Wêne û belgeyan Wezîrê Tenduristiyê Muezzînoglu derewand
ŞIRNEX (DÎHA) - Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezînoglu, beyî ku bûyera li Elkê lêkolîn bike û biçe çihê bûyerê rastiya terora dewletê berovajî kir û got: "PKK'ê ajokarê ambulansê kuşt. Piştre 2 persolenên ambulansê revand. Lê di wêneyan de derket holê ku bûyer 20 metre li nêzî polîsan pêk hatiye û ambulans ji aliyê nokteya polîsan ve rastî gulebaranê hatiye. Derket holê ku 2 persolenên tenduristiyê jî ji ber guleyên polîsan reviyan û xwe avêtin malekê. 2 personel, piştî êrîş bi dawî bûn çûn nexweşxaneya dewletê.
Piştî leşkeran top avêtin nava gundan û çoltarê, Hêzên dewletê jî bi maşîneyên zirxî ketin kolanan û dikan, mal, avahiya şaredariyê û avahiyên HDP-DBP'ê gulebaran kir. Di gulebaranê de zêdeyî 20 dikanên welatiyan zerar dît. 4 dikan hemû hilweşiyan. Di gulebarana polîs û tîmên taybet de 2 welatiyên ku nasnameya wan nehat diyarkirin birîndar bûn. Maşînêyên zirxî avahiyên Şaredarî, HDP û DBP da ber guleyan. Dîsa trafoyên taxê da ber guleyan û ceyrana navçeyê qut kirin. Leşkerên Fermandariya Cendirmeyan a Elkê bi hawanê top avêtin gundê Setkar, Tilbes, Faraşîn, Meydan, Germav û Gernexê Tivorê. Di encama topbaranê de gelek top li gundê Setkarê ketin. Di teqîna topan a li Setkare de di malekê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn. Di malekê de bav Ahmet Temel, kurê wî Behçet Temel û xizmên wî Aliya Temel jiyana xwe ji dest dan û Fevzi Temel û Kurê Ahmet Temel Hasan Temel bi giranî birîndar bûn. Cenazeyê 3 kesên jiyana xwe ji dest dan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê. Birîndar jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê û Şirnexê.
Polîsan li Ambulansê gule reşandin û ajokar kuştin
Piştî bûyeran Qeymeqam li ajokarê ambulansê geriya û xwest polîsên birîndar rake nexweşxaneyê. Ajokarê ambulansê di ketina navçeyê de rastî gulebarana polîsan hat. Polîsan ajokarê Ambulansê Şehmuz Dursun gulebaran kir û kuştin. 2 peyvirdarên tenduristiyê jî reviyan û xwe xelas kirin. Cenazeyê Dursun jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elkê.
Piştî bûyerê Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Maezzînoglu got: "PKK'ê ajokarê ambulansê kuşt û 2 persolenê tenduristiyê revand" Lê belge û wêneyên li herêmê hatine kişandin îspat kir ku ambulans 20 metre nêzî nokteya kontrolê ya polîsan rastî êrîşa çekdarî hatiye û ji aliyê polîsan ve hatiye gulebarandin. 2 porsolenên ku got hatine revandin jî, ji bo xwe xelas bikin ji guleyên polîsan reviyan û xwe avêtin malekê. 2 persolenê ku ji êrîşa polîsan reviyan, piştî êrîşa polîsan bi dawî bû çûn nexweşxaneya dewletê.
Di wêneyan de hat dîtin ku guleyên li ambulansê ketine ji aliyê nokteya polîsan ve hatine reşandin.
Li navçaeyê hêj helîkopter difire û dem dem dengê çekan tê. Telefon û ceyrana ku leşker û polîsan qut kir jî hêj nehatiye.
(mae)