1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Wêneyê dayikên kurd a 'Roja Dayikan'
Wêneyê dayikên kurd a 'Roja Dayikan',wêneyê,dayikên,kurd,a,roja,dayikan

Wêneyê dayikên kurd a 'Roja Dayikan'

A+ A-

EMÎNE ALTINKAYA Jinên kurd ku rojên taybet, cejnan di girtîgehan de pêşwazî dikin îsal jî 'roja dayikan' di girtîgehan de derbas bikin. 22 dayikên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ne di "Roja Dayikan" ji zarokên xwe dur pîroz dikin. Piraniya wan ji KCK'ê hatine girtin û ligel ku di girtîgehan de jî daxwaziya xwe ya aştiyê dubare dikin.

Dayikên kurd ku di girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de ne beriya "Roja Dayikan" ji ajansa me re nameyek şandin û di ber nameyê de jî wêneyekê wan hebû. Jinên kurd ku hemû rojên taybet, cejnan di girtîgehan de derbas dikin, îsal jî Roja Dayikan di girtîgehan de pêşwazî din. Jinên kurd ligel êşa wendabûna wendahiya zarok û hevserên xwe, roja dayikan jî di girtîgehan de derbas dikin. Hinek ji bo ku zarokên xwe an jî hevserên xwe yên di girtîgehan de bibînin rastî taciz û îşkenceyan tên û hinek jî di girtîgehan de ji bo aştî bê, tu kes nemire, roja Dayikan bi hesreteke mezin pêşwazî dikin. 22 dayikên kurd yên Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dê ji zarokên xwe dur roja Dayikan pêşwazî bikin.

75 saliye di girtîgehê de ye

Jina bi navê Cemîle Yaşar ya 75 salî jî Roja Dayikan di girtîgehê de derbas dike. 9 zarokên wê hene. 47 newiyên wê hene. Dayika Cemîle ya li gund dijiya di 26'ê Nîsana 2011'an de leşkeran bi ser mala wan de girt û ew girtin. Dayika Cemele ku gelek nexweşiyên wê hene vê rojê ji zarokên xwe dur pîroz dike.

Hem ew hem zarokên wê di girtîgehê de ne

Dayika Nahîde Ormanci (49) ku 4 zarokên wê jî di girtîgehan de ye vê rojê di girtîgehê de pêşwazî dike. Nahîde Ormanci wiha bang li hikûmetê dike: "Gelo dayikekê hun neanî cîhanê? Dayik we jî ji bo we canê xwe fêda nake." Ormanci ku 7 mehe di girtîgehê de zarokekî wê 4, yê din 3 sal, yê biçûk jî 1 saleke di girtîgehê de ye. Dayika 8 zarokan Şemsîhan Akman hem ew û hem jî hevserê wê di girtîgehê de ye. Akman ku nexweşiya wê ya Guatr û Mîgrena wê heye, tu kes li zarokên wê nanêre. Aliye Ceylan a 28 salî seleke di girtîgehê de ye. Ceylana ku di girîgehê de ji ber şertên dijwar zaroka xwe kurtaj kir, bi xemgînî vê rojê pêşwazî dike.

Kes tune li zarokan binere

Jina bin ê Suat Şîmşek 9 zarokên wê hene. Hevserê wê û 3 birayên wê jî di girtîgehê de ne. Ji ber ku ji zarokên xwe dure xemgîne. Ji ber rewşa zarokên xwe bi fikare. Asya Kazandi ya 50 salî jî 4 mehe di girtîgehê de ye. Kurekî wê yê 5 salî heye. Zeynep Tanboga ya dayika 4 zarokan jî nexweşiya wê kronîk heye. Ji ber ku ji zarokên xwe dure xemgîne û her wiha ji berk u kurê wê yê mezin çavên wî nabîne û kes lê nanêre bifikare.

Dayik di girtîgehan de, zarok li derve dibistanên xwe berdidin

Navîdar Yavuz ya 40 salî ji 26'ê nîsana 2011'an de girtiye û dayika 2 zarokan e. Ayhan Dogan jî 53 saliye dayika 4 zarokan e. Dogan 3 caran emeliyet bûye û ligel raporên wê hene jî nayê tehliyekirin. Piştî ku tê girtin 2 zarokên wê dest ji dibistanê berdidin. Selîme Kiran 42 salî jî 6 zarokên wê hene. Yê herî biçûk 9 saliye. 4 mehe di girtîheê de hêjî dosyaye wê nehatiye vekirin. Zekiye Edîn ya 48 salî 11 zarokên wê hene. Nexweşa mîde û tansiyonê ye. Behiye Akbalik a 40 salî 4 zarokên wê hene. Hevserê wê jî di girtîgehê de ye. Akbalik 9.5 sal ceza girtiye. Ayşe Bozan a 36 salî jî 4 zarokên wê hene. Ev 2 sal û 3 mehe di girtîgehê de û diyar dike ku zarokên wê dibistan berdane.

Keça wê losemî kurê wê nexweşê epîlepsiyê ye

Hanim Okur 28 salî ye û 2 zarokên wê hene. Keça wê ya 3 salî nexweşa losemî û kurê wê yê 7 salî jî nexweşê sara-epilesî ye. Ji ber ku zarokên Okur ne li gel wê ne, êşa wê zêdetire. Tedawiya zarokên wê nayê kirin. Ev 9 mehe girtiye. Asya tay jî ev 4 mehe girtiye. 7 zarokên wê hene. Gohar Magî jî 44 saliye. 7 zarokên wê hene. Hevsrê Magî li zarokên wê dinêre. Gurbet Tekîn a 47 salî jî dayika 10 zarokane û kurê wê yê 19 salÎ jî di girtîgehê de ye. Tekîn bi hevserê xwe re hate girtin û ji ber vê zarokên wÊ navber daye dibistanê. Şukriye Erol 38 saliye û hevserê xwe di cinayetên kiryarnediyar de hate kuştin. Dema hate kuştin du meh bû zewicibûn. Ev 10 mehe di girtîgehÊ deye. Candan Yurek jî 32 saliye. Kurê wê 10 saliye û kes tune lê binêre. Her wiha parlamentera BDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî di wêne heye. Yildirim jî di vê rojê de ji 4 zarokên xwe dur e.

(ha/mae)