Wêne: Xwepêşandana Dihokê
A+
A-
Pukmedia - Ji ber nerihetî û nerazîbûna li hemberî top û bombebarankirina Tirkiyeyê û Êranê li dijî Herêma Kurdistanê, gelê bajarê Dihokê li ber avahiya zanîngeha Dikokê li hev civiyan û dest bi xwepêşandaneke aştiyane kirin û ew kiryarên nerewa bi tundî şermezar kirin.
Her wiha di wê xwepêşandanê de, alên Kurdistanê û siloxanên wekî bila bombebaran û topbaranên ku bûne sedema şehîdbûna welatiyên sivîl û koçberkirina akinciyên li ber sînoran bêne rawestandin.
Di heman demê de, xwepêşandanan ji saziyên navnetewî daxwaz kirin ku li hemberî kiryarên Tirkiye û Êranê yên nerewa ku ewlehiya navçeyê têk dide helwest wergirin û bi awayekî fermî şermezar bikin.
Bêjeyên Miftehî wêne,xwepêşandana,dihokê