Xelata Aştiyê dane Ocalan
Buroya Aştiyê ya Navneteweyî ya Îtalyayê (IPB), Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêjayî xelata aştiyê dît
ROMA - ANF Buroya Aştiyê ya Navneteweyî ya Îtalyayê (IPB), Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêjayî xelata aştiyê dît.
Der barê mijarê de li ser navê IPB daxuyaniyek hat dayîn û hat ragihandin, ku bi vê xelatê re di heman demê de tê xwestin, ku çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd mayînde bibe.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 16 sal in li Îmraliyê di nava tecrîdê de ye û tevî vê yekê jî ji bo çareseriya aştiyane projeyan pêşkêş dike û dikeve nava hewldanan. Em van proje û hewldaên ji bo çareseriya aştiyane destek dikin. Kurd, tevî cihêrengiya etnîkî jî hewl dide bi hev re û di nava aştiyê de bijîn. Ev yek li Rojhilata Navîn modeleke bêhempa ye. Ocalan jî berdevkê vê projeyê ye.
Kurd di nava şert û mercên herî zehmet ên Rojhilata Navîn de li dijî êrîşên DAIŞ'ê û zextên din têdikoş in. Ji bo destekê bidin têkoşîna azadiyê ya Kurdan, em sembolê Tevgera Kurd ê dijî Ocalan, ji ber tevkariya xwe ya li aştiyê hêjayî xelata aştiyê dibînin.
Di nava 20 salên dawî de gelê Kurd û têkoşîna azadiyê kişandiye ser zemîneke nîqaşa polîtîk. Avabûna HDP'ê nîşaneyeke vê yekê ye. Di çarçoveya kampanya ji bo azadiya Ocalan a li qada navneteweyî de, 10 mîlyon 264 hezar îmze hatine komkirin. Lê belê kesî guh nedaye vê bangê. Yek ji sedemên desteka IPB ji bo vê kampanyayê; xurtkirina eleqeya navneteweyî ya li ser mijarê ye. Bi dayîna vê xelatê ji bo Ocalan re em dixwazin li qada navneteweyî destekê bidin gelê Kurd."
Tê plankirin ku Xelata Aştiyê, di 12. Konferansa Ewropa, Tirkiye û Kurd a EUTCC a Navneteweyî de, ku wê di 26-27'ê Çileya 2016'an de bê lidarxistin, were dayîn.
IPB Îtalya her wiha di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de dabû xuyakirin, ku ew destekê didin Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş.