Xebatkara 70 salî
Jina bi navê Esma Karakaş ji bo debara xwe bike ligel temenê xwe yên derbasbûyî 15 salin goran difiroş e. Karakaş, diyar kir ku ji ber kesê wê yê bixebite tune neçare ku bi xebite.
Jina bi navê Esma Karataş a 70 salî ji bo debara malbata xwe bike li ber Deriyê Rihayê ya Amedê goran difiroş e. Karataş 50 sal berê jî navçeya Liceyê koçî Amedê bû. Karataş, dayîka 4 zarokan e. Hevserê Karakaş 15 sale berê jiyana xwe ji dest da. Ji ber keça wê zewicî û 2 kurên wê jî dest ji wê berdan li cem kurê xwe yên nexweşê gurçikê û nikare bixebite dimîn e.
'Her çiqas temenê min borî be jî ez mecbûrim bi xebitim'
Karakaş, diyar kir ku xizmên wan xwedî li wan dernakevin. Karataş, anî ziman ku dem dem ji ber rawşa wan a aborî ne baş e tengasiya fatureyên av û ceyranê razînin dikşînin. Karakaş, da zanîn ku ji ber ew astengiya aborî dikşîne dixebite û wiha got: "Temenê min her çiqas borî be jî ez mecbûrim ku bixebitim. Ji ber ku tu kes tuneye bixebite, ez necar im bixebitim. Ger ku ez ne xebitim em ê birçî bimînin. Ev 15 sale ez vî karî dikim. Ev kar ji min re wekî pîşeyekê ye."
'Goreyên min erzan in'
Karakaş, bilêv kir ku gorê ew di firiroşe ji yên di maxazayan de tên firotin erzantirin û wiha axivî: "Goreyên ez difiroşim qalîteya wan wek yê maxazaya û fiyeta wan gelek erzan e. Bihayê wan di navbera 50 qrûş û 1 TL'ê tên guherîn. Goreyê min bi piranî yê bi 50 qurûşî tên firotin. Roj heye 10-15 TL qezenç dikim. Carna jî 20 TL qezenç dikim." Karakaş, diyar kir ku dema goreyên wê xelas dibe kurê wê diçe ji Entabê jê wê re tîne û wiha pê de çû: "Ji ber ku ez wan hêla nizanim nikarim biçim. Kurê min diçe tîne û goreyên xwe bi komî dikire."
'Dema rewşa hewa baş be karê min jî baş e'
Karakaş, bi lêv kir ku ji ber êdî rewşa hewayî baş nabe karê wê jî bi zehmet dikeve û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Her roj serê sibê saet ji 08.00'an heta 17.00'an ez têm vir. Êdî rewşa hewayî ser di be. Rojên ku zêde sar û baran bi bare ez dernakevim. Ji biharê heta zivistanê karê min baş e. Lê belê demsala zivistanê de pir zehmete." Karakaş anî ziman ku berê zabitayên şaredariya pirsgirêk jê re derdixistine lê niha tu kes jê re pirsgirêkan dernaxe. DÎHA (bg/ft/mae)