweriya min de, van herdu sedeman rola xwe di vê diyardeyê de lîstine.

WÊJEYA KURDÎ BI EŞQ Û EVÎNÊN DRAMATÎK VE DAGIRTÎ YE

Romantîzma wêjaya Kurdî çawa dinirxînin?

Baweriya min ew e, ku di vê dema me de ew wêjeya sade di çarçova romantîzmê de cih digre, nemaye. Piraniya deq û tekstên wêjeyî yên nûjen bi pirrengiyê û bi bikaranîna şêwe û awayên cihê pêktên. Ez bi xwe nikarim hin berheman têxînim bin sîwana romantîzmê û hin berhemên din ji bin vê sîwanê derxînim. Ji ber vê mirov li siya romantîzmê di gelek berhemên wêjeyî de rast tê, lê ev nayê wê wateyê ku ev wêje bi temamî dikeve çarçoveya romantîzmê. Bi vî awayî mirov dikare li şopa romantîzmê di berhemên wêjeya kurdî de, bigere.

Di wêjaya Kurdî de eşq her tim dramatîk e?

Ev nirxandin heta radeyekê rast e. Sedemên vê diyardeyê jî mirov dikare li ser çend şaxan parvebike. Yek jê ew e, ku çîrokên evîneke serkeftî di wêjeya cîhanî bi tevayî de nînin, an jî kêm têne dîtin. Ne tenê di Mem û Zîna Xanî de herdu evîndar jiyana xwe ji dest didin û çîroka evîna wan bi mirinê bi dawî dibe. Belê, qedera Romyo û Joliet jî wisa bû. Anku evîneke têkçûyî û dramatîk dikare bêhtir bibe mijara wêjeyê ji evîneke serkeftî ku bi zewacê û avakirina malbatekê bi encam dibe. Ev aliyekî meselê ye. Aliyê din ew e, ku bi rastî jî civaka kurd, ji ber sedemên cihê, çavkaniyeke berfireh ya evînên têkçûyî û trajedîke. Ev rastiya civaka kurd jî bi awayekî rasterast siya xwe davêje ser wêjeya kurdî. Her nivîskarekî kurd bi kêmanî evîneke têkçûyî û şikestineke mezin di jiyana wî de heye. Ev hemû dibin sedem ku di wêjeyê de jî aşq û evînên dramatîk cih bigrin.

'BERHEMÊN WÊJEYA KURDÎ NE KÊMÎ BERHEMÊN WÊJEYA CÎHANÊ NE'

Weke destpêka romana modern romana Cervantes a bi navê Don Kişot tê qebûlkirin. Dema di 1786an de ev pirtûk weke pirtûka yekem a mîzahê hate qebûlkirin, di nava kurdan de çima pirtûkên mizahî kêm û li gorî wê di pêşerojê de bên nivisîn?

Bi giştî, dema mirov berhemên wêjeya kurdî dibe beramber berhemên wêjeya miletekî din li cîhanê, ev berhem kêm xuyanî dikin. Bi taybetî ji hêla hejmarê ve. Sedem jî têne zanîn. Lê, ev beramberî ji hêla asta hunerî û wêjeyî ve tiştekî dine. Anku kêm zêde, berhemên wêjeya kurdî ya nûjen ne kêmî berhemên wêjeya nûjen in yên ku bi zimanên din li cîhanê têne nivîsandin. Ev nirxandineke giştî ye. Di ware mîzah û qerfê de jî wêneyekî bi vî rengî tê holê. Di nav berhemên wêjeya kurdî de mirov li hin berhemên qerf û mîzahê jî rast tê, pirtûkên qerf û laqirdiyan. Wekî din jî mirov li qerf û mîzahê di berhemên wêjeya kurdî de rast tê. Her çendî ev diyarde bi sînor be, lê dîsa jî di nav deryaya xemgînî û reşayiya rewşê de cih digre. Bi taybetî diyardeya komedya reş, an jî kenê reş.

'AZADÎ ÇEKEKE DUALÎ YE, HEM DIKARE NIVÎSKAR KOLE BIKE HEM JÎ AZAD Û WÊREK'

Pirsgirêka azadiyê ji bo hunermend û nivîskaran gelekî girînge, tê gotin: dema ku ji ber sedemên weke siyasî, dînî û cûda hêza nivîskar-romanvan jî kêm dibe, hûn dikarin wêje û azadiyê binirxînin?

Pirsa azadiyê pirseke tevliheve. Nemaze ku em di çarçoveya nivîskariyê de lê binerin. Ji hêlekê ve astengkirina azadiya nivîskar, çi ji hêla rêxistin û derûdorên siyasî ve be, çi ji hêla girûp û derûdorên dînî, olî bin, roleke pir xerab di warê berhemdayînê de dilîze. Wisa jî dibe sedem ku carinan nivîskar bitirse yan jî xwe kontrol bike û berhemeke bê ast û qels binîvisîne. Ev rewşa ez behsa wê dikim dikare beşekî ji nivîskaran di bin bandora xwe de bihêle. Ji bo beşekî din jî ji nivîskaran ev rewş bi awayekî berevajî encam dide. Astengkirin û tunebûna azadiyê dikare bibe faktoreke xurt ji bo afirandinê. Ji ber ku çavkaniya wêjeyê bixwe êş, alozî, dijwarî û çewisandine. Wisa jî nivîskarekî saxlem dikare li hember rewşa tunebûna azadiyê li ber xwe bide, bibe xwedî helwesteke wêrek û di hundirê xwe de heta dawî azad be. Azadî mîna çekeke du alî ye, astengkirina wê dikare nivîskarekî bike koleyê tirsê, wisa jî dikare nivîskarekî din bike afirênerekî azad û wêrek.

'ŞOREŞA GELÊ KURD XWE DI HER WARÎ DE DI WÊJEYA KURDÎ DE NÎŞAN DIDE'

Wêjevanên kurd ji bo nivîsandinê demeke zêrîn de dijîn, ji ber ku serdema şoreşa gelê xwe dibînin, çima wêjavanên kurd nikarin vê nîşan bidin?

Ji bo wêjeyeke astbilind û binirx pêdivî bi soreş û bûyerên dîrokî û mezin nîne. Bûyereke biçûk û ji jiyana rojane dikare bibe mijara romanekê an pirtûkeke wêjeyî astbilind û binirx. Ji bo şoreşa gelê kurd ku li dare bi her awayî xwe di berhemên wêjeya kurdî de nîşan dide. Ji çîrokê bigre, hetanî bi helbestê û romanê, bi dehan berhemên wêjeya kurdî hene ku ev sores ji xwe re kirine mijar û ji gelek aliyan ve li ser hatiye nivîsandin. Hinek berhemên wêjeyî rasterast ji hêla hin xebatkarên vê şoreşê ve hatine nivîsandin. Dema şoreşê wekî ku dikare jib o wêjeyê bibe alîkar û çavkaniya mijarên cihê, wisa dikare bibe sedema çilmisandin û paşguhkirina wêjeyê. Gava ku dengê çekan bilind dibe, dengê wêjeyê nayê bihîstin, wisa jî dema xwîna mirovan li erdê be, pûnûs bêçare û bêkêr xuyanî dike.

Li Kurdistan şer, têkoşîn û berxwedan gelekî zêdeye, Cografyayeke germe û li parçeyeyekî wê bê deng şoreşek heye. Yek ji nivîskaren Emarikaya Latîn Ez bawerim Gabriel Garcia Marquez e dibêje min taktilo ji bencereyê avêt xwere ez ber bi şoreşê ve reviyam.

Gabriel Garcia Marquey bixwe xwediyê wê dîtinê ye, ku dibêje; nivîskarê şoreşger ew nivîskare, yê ku xweşik dinîvisîne. Ez şoreşê bi vî awayî fêmdikim ku hewildaneke berfireh ya guherandinê ye. Ya di hemû waran de, di ware civakî, çandî, kultûrî û wêjeyî de û ne tenê di ware siyasî û çekdarî de. Ji nivîskarekê nayê xwestin ku dest ji pênûsê berde û klaşinkofê hilgire, wisa ji şervanekî jî nayê xwestin ku dest ji çeka xwe berde û pûnûsê bikarbîne. Di şoreşê de her kesek ji civaka ku ew sores lê lidare karê wî heye. Şoreş wisa biserdikeve ku her kes karibe, li cihê xwe, karê xwe baş bike. Şervanekî ku nizane baş pênûsê bikarbîne, jê nayê xwestin ku karibe jî, ew guh bide çeka xwe û wê di cih de bikarbîne, jêre û ji şoreşê re jî çêtire. Wisa ji nivîskarekî jî nayê xwestin ku here çekan bikarbîne, da ku bibe şoreşger. Beşdariya herî binirx ya nivîskarekî di şoreşê de ew e, ne ku li ser şoreşê binîvisîne, lê ew e ku xweşik û baş binîvisîne. Ez bi vî awayî têkiliya nivîskarekî bi şoreşo re fêm dikim.

Demek beriya niha yek ji nivîskarên tirk Elif Şafak got: li welatê xwe yên bi min re heman pasaportan bikartînin bi zimanê wan ez nikarim romanên xwe bibînim û hêrsbûna xwe ya ji bo ku romanên we çima wergerî zimanê kurdî nabin anîbu ziman, weşanxanaya lê kar dike eşkere kir ku wê romana bi navê Eşq wergera wê ya kurdî bê kirin, hun vê yekê çawa dinirxinin?

Berî ku Elif Şafak li ser wê yekê aciz bibe , ku çima ew nikare romanên xwe bi zimanê kurdî bibîne, divabû ew hinekî di rewşa romanên ku li welatê wê bi kurdî têne nivîsandin jî bifikire û karibe çend kêlîkan be jî xwe têxîne şûna nivîskareke kurd. Wê gavê wê bizanîbûya ku zimanê wan hemwelatiyên wê yên ku heman pasapotan bikartînin, zimanê wan di zarotiya wan de hatiye jêkirin, ji hemêza zimanê dayika xwe hatine bidûrxistin û tev li hemû zor, zilm, qedexekirin û hovîtiya dewletê dikarîbûn mîna wê romanan binîvisînin, lê di çi rewşê de û bi çi halî. Divabû ne bi tenê bixwesta romanên xwe ji bo zimanê me wergerîne, belê bixwesta ku romanên ku bi wî zimanê birîndar yê hemwelatiyên wê di çi rewşê de ne. Lê tev wilo jî, ev helwesteke balkêş e, ku ji nivîskar Elif Şafak re tê hesibandin. Balkişandina ser qedexekirin û hewildana dewleta tirk ya di derbarê jiholêrakirina zimanê kurdî de, helwesteke cihê rêzê ye, lê têr nake. Di nav nivîskarên zimanên din de, yên ku bi zimanê dewletên ku Kurdistanê di nav xwe de perçe dikin de, dengên bilind yên ku li dijî cenosîda sipî ya dijî kurdan û zimanê wan tê meşandin, pir kêmin. Ji bo nivîskarek xwediyê/a helwesteke birûmet be dive berê xwe bide çavkaniya pirsgirêkê û berpirsiyaran destnîşan bike. Bi milyonan zarokên kurdan li welatê xwe ji hînbûna zimanê dayika xwe bêparin, erkekî exlaqî û rewşenbîrî yê sereke ji bo her nivîskareke vî welatî ew e ku, li vî mafê bingehîn yê zarokan ku di dibistanên fermî de fêrî zimanê xwe bibin, xwedî derkeve.