1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xelata 23 Nîsanê!..
Xelata 23 Nîsanê!..,xelata,23,nîsanê

Xelata 23 Nîsanê!..

Li Edeneyê xelata 23'yê Nîsanê: Lêdan+binçavkirin+îşkence!

A+ A-

Li Edeneyê komeke ciwanan ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin çalakî lidar xistin. Di encama mûdaxaleya polîsan de gelek zarok hatin derbkirin û binçevkirin.

Li navçeya Yuregîra Edeneyê komeke ciwanan xwestin tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin li taxên 19 Mayis û Anadoliyê lihev civiyan û rê ji trafîkê re girtin. Ciwanan ji bo dilsoziya xwe ya bi Ocalan û PKK'ê re vedibêjin qêriyan û posterên Ocalan bilind kirin. Piştî demekê polîsan cade dorpêç kirin û bi bombeyen xazê û ava şid êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan xwe jî xwe bi keviran parastin. Di bûyerên ku li ser mûdaxaleya polîsan destpê kiriye de polîsên ku ketin kolanan zarok derp kirin û xisin binçavan. Hin zarokên ku li qereqola polîsan a li koprubaşıyê îfade dan jî serbest hatin berdan.

'Zarok ji mirinê filitîn'

Ji zarokên hatine binçavkirin C.U. (15), diyar kir ku dema ku ew diçû kargeha xwe ya li goristana Asriyê bi hinceta ku puşî ser milên wî heye ji aliyê tîmên tevgera taybet ve hatine binçavkirin û lêdan. C.U. anî ziman ku polîsan ew birine nexweşxana dewletê ya Çukurovayê û got; "Piştî îşkence li min kirin ez birim nexweşxaneya Çukurovayê û li wê derê ez tedawî kirim. Piştî tedawiya min xilas bû ez teslîmî malbatê kirin. Şopa derbê li ser bedenê hemû zarokên hatin binçavkirin heye. Elektrîk dan min. Ez ji mirinê filitîm. Li ser hemû bedenê min şopa derbê heye. Ez ê dozê li polîsan vekim. Ji ber ku gelekî li min xistin, niha rewşa min nebaş e.

(ak)


Bêjeyên Miftehî