Xebatên ji bo Unîversîteya Kurdî li Amedê, bi lez dewam dikin
AMED 01.11.2013 12:16:25 Weqfa Mezopotamyayê ku ji bo yekem unîversîteya bi zimanê Kurdî perwerdeyê dide li Bakurê Kurdistanê ava bike dixebite, xwe amade dike serî li Desteya Hîndekariya Bilind (YOK)'ê bide.
Sekreterê Giştî yê Weqfa Mezopotamyayê Mahmût Tûgrûl da xuyakirin ku weqfa wan ji bo yekem unîversîteya bi zimanê Kurdî li Amedê ava bikin, xebatên xwe bi lez didomîne.
Tûgrûl diyar kir ku ji bo serlêdana YOK'ê pêwistî bi planeke stratejîk û rapora fîzîbîlîte heye û destnîşan kir ku ew plan dikin, di vê çarçoveyê de hin komxebatan organîze bikin.
Tûgrûl ragihand ku ewê di 3'ê Mijdarê de bi ekîbeke profesyonel dest bi van komxebatan bikin û got, "Di ekîba profesyonel de wê ji beşên cuda yên li Tirkiyê akademisyen cih bigirin. Di nava vê komê de wê zêdeyî 15 profesorên ku di nava wan de rektorên berê jî hene, zêdeyî 10 doçent û nûnerên cîhana kar cih bigirin û komê pêşnûmekê amade bike. Di çarçoveya biryara ji vê derê derkeve de emê roja 17'ê Mijdarê bi saziyên civakî yên sivîl re li ser vê pêşnûmeyê dest bi xebatê bikin. Di 24'ê Mijdarê de jî emê bi ekîbeke pispor a ji 20 kesan şeklê dawî yê vê pêşnûmeyê amade bikin. Di çarçoveya amadekariyên ji bo serlêdana li YOK'ê de, di bin sernavên "Malî", "Têkiliyên Derve" û "Perwerde û Lêkolînê" de me 3 komîsyon ava kirin. Di nava vê pêvajoyê de jî, emê hem binesaziya malî ya zanîngehê hem jî kadroyê hîndekarên zanîngehê amade bikin."
Tûgrûl diyar kir ku eger serlêdana wan ji aliyê YOK'ê ve were qebûlkirin ewê di demsala perwerdeyê ya 2015-16'an de herî kêm bi fakulteyekê dest bi perwerdeyê bikin û got, "Eger perwerdeya bi Kurdî li dibistanên sereratayî û navîn bê destpêkirin, hingî wê pêwistî bi mamosteyan hebe. Ji ber vê yekê, karê me yê sereke wê afirandina kadroyên perwerdeya Kurdî be."