Xebatên Komê tên astengkirin
Xebatên Koma Grava Rojê bi girtinan tên astengkirin
Endamên koma Greva Roja ku yekemîn albûma xwe bi navê Sewtê derxist, rûhevî pêkûtiyan in. Ji endamên komê Siyabent Aslan û Adil Arslan diyar kirin ku beriya ew albûmê derxînin jî ji ber stranên kurdî strîne 10 meh cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Endamên ji girtîgehê derketin vê carê jî bi hinceta ku tevlî xebatên Meclîsa bajêr a KCK'ê bûne hatin girtin. Bi girtinên dawî re xebatên komê dîsa asteng bû.
Koma Grava Rojê ku ji sala 2003'an bi mûzîkê re mijûl dibe û yekemîn albûma xwe di sala 2011'an de bi navê "Sewt"ê derxist ji ber pêkûtiyan xetereya belavbûnê dijî. Ji solîstên koma ku ji 6 kesî pêk tê Adil Arslan û Siyabent Aslan bi hinceta ku di konserekê de stranên kurdî strîne der heqê wan de 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn û piştî 10 meh di girtîgehê de man dîsa derketin û di nav komê de cih girtin. Bi tevlîbûna Siyabend û Adil komê albûma "Sewt" a ji pênc stranan pêk tê derxist. Endamên komê Adil Arslan û Siyabend Aslan piştî demeke kurt vê carê jî bi hinceta ku tevlî xebatên meclîsa bajêr a KCK'ê bûne dîsa hatin girtin û xistin girtîgehê.
Ji endamên Komê Jale Ekîncî diyar kir ku ji ber ew bi zimanê xwe hûnerê dikin rastî pêkûtiyan tên û got; "Operasyon çawa ku xebatên saziyên din tesîr kir, bi heman awayî xebatên me jî tesîr kir. Ji endamên koma me Siyabend Aslan û Adil Arslan ji ber 2 sal beriya niha bi zimanê xwe stranên kurdî strîn hatin girtin. Qasî salekê di girtîgehê de man. Tevî vê yekê jî em xebatên xwe yên hûnerî bi zimanê xwe dê pêşve bibin. Hema hema 4-5 doz li her yek endamên koma me vekirine. Niha hevalên me Siyabend û Adil di girtîgehê de ne. nediyar e ka dadgeh dê wan kengî bigire."
'Stranên kurdan jî tên astengkirin'
Nuroj Tezel jî anî ziman ku ew mereq dikin ka hevalên wan bi kîjan sedemê tên sûcdarkirin û wiha axivî: "Di bin navê KCK'ê de hatine giritn. Em mereq dikin dê çi bixin nava îdîanameyê. Ji ber ku tişteke ku pê bên sûcdarkirin nîn e. Çawa ku dixwazin pêşiya siyasetmedaran bigirin, çawa ku rojnamevanan digirin û dixwazin sedemê di tarîtiyê de bihêlin, bi heman awayî li hemberî hûnermendên kurd jî dixwazin bendan çêbikin. Dibe ku hevalên me yên komî girtî bin lê em ê xebatên xwe bidomînin. Ya ku di kesayeta Siyabend û Adil de dixwazin bikin dê biser nexînin."
'Em ê li ser albûma duyemîn bixebitin'
Endama komê Sultan Tezel jî destnîşan kir ku ji bo albûmeke nû derxînin wan dest bi xebatê kirine û diyar kir ku heke hevalên wan serbest bên berdan dê albûma xwe bidawî bikin. Tezel got; "Em ê di albûma duyemîn de hewl bidin ku rengê komê biteyîsînin. Em ê rengê xwe biteyîsînin." Arslan û Aslan jî bi riya nameyekê diyar kirin ku ew dema ji girtîgehê derketin dê xebatên albûma duyemîn dîsa destpê bikin û anî ziman ku tevî hemû astengiyan jî ew ê xebatên xwe bidomînin.
(ak)