"Xebatên xwe yên meclîsê rawestînin"
Li Colemêrgê operasyonên tên lidaxistin û 24 cenazeyên li Meletiyê têne rawestandin bi çalakiya rûniştinê hate şermezarkirin û Platforma Demokrasiyê ya Geverê jî banga "xebatên komîsyonên meclîsî û meclîsê rawestinên vegerin herêmên xwe yên hilbijartinê" li parlamenterên BDP'î kir.
Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê ji bo ku mirinên têne jiyîn bi dawî bibe çalakiyeke rûniştinî hate li dar xist. Gelek kesên ku li ber avahiya BDP'ê ya paçê reş û ku li ber 24 qurnefîl heye kom bûn bi pankartên "an serokeke azad an civakeke bûye goga agir" û "tovên azadiyê ku li vê axê hatiye çandin bi çekên kîmyewî nikare bê tunekirin" ve dest bi meşê kirin. Girseyê wêneyên HPG'iyên ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane rakirin û dirûşmên "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" "Ey şehîd riya te riya me ye" "Ji bo azadî şer şer şer" berz kirin. Meş li ber li şaredariyê bi dawî bû û Serokê BDP'ê ya Navçeya NAvendî Fîkret Erîk axivî û got ku hikûmeta AKP'ê li dijî kurdan şerê topyekun daye destpêkirin.
Erîk banga "hûn nikarin gelê kurd bi kuştinan ji têkoşîna mafdar qût bikin"kir û wiha axivî: "Bi qêrînên tolhildanê, bi zêdekirina operasyonên leşkerî û siyasî hûn nikarin kurdan ji têkoşîna wan a mafdar qut bikin. Hikûmeta AKP'ê ji ber ku li hemberî şervanên azadiyê bi ser keve, partîzanên me rehin digire. Ma ne bes e. Divê 40 hezar kesên din bimirin. Evqas pereyên ku ji bo şer hate xerckirin ne bes e. Êdî em ji Serokwezîr û Serokomarê ku daxuyaniyên tolhildanê didin aciz bûne."
Erîk xwest ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gel bê rakirin, operasyonên siyasî û leşkerî bêne rawestandin, kesên hatine girtin bêne berdan.
Piştî daxuyaniyê 5 deqîqe çalakiya rûniştinê pêk hat û bi xwendina sirûda Çerxa Şoreşê belav bûn.
Ji Platforma Demokrasiyê ya Geverê ji bo BDP'ê bangawazî
Platforma Demokrasiyê ya Geverê jî li avahiya BDP'ê ya Geverê daxuyanî da çapemeniyê. Endamê MP a BDP'ê Osman Dara, şaredarên BDP'î, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar, KCD, BDP, Meclîsa Bajar, KURDÎ-DER, Navenda Çandê ya Geverê, MEYA-DER, YDG-M, DOKH, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, ÎHD, KESK û DÎSK beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê Platformê Rustem Demîr axivî û wiha got: "Di pirsgirêka kurd de ji bo çareseriyê derkef derketibûn holê lê hikûmeta AKP'ê bi tecrîda li dijî Birêz Ocalan û operasyonên leşkerî û siyasî ev pêvajo xetimand. Ji bo ku pêvajo careke din nerm bibe û muzakere bidome BDP tevli xebatên Meclîsê bû. Lê bi çûyîna parlamenteran ev operasyonên qirkirinên siyasî zêdetir bûn."
Demîr bilêv kir ku Serokomar Abdullah Gul peyama qetlîaman da û AKP û artêş her fersendê dibîne operasyonên leşkerî û siyasî zêde dike.
Platformê di dawiya daxuyaniyê de banga "em wekî Platforma Demokratîk a Geverê dixwazin hemû gelê me yê Geverê li dijî wan operasyonên îmhayê tevli têkoşîna demokratîk bibin" kir û ji bo BDP'ê jî got bila parlamenter xebatên meclîsê bide sekinandin û vegerin herêmên xwe yên hilbijartinê. DÎHA (sa)