Wêneyên Meşvanên Roboskî
Meşvanên Roboskiyê roja 1'ê rezberê (îlon) bi "Ji bo aştiyê ji Robostiyê ta Ankarayê meşa Dirêj" ji Roboskiyê dest bi meşê kirin. Çalakiyê ji aliyê redkarê wijdanî Halil Savda ve dest pê kir. Çalakger di rê de dem bi dem, bi meşvanên nû riya xwe didomîne.
Meşa Halil Savda û hevalên di roja 11'mîn de ye. Çalakvan îro gihaştin Kosorê (Qoser). Halil Savda û hevalên wî yên ji Nisêbînê û pê ve dest pê kirin, îro li deriyê Kosor û Nisêbînê ji aliyê Şaredarê Kosorê Haşim Baday, Serokê Navçeyê yê BDP'ê Zeyyat Agaoglu, endamên şaredariya Kosorê, karsaz û gel ve hatin pêşwazîkirin.
Hevalên Halil Savda rojnamevan Asya Tekin, Ibrahim Yaylalı, Sevgi Halime Ozçelik, derhêner Bingol Elmas, redkarê wijdanî Ilham Gokçe bi şev li Kosorê navber dan meşa xwe. Meş sibe dê ber bi Wêranşarê ve bidome.
Ji çalakgeran Ibrahim Yaylalı yek ji wan leşkeran e ku di meha 7'an a 1994'an de dîl ketibû destê gerîlayan û paşê hatibû berdan.