1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wêneyê xizaniyê rengê xwe dide der
Wêneyê xizaniyê rengê xwe dide der,wêneyê,xizaniyê,rengê,xwe,dide,der

Wêneyê xizaniyê rengê xwe dide der

Wêneyê xizaniyê rengê xwe di malbata Emîn Ozgezici de dide der

A+ A-

Li Amedê welatiyê ku di şevneşîna cam û deriyê wê şikestî de dijî Emin Ozgezicî di nava zor û zahmetiyek mezin de dijî. Wêneyê jiyana malbata Ozgezicî di heman demê de rengê xizaniya Amedê nîşan dide. Ozgezici, ani ziman ku kes li wî xwedî dernakeve û ji ber kar bi dest naxe nikare dibara xwe û zarokên xwe bike.

Li herêmê xizanî ji ber ku zêde we welati di xirabeyan de dijîn. Gelek welati ji ber ku kar bi dest naxin û nikarin kiraya xanî bidin, niha di xaniyê xirabe û bê derî û bê şibake de dijîn. Welatiyên ku nikarin derî û camê xwe yê şikestî tamir bikin bi pot û kartonan pîne dikin û rê li pêş ba û baranê digirin. Li taxa Alîpara Sûrê jî malbata Ozgezîcî niha li dijî xizaniyê têkoşînê didin. Malbata Ozgezicî di xaniyekî xerabe de dijî û di nava tunebûnê de têkoşîna jiyanê dide. Emîn Ozgezicî yê 73 salî ku hem nexweşe e û hem jî di nava xizaniyê de dijî ji bo zivistanê xwe germ bike hemû karton, êzîng û potan li derdora xwe kom dike û hewl dide xwe germ bike.

Emin Ozgezicî ku 2 zarokên wî hene diyar kir ku ji xizaniyê nikare di xaniyekî xweş de bijî û ji ber temenê wî mezin e û kar bi destê wî nakeve di nava tunebûnê de dijî. Ozgezîcî da zanîn ku dema ba tê ji ber ku cam û deriyê wî şikestîne raste rast ba dikeve hundir û nikare hundirê malê germ bike û wiha got: "Ba û baran raste rast tê hundir. Xanî dilop dike û ba di cam û deriyan re dikeve hundir. Ger ku hinek me ji vî xanî dernexin dê ev xanî bi ser me de hilweşe û em dê di bin dîwarê vî xanî de bimirin. Em zêde tiştekî naxwazin. Em tenê xaniyekî ku em lê bistirin dixwazin.

(mae)