1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Xelat çima jê hat stendin?
Xelat çima jê hat stendin?,xelat,çima,jê,hat,stendin

Xelat çima jê hat stendin?

A+ A-

MAXÎME AZADÎ - BRUKSEL -ANF Xelata çapemeniya azad a Îtalî "Ilaria Alpi" ya ji nûçegîhana ANF'ê Zeynep Kûray re hat dayîn, jê hat stendin û ji rojnamevanekî din re hat dayîn. Rojnamevanê Îtalî Marco Cesarîo ku di pirtûka xwe ya bi navê "Sansur: Censura. Li Tirkiyê rojnamevanî" cih da Kûray, da xuyakirin ku xelat ji ber têkiliyên aboriyê yên bi Tirkiyê re, şûn ve hatiye stendiye. Rojnamevan Zeynep Kûray jî ku ji ber qedexeya derketina derve mexdûriyeta duyemîn dijî got, "Min fêm nekiriye ka çima xelat şûnve hatiye stendin." Rojnamevanên Îtalî, ji bo Zeynep Kûray xelateke alternatîf organîze dikin.

Xelat, li ser bîranîna rojnamevaneke hatiye kuştin, cara 19. e tê dayîn. Dema Ilaria Alpi hat kuştin, di ti manşetên medyayê de cih girtibû. Lê belê yên çarenûsa wê ya trajîk nas dikirin, dilsoziya wê ya bi rojnamevaniyê baş dizanî. Xeteriyên ew pê re rû bi rû mabû, parçeyek ji vî pişeyî bûn. Dema berdêla wêrekiya xwe da jî 33 salî bû. Kesên nasname nediyar, di 20'ê Adara sala 1994'an de ew li Mogadîşû kuştibûn.

Di sala Ilaria Alpi hat kuştin de, rojnameya Ozgur Ulke di 2'ê Kanûnê de bi fermana Serokwezîra wê demê ve yekser hatibû bombekirin. Ji salên 90'î û vir ve zêdeyî 70 rojnamevanên Kurd hatin kuştin. Di nava 10 salên dawî de jî, medya Kurd bû hedefa bingehîn a êrîşan. Piraniya rojnamevanên îro li girtîgehan tên ragirtin, xebatkarên medya Kurd in. Zeynep Kûray jî di nava van de cih digirt. Ev berdêl jî, parçeyek ji pîşeyên erdnîgariya ew lê dijîn e.

BÊHURMETIYA LI BÎRANÎNA ILARIA ALPI!

Ji bo jîndarkirina bîranîna rojnamevana Îtalî Alpî, organîzator xelata Ilaria Alpi didin. Lê belê bi vegerandina xelata ji Zeynep Kûray re hat dayîn, gelo ne xiyaneteke li bîranîna Alpi?

Rojnamevan Marco Cesario ku di pirtûka xwe ya bi navê "Sansur: Censura. Li Tirkiyê rojnamevanî" bi taybetî cih dide Zeynep Kûray, da xuyakirin ku biryara juriya Xelata Navnetewî ya Ilaria Alpi, di warê rojnamevaniyê de biryareke gelekî giran e. Jurî, Zeynep Kûray ji pirtûka Marco Cesario nas kiribû.

Juriya Xelata Ilarîa Alpî, cara yekemîn ji Marco Cesario re mailek şand û diyar kir ku wan Zeynep Kûray hêjayî xelatê dîtine. Cesario ji ANF'ê re peyivî û got, "Juriya Xelata Navnetewî ya Ilarîa Alpî, ji min re nameyek şandin û diyar kirin ku wan Zeynep Kûray ji bo xelata azadiya çapemeniyê ya 2013'an hilbijartin e."

Cesario da xuyakirin ku li ser vê yekê ew li Zeynep Kûray geriyaye, lê ji ber qedexeya derketina derveyî welat ew nikare bi xwe were xelatê yekser teslîm bigire. Ya piştî vê jî Zeynep Kûray anî ziman: "Dema hevalê min Marco ji min re got, ku min ji Îtalyayê xelateke gelekî girîng û bi prestîj stendiye, ez kêfxweş bûm. Dema ji min pirsî ka ji bo wergirtina xelatê ezê karibim biçim Îtalyayê yan na, min jî jê re got; ji ber biryara dadgeyê ya qedexeya derketina derveyî welat ez nikarim werim, lewma min xwest ew xelatê bistîne."

Di operasyona herî mezin a dîrokê ya polîsan de, di Kanûna sala 2011'an de Zeynep Kûray yek ji 49 rojnamevanên hatin binçavkirin bû û tevî bi dehan hempîşeyên xwe hatibû girtin. Dema girtîbû jî, ji girtîgehê nûçe çê kir û tevî ku di 26'ê Nîsana sala 2013'an de hat berdan jî, darizandian wê ya li gel rojnamevanên din dewam kir. Der heqê Kûray de biryara qedexeya derketina derveyî welat heye.

BIRYARA ŞAŞWAZÎ YA JURÎ

Ev qedexeya derketina derve ya Zeynep Kûray, wateyeke din li vê xelatê bar dikir. Lê belê ev biryara berovacî ya jurî, rê li ber şaşwaziyê vekir. Cesario got, "Jurî, ji ber ku hînbû ku Zeynep nikare were şexsê bê xelatê bigire, xelat da rojnamevanekî din."

Cesario da xuyakirin ku ev xelat ji aliyê UniCredit ve tê fînansekirin ku li Tirkiyê xwedî gelek hevkariyane û got, "Ji bo pê re roportajê bikin, pêwistiya wan bi rûyekî heye. Ji ber ku Zeynep nekarî amade be, nêrîna xwe guhertin."

Piştî ku Cesario der heqê ve skandalê de gelek nûçe weşand, juriyê daxuyaniyeke nû da û îdîa kir ku Zeynep nehatiye hilbijartin lê di nava "namzetên gengaz" de cih digirt. Cesario got, "Ev ne rast e. Ji xwe min maila ku tê de dibêjin wan Zeynep hilbijartine, ji ajansa nûçeyan a Îtalî Ansa re şand û hat weşandin. Ji ber sedemên dîtnewî û aboriyê, nêrîna xwe guhertin. Lê ev yek ji bo xelateke rojnamevaniyê, biryareke giran e."

ROJNAMEVANÊ ÎTALÎ LI ZEXTÊ RAST HAT

Rojnamevanê Îtalî da xuyakirin ku ew li zexta Komîteya Xelatê ya Ilaria Alpi rast hatiye û got, "Min tewanbar kirin, ku ez zerarê didim Xelata Ilaria Alpi, agahiyên veşartî diweşînim û xelatê reş dikim. Dûre jî ji bo ez behsa sansura li Tirkiyê bikim, bang li min kirin ku beşdarî merasîma xelatê bibim."

Bersiva rojnamevan a li vê vexwendinê jî dereng nema: "Min ji wan re got, eger di warê sembolîk de be jî diyar bikin ku ew xelatê didin Zeynep, ezê tevlî bibim. Ji xwe bi vê bûyerê re rojnamevaniya li Îtalya û bîranîna Iliara Alpi hat qirêkirin."

WÊ JI ZEYNEP KÛRAY RE XELATA ALTERNATÎF BÊ DAYÎN

Cesario diyar kir ku juriyê qebûl nekiriye ku xelata sembolîk bide Kûray û anî ziman ku kolektîfa ji komeke rojnamevanan xwe amade dike xelata azadiya çapemeniyê bidin Zeynep Kûray. Cesario got, "Ev xelata alternatîf wê bi armanca şermezarkirina helwesta skandal a Xelata Alpi bê dayîn."

Zeynep Kûray, destguhertina xelatê ji Marco Cesario bihîst û got, "Min ev bûyer mezin nekir, ji ber ez nûçeyên xwe ji bo standina xelatan çê nakim. Ji bo rastî derkevin holê nûçeyan amade dikim. Lê eger ev xelat ji ber mexdûriyetê ji min re hatibe dayîn, hingî çima ji ber mexdûriyeteke duyemîn ji min tê stendin. Min ev fêm nekiriye."


Bêjeyên Miftehî