Xaniyên dîrokî yên Wanê tune dibin
09:09 02.05.2014 1 / 6 WAN (DÎHA) - Xaniyên dîrokî yên Wanê di çarçoveya projeya “veguhestina bajarvaniyê" de û bi sedema pêşketinên teknolojiyê yek bi yek hildiweşin. Welatiyên ku li van xaniyan dijîn diyar dikin ku ji tenduristiyê, serma û germayê re pir başin û xwestin bên parastin. Malbata Daghan a Wanê ku 64 sal berê xaniyê xwe ava kiribûn naxwazin xaniyê wan hilweşe.
Li Wanê xaniyên dîrokî ji ber ku yek bi yek tên hilweşandin û li şûna wan xaniyên TOKÎ tên vakirin yek bi yek tev li rûpelên dirokê dibin. Piştî erdejê gelek xanî hilweşiyan. Xaniyên Wanê ku di erdhejê de zêde zerar nedîtin, niha bi destê welatiyan tên hilweşandin û li şûna wan xaniyên nû tên avakirin. Di çarçoveya "Veguhestina Bajarvaniyê" de niha jî xaniyên dîrokî û çandî yên Wane tên hilweşandin. Piştî erdhejên Wanê niha li her derê xaniyên beton ava dikin û xaniyên berê hildiweşînin. Li taxa Hatuniyê xaniyên di sala 1950'an de hatin avakirin û çand û dîroka wanê diparêze tên hilweşandin. Yek ji van xaniyên dîrokî yên tên hilweşandin yê malbataDaghan e. Xaniyê Wanê yê dîrokî yê malbata Daghan di erdheja 2011'an de zerar dît û niha jî ji aliyê rayedaran ve tê xwestin ku bê hilweşandin û li şûna wî xaniyên beton bên avakirin. Welatiyê bi navê Nevzat Dağhan (34), anî ziman ku zarokatiya wî di vî xanî de derbas bû û wiha got: "Xanîe bi kerpîçan hatine avakirin. Ji ber vê yekê her dem hewaya temîz digiri.e Mirov di van xaniyan de bêtir xwe aram û azad dibîne. Divê ev xaniyên Wanê yên çandî û dîrokî ku mîmariya wê ya taybet heye bê parastin.
Daghan, xwest her kes li mirateyê çand, dîrok û nirxên xwe xwedî derkevin û destûr nedin ku li şûna van warên dirokî xaniyên beton bên avakirin. Daghan, anî ziman ku ji ber taybetmendiya xwe ya axê hewaya paqij derbas dike û ji bo tenduristiya mirovan gelek baş e. Daghan, anî ziman ku odeyên van xaniyan firehin û zêde ne û ev jî rastiya çanda çivakî û malbatên mezin nîşan dide.
(mae)