Xatir xwest û çû
BILAL GULDEM
MÊRDÎN (DÎHA) – Yek ji 31 ciwanên ku li Pirsûsê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Murat Yurtgulê 24 salî bû. Yurtgul zarokê malbatê ye mezin bû. Wî ji zarok û jiyanê hez dikir û pir pirtûk dixwendin. Dayik û bavê Murat ew bi destê xwe şandin Pirsûsê da ku biçe Kobanê. Murat piştî çû Pirsûsê bi telefonê xatir ji malbatê xwest û çû.
Di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsa Rihayê li dijî ciwanên SGDF'ê êrîşa bombeyî pêk hat û 31 ciwan hatin qetilkirin. Yek ji van ciwanên hatin qetilkirin jî Murat Yurtgul e. Murat Yurtgul, di 15’ê îlona 1991’an de li Qosera Mêrdînê ji dayik bû. Malbata Yurtgul esil ji Dêrikê ye û piştî koçberî Qoserê bûn, Murat li Qoserê ji dayik bû. Yurtgul li Qoserê mezin bû û heta lîse li Qoserê xwend. Yurtgul piştî lîseyê ji bo amadekariya zanîngehê di sala 2011’an de çû Mêrsînê û li dersaxeneyekê amadekariya ezmûna 2012’an kir. Piştre beşa Derûnînasiyê ya Zanîngeha Arel a li Stenbolê qezenç kir. Yurtgul 3 salan çû zanîngehê û salek wî mabû. Di temenê xwe biçûk de dest bi xwendina pirtûkan kir û di her alî de pir jîr û zane bû.
Murat zarokê herî mezin ê malbatê bû
Yurtgul, zarokê malbatê yê herî mezin bû. Di malbatê de 3 xwişk û 2 bira bûn. Beriya ku biçe dersxaneyê heta 20 saliya xwe li cem malbata xwe mezin bû. Ji malbatê pir hêz dikir. Tu demê dilê dayik û bavê xwe nehişt. Piştî çû dersxaneyê û Ev bû 4 sal ku Yurtgul ji malbata xwe dûr ket û 4 salin ji malbata xwe dûr e.
Murat ji jiyanê û zarokan hez dikir
Yurtgul, pir pirtûk dixwendin û roj bi roj pêş diket. Ji bo avakirina pêşerojê di temenê biçûk de dest bi lêkolînê kir. Yurtgul tu carî dilê malbat û hevalên xwe neşikand. Her dem mafên mirovan diparast. Li edaletê digeriya. Yurtgul di nav malbatek kurdewar de mezin bû. Ziman û çanda kurdewarî diparast. Her dem rû li ken bû. Bi hevalên xwe re zelal û pak bû. Her dem her tiştê xwe bi hevalên xwe re parve dikir.
Hevalên xwe yên Sosyalîst bi tenê nehişt
Yurtgul li zanîngehê bi derdorên tevgerên sosyalîst re tê nasîn û bi derdorên rewşenbîr û zanyar re liv û tevgerê dike. Yurtgul li ser banga hevalên xwe yên sosyalîst ji bo ku biçin derbasî Kobanê bibin û zarokên Kobanê rûken bikin, roja 19’ê tirmehê diçe Amed û serê sibêhê jî zû ji Amedê ber bi Pirsûsê ve dikeve rê û li Navenda Çanda Amara bi hevalên xwe re dicive. Di salên dawî de jiyan û serpêhatiyên Yurtgul bi têr û tije derbas dibin û ew bi gotina hevalên xwe ya “Murat li Pirsûsê li ser rêya Kobanê bê mirin bû” dê di bîra wan de bimîne.
Dayik Şemsa Yurtgul û hevalê wî Baran Ozuçalişir, di derbarê jiyan û serpêhatiyên Yurtgul de ji DÎHA’yê re axivîn.
‘Wê dilê zarokên Kobanê xweş bikira’
Dayik Şemsa Yurtgul diyar kir ku ew zarokek ku ji aliyê herkesî ve dihat hezkirin û wî bi xwe jî hezkirinek mezin nîşanî zarokê her netewî dida. Şemsa, anî ziman ku Murat di jiyanê de tu demê dilê malbatê ji xwe ne hişt û tu demê dilê wê jî ji kurê wê nemaye. Dayik Şemsa, anî ziman ku kurê wê dê ji bo mirovahiyê biçûya Kobanê û wiha got: “Wê ji zarokên Kobanê re şekirin cejnê û pêlîstokan bibira û wê biçûya dilê zarokên Kobanê xweş bikira.” Dayik Yurtgul da zanîn ku Murat beriya roja ku biçe Pirsûsê wê û bavê wî ew birine li termînala Qoserê li minîbusa Amedê ya dawî siwar kirine û ew oxirî Amedê kirine û got ku roja din jî serê sibê ji Amedê çûye Pirsûsê.
‘Bi xatirê te yadê…’
Dayik Yurtgul destnîşan kir ku beriya Murat bigîhîje şahadeta xwe nîv saet berê bi têlefonê pê re axiviye û wiha dom kir: “Min got kûrê min tu tu çawayî başî. Got ‘ez başim.’ Min got tu gihîştî hevalê xwe wî got ‘erê yadê ez gihîştim hevalê xwe.’ Min got tu niha çidikî? Wî jî got ‘Yadê niha nasnameyên me ji me sitendine, ji bo derbasbûna fermî qeydên me tên çêkirin.’ Ji min re got ‘Dema min pir tune ye yadê bi xatirê te. Em ê êdî derbas bibin.’ Ev bûn gotinên wî yên dawî. Dê ew bi bi destûra hikûmet û dewletê biçûna, lê mixabin dewlet bi wan re xayîn derket. Ew kesek pir ji zarokan hez dikir. Sala par jî ji bi hevalê xwe re ji bo alîkariya zarokên kesên di komkujiya Somayê de jiyana xwe ji dest dabûn, çû bû Somayê.”
‘Tişta herî jê hezdikir xwendina pirtûkan bû’
Dayik Yurtgul bilêv kir ku Murat pir ji beşa derûnîsaziyê hez dikir û wiha pê de çû: “Pir ji karê xwe hezdikir û dixwest bibe derûnsaz. Lê belê miradê wî bi vê pîşeyê nebû. Xwedê heqê me nehêle. Nehiştin lawikê min dibistana xwe xelas bike.” Dayik Yurtgul da zanîn ku kûrê wê di jiyanê de tişta herî jê hezdikir xwendina pirtûka bû û got ku kurê wê piştî temenê xwe zarokatiyê ji berxwedan û şoreşa gelê kurd fêm kiriye. Dayik Yurtgul, şîroveyên Murat Yurtgul wiha parvekir: “Digot ‘zilmê li me dikin. Me dikujin û eziyetê li me dikin. Pir neheqî li ser me pêk tê û me hemûyan talan dikin. Zimanê me qedexe dikin û girêdana me winda dikin.’ Behsa berxwedana Mazlum Dogan û Ferhat Kurtay a li zîndana Amedê ji me re dikir. Her tim dixwest di nav gel de berxwedan û têkoşînê bide meşandin. Tu demê ferq ne dixist navbera jin, zilam, bawerî, çand û netewan. Her tim daxwaz û lêgerîna maf û hiqûqî dikir.”
'Qatilê kurê min AKP ye'
Dayik Yurtgul bal kişand ser hevkariya AKP û DAIŞ’ê ku li Pirsûsê komkujî pêk anîn û polîtîkayên serokomar Erdogan, hikûmeta AKP û DAIŞ’ê di bin navê ola îslamê de ku qetliyaman pêk tînin rexne kir. Dayik Yurtgul got ku berpirs û qatilê kurê wê Serokomar Erdogan û hikûmeta AKP’ê ye.
‘Ew dildarê kurdî bû’
Hevalê Murat Yurtgul, Baran Ozuçalişir ê ji biçûkantiyê de hevalê hevin jî behsa jiyan û taybetmendiyên Yurtgul kir. Ozucalisir diyar kir ku ew Murat bi hev re mezin bûne û bi hev re jiyan kirine û got ku piştî ew li Colemêrgê zanîngehê xelas dike tayîna wî li Stenbolê derdikeve û diçe cem Murat û bi hev re di malekî de jiyan dikin. Ozuçalişir destnîşan kir ku ken, xwarin, hatin, çûyîn, şer, gotin û her tiştê wî û Murat yek bûne. Ozucalişir bi şîroveyek dirêj behsa serpêhatiyên xwe û Murat kir û wiha dom kir: “Her tim ji min re digot ‘Divê ku tiştek ku em nizanibin tune be. Divê ku em bikevin nav her tiştî û dizanibin. Eger ku em opera û bale nizanibin divê ku em wan jî fêr bibin û bizanibin ka çiye.’ Her tim pirtûk bi min dida xwendin. Min, Murat û Emrullah her tim pirtûk dixwend û di nav aktîvîteyên çand û hûnerî de cih digirt. Murat tu cûdakariyê ne dixist nav mirovan û netewan. Ji bo xebatê her tim li pêş bû û tu kêliyê ne diwestiya. Her tim di bernameyên siyasî û zimanê kurdî de cih digirt. Ew dildarek zimanê kurdî bû û xebatê wî ji bo pêşketina zimanê kurdî gelek hebûn.”
‘Bi kêfxweşî ket ser rêya Kobanê’
Ozuçalişir anî ziman ku hevalê wî Murat bi kêfxweşiyek mezin ket ser rêya Kobanê û soza di 25’ê tirmehê de dîsa vegere da. Ozuçalişir da zanîn ku zilm li ku hebûya Murat li wir serî hildada û got ku Murat ji her berxwedêr, pêşeng, rewşenbîr û nîvîskarî sûd werdigirt. Ozuçalişir da xuyakirin ku Murat ji bo pêşketina zimanê kurdî pêşenengek bû û got ku taybetmendiyên Murat ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî xwedî pêkanînên cûda bû ku ziman bi mirovan bide hezkirin bû. Ozuçalişir got ku dema wî şahadeta hevalê xwe Murat û Emrullah bihîstiye cîhana wî xera bûye û diyar kir ku wî ji canê xwe du perçe winda kiriye. Ozuçalişir di dawiya axaftina xwe de ji bo bîranîna hevalê xwe Murat ê ku ji xwendina pirtûkan hezdikir banga xwendina pirtûkan li zarok û ciwanan kir û got ku ew daxwaz dike ku li Qoserê li ser navê wî pirtûkxaneyek bê vekirin.
(fa-bg/mae)