Xebatên sendîkayê bûn xebatên 'KCK'ê'
Xebatên sendîkayê bûn xebatên 'KCK'ê' mîtîng jî bûn serhildan!
ALPER ATALAY Îdîanameya 9 jinên KESK'î yên di 13'ê sibatê de hatin binçavkirin û hatin girtin ji aliyê 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere ve hate qebûlkirin. Di îdîanameyê de xebatên KESK'ê yên sendîkal weke xebatên "KCK'ê" hatin nîşandan û mitîngên kedkaran jî weke "amadekariyên serhildanê" hatin nîşandan.
Li Enqere di 13'yê sibata 2012'yan de li hemberî KESK û sendîkayên girêdayî KESK'ê operasyon hatibû lidarxistin û di encama operasyonê de Nûnera Kargehê ya SES'ê Ozden Ozmen, Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, Sekretera Jinê ya KESK'ê ya berê Songul Morsumbul, Endama Egîtîm Sen'ê ya Hejmara 1 Hatîce Beydîllî Kahraman, Sekretera Jinê ya Şaxa SES'ê ya Enqere Nurşat Yeşîl, Rêvebera KESK'ê ya berê Belkis Yurtsever, Sekretera Jinê ya Tum Bel-Sen'ê Guler Elveren, Sekretera Jinê ya SES'ê Bedriye Yorgun, Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hejmar 1 Evrîm Ograş, Rêvebera Şaxa SES'ê ya Enqere Hulya Mendîllîoglu, Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqere Nezahat Asrav, Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqere Meral Hiz, Endama Şaxa SES'ê ya Enqere Nurşat Yeşîl, Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hejmara 2 Guldane Erdogan, Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hejmar 2 ya Enqere Leman Kiraz û Endama Egîtîm Sen'ê Şefîka Şîmşek, bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn binçavkirin. Ji jinên hatin binçavkirin Sekretera Jinê ya KESK'ê Canan Çalagan, Endama Egîtîm Sen'ê ya Hejmara 1 Hatîce Beydîllî Kahraman, Sekretera Jinê ya Şaxa SES'ê ya Enqere Nurşat Yeşîl, Rêvebera KESK'ê ya berê Belkis Yurtsever, Sekretera Jinê ya Tum Bel-Sen'ê Guler Elveren, Sekretera Jinê ya SES'ê Bedriye Yorgun, Endama Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hejmar 1 Evrîm Ograş, Rêvebera Şaxa SES'ê ya Enqere Hulya Mendîllîoglu û Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Hejmara 2 Guldane Erdogan ji bi sûcdariya "Endamên rêxistinê ne" hatibûn girtin. Îdîanameya der heqê jinên kedkar de hate amadekirin li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere hate qebûlkirin.
Seroka giştî û sekretera giştî sûc e!
Di îdîanameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqere ve hate amadekirin de xebatên sendîkayê weke sûc hatin nîşandan û kedkarên hatin girtin jî weke di nav "KCK'ê" de cih girtin û li gorî fermanên wê xebatên sendîkayê meşandin. Di îdîanameyê de hate îdîakirin ku "KCK'ê" biryara jin di nav xebatên sendîkayê de bi hêz rol bigirin. Di îdîanameyê de Sekretera Giştî ya SES'ê Bedriye Yorgun a ku demekê Serokatiya Giştî ya SES'ê kir û Sekretera Giştî ya Tum Bel-Sen'ê Guler Elveren jî weke sûc hatin nîşandan. Di îdîanameyê de meşa aştiyê ya jinan a ku di 8'ê tebaxa 2009'an de li Zozan Berçelan pêk anîn weke sûc hate nîşandan. Di îdîanameyê de agahiyên Dr. Zekaî Tahîr Burak û Sekretera Jinê ya Şaxa SES'ê ya Enqere yên ji bo xebatên sendîkayê hatin girtin weke sûc hatin nîşandan û xebatên Konferansa Kedê ya Demokratîk jî weke xebatên "KCK'ê" hatin nîşandan.
Gotina operasyon bila rawestin sûc e!
Di îdîanameyê de beşa têkildarî Sekretera Giştî ya SES'ê Bedriye Yorgun de gerên têkildarî xebatên sendîkayê yên li bajarên din pêk anîn weke sûc hatin nîşandan. Di îdîanameyê de axaftina Yorgun a ku di civîna di 25-26'ê tîrmeha 2009'an de ya têkildarî operasyon bên rawestandin weke sûc hate nîşandan. Di beşa têkidarî Yorgun de têkoşîna kedê ya li hemberî pêkanînên hikûmeta AKP'ê jî weke "amadekariyên serhildanê" hatin bidestgirtin. Di îdîanameyê de îdîayên di derheqê Yorgun de hemû ji hevpeyvînên rojnameyan û daxuyaniyên bi destur pêk tê. Di îdîanameyê de daxuyaniya Meclîsa Aştiyê ya di 18'ê îlona 2010'an a bi ser navê "Bila operasyon rawestin û muzakera dest pê bikin", çalakiya dayîkên aştiyê ya di 11'ê tebaxa 2009’an de li Kizilayê û xebatên Forma Civakî ya Mezopotamyayê weke xebatên îlegal hatin nîşandan.
Rêbaze nas: Îxbara maîlê
Di îdîanemeyê de beşa têkidarî Sekretera Giştî ya Tum Bel-Sen'ê Guler Elveren de jî maîla di 6'ê gulana 2009'an saet di 18.40’an de ji Midûriyeta Polîsan a Enqere re hat a ku Guler Elveren jî di nav de dê li Amedê tevlî civîna "KCK/TM-DEK" bibe hate nîşandan. Di îdîanameyê de der heqê Elveren de çalakiya "Mertalên Zindî" ya li Berçelan a bi slogana "Ji bo aştiyê tu jî gotinekê bibêje" weke sûc hate nîşandan û civînên sendîkayê jî weke "Civînên ji bo rêxistinkirina KCK'ê" hatin nîşandan.
Pirtûka DÎHA’yê DİYAFRAM jî delîl e!
Li aliyê din pirtûka Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê ya bi navê DIYAFRAM a ji wêneyan pêktê ya li mala Guler Elveren hate dîtin weke dîlel hate nîşandan. Di îdîanameyê de beja ji bo Guldane Erdogan jî hate amadekirin çalakiyên ji bo azadiya Sekretera Jinê ya SES'ê ya Enqere Seher Tumer weke sûc hatin nirxandin. Di beşa Sekretera Giştî ya KESK'ê Canan Çalagan jî tevlîbûna rûniştina Lamî Ozgen weke sûc hate nîrxandin.
Li gorî dozger xebatên sendîkayê xebatên ‘KCK’ê' ne!
Di îdîanameyê de beşên têkildarî jinên kedkar ên din de hatin amadekirin jî piranî xebatên sendîkayê ne û hemû xebat weke xebatên "KCK'ê" hatin nixandin.
265 sal cezayê girtîgehê tê xwestin
Di îdîanameyê de ji Sekretera Giştî ya SES'ê Bedriye Yorgun re bi giştî 45 sal cezayê girtîgehê tê xwestin, ji Guler Elveren û Guldane Erdogan re jî ji her yekî 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin û ji kesên din re jî ji her yekî re 15 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Ceza ji îdîayên "Endamtiya rêxistinê û propagandeya rêxistinê" tê xwestin.
Rûniştina jinên KESK’î di 24'ê cotmehê dê li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqere bê dîtin.
(bd/mae)