Wêneyê ambargoya navnetewî ya li ser Rojava!
Vaye wêneyê ambargoya navnetewî ya li Rojava!
PARÎS 06.08.2013 13:34:06 Bernameya Qût (Xwarinê) a Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) da xuyakirin ku di meha Tîrmehê de li 'gelemperiya Sûriyê' ji 1,7 milyon kesî re alîkariya însanî hatiye kirin û der barê cihên ev alîkarî gihaştine de nexşeyek weşand. Li gorî vê nexşeyê ji Rojavayê Kurdistanê (Herêma Hesekê) re 'sifir' alîkarî hatiye kirin.
Tirkiye ji aliyekî ve sînorên xwe digire û ambargoyê datîne ser Kurdan, li aliyê din jî Herêma Kurdistana Federal ji meha Gulanê û vir ve deriyê sînor ê Sêmalka girtiye. Li hundur jî, çeteyên El Qaîde di nav bêdengiya navnetewî de êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin û sivîlan hedef digirin.
Êrîş û ambargoya navnetewî ya li dijî Kurdan, bi xebatên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên bi navê "alîkariya însanî" derket holê. Di nexşeya NY ya herêmên alîkarî gihaştine de, tabloyeke "cihêkar" û "ambargo" xwe nîşan dide.
Li gorî rapora Bernameya Qût (Xwarinê) a Cîhanê ya NY, projeya alîkariya qûtê ya ji bo 2,5 milyon Sûriyeyiyan, di meha Tîrmehê de zêde bû. Di raporê de tê ragihandin ku di 16'ê Tîrmehê de li gelemperiya Sûriyê alîkariyek têra 1,7 milyon kesan dike hatiye şandin. Armanc jî ewe ku heta dawiya meha Tîrmehê bi 3 milyon kesan re alîkarî bihata kirin. Li gorî malpera înternetê ya WFP, alîkariya di meha Hezîranê de hatiye komkirin, di tevahiya meha Tîrmehê de li nava Sûriyê li 2,5 milyon kesan hatine belavkirin. Hat gotin ku ji bo di meha Cotmehê de ji 4 milyon kesî re alîkarî were gihandin, xebatan destpê kirine. WFP'ê da xuyakirin ku wan alîkarî dane milyonek Sûriyeyiyên reviyane Urdun, Libnan, Misir, Tirkiye û Iraqê.
JI SEDÎ '0' GIHIŞTIYE ROJAVAYÊ KURDISTANÊ
Nexşeyeke di rapora WFP de cih digire nîşan dide ku alîkariya 16'ê Tîrmehê gihaştiye ji sedî 58'ê mexdûran. Di nexşeyê de her weha tê nîşandan ku li kîjan herêman çiqas alîkarî hatiye kirin. Li gorî vê yekê ji sedî 76'ê alîkariyan gihaştiye Helebê, ji sedî 61 gihaştiye herêma Reqqa ya li sînorê Tirkiyê, ji sedî 71 gihaştiye Hûmûs, ji sedî sed gihiştiye Hama, ji 80 gihiştiye Tartûs, ji sedî 47 gihiştiye Şamê, ji sedî 100 gihiştiye Suveyda, ji sedî 18 gihiştiye Kenîtra û ji sedî 35 gihiştiye Deyr Ezor.
Nexşe nîşan dide ku alîkariya gihiştiye Rojavayê Kurdistanê ya bi navê El Hesekê jî ji sedî 'sifir' e.