1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xebatên AKP'ê yên endamên sexte didome
Xebatên AKP'ê yên endamên sexte didome,xebatên,akp,ê,yên,endamên,sexte,didome

Xebatên AKP'ê yên endamên sexte didome

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - AKP'ê li gelek bajarên Kurdistanê endamên sexte çêkirin û herî dawî li Cizîrê jî gelek kes bi awayekî sexte kirin endamên AKP'ê. Welatiyê bi navê Muzaffer Balcan ligel kirin endamê AKP'ê di gelek belgeyan de jî weke xebatkarekî aktîf nîşan dan.

Piştî hilbijartina giştî nêzîk bû hikûmeta AKP'ê weke hilbijartinên din di vê hilbijartinê de dest sextekariyê kir û sextekariyên wê derdikevin holê. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê welatiyê bi navê Muzaffer Balcan bêyî agahiya wî kirin endamê AKP'ê yê Cizîrê. Balcan ji bo bibe karmendê serî li saziyeke cemaweriyê de û hînbû ku ji sala 2012'an heya niha endamê AKP'ê ye. Balcan ligel vê yekê di gelek belgeyan de weke xebatkarekî AKP'ê yê aktîf e hatiye nîşandan. Balcan hînbû ku di hilbijartinên borî de li ser navê AKP'ê hatiye peywirdarkirin û di qeydên AKP'ê yên Cizîrê de hatiye nîşandan û wiha got: "Di xebatên AKP'ê de navê min derbas dibe lê tu agahiya min ji vê yekê tuneye. Bêyî agahiya min ez kirime endamê AKP'ê. Dema min ji bo kar serlêdan kir ez hîn bûm û dema min înternetê de berê xwe dayê ji sala 2012'an heya niha ez endamê AKP'ê me."

'Endamtiya bêyî min hatî çêkirin ji bo ez têkevim kar bû asteng'

Balcan ev tişt anî ziman: "Ez tu caran nebûm endamê AKP'ê. Bêyî agahiya min ez kirime endamê AKP'ê. Bi sextekarî ev kirine. Ez çûm avahiya AKP'ê min xwest endamtiya min jê bibin. Endamatiya bêyî agahiya min çêkirin ji bo ez têkevim kar bû asteng. Ji ber vê yekê ez mexdûr im. Ez ê darbarê Rêxistina AKP'ê ya Cizîrê de serlêdana sûc bikim."

(bd/wk)