Xelata Nobelê ya Fizîkê dane Parçika Higgs´ê
Xelata Nobelê ya Fizîkê dane vedîtina Parçika Brout-Englert-Higgs ´ê ku ravekirina sedema hebûna gumlat ango loga parçikên mîna proton an jî elektronê ye.
Akademiya Swêdê Xelata Nobelê ya Fizîkê, da teorîsyenê Zanîngeha Azad a Brukselê François Englert´ê 81 salî û ji Zanîngeha Edimbourgê Peter Higgs´ê ingiliz ê 84 salî ku Parçika Higgs´ê vedîtin.
Parçika Brout-Englert-Higgs´ê vegotina vê yekê ye ku di nav mekanîzmayekê de, parçikên din çima xwedî hebûna gumlatê ne. Ev parçika hatiye dîtin, parçeya herî dawî ya pazila Modela Standartê ye ku ew jî ravekirina tevgera navxweyî ya hemû parçik û hêzên bingehîn e.
Ji ber vê yekê jî, mekanîzmaya Parçika Higgs´ê, li ser terîfkirina Modela Standart hat zêdekirin ku sedema hebûna gumlatan rave dike.
Tişta ku mîna qada Higgs´ê tê binavkirin, seranserê qada gerdûnê terîf dike. Parçika Higgs´ê jî, rewşa komî ya di nav vê qada gerdûnê de ye ku di encama hin hişyarkirinên derketine holê de, li yek ciyekî bi tenê kom bûne.
Pevajoyên cuda yên vê iskeleya xwedî teorî û ceribandinê, gelek caran Xelata Nobelê wergirt: 1969, 1979, 1984, 1992, 2004. Fransçois Englert û Peter Higgs, bi dorê di mehên tebax û îlona sala 1964an de modela ku gumlata parçikan rave dike weşandin. Robert Brout jî ku bi Englert re îmzeya xwe avêtibû binê vê xebatê, di sala 2011an de jiyana xwe ji dest da. Her sê fizîkvan jî, di sala 2004an de hêjayî Xelata Wolfê hatibûne dîtin. Bi dayîna Xelata Nobelê re jî, nîqaşên li ser xwediyê esasî ya teoriya vê modelê kî ye, bi dawî bûn.
Fizîkvanên mîna G.S. Guralnik, C.R. Hagen û T.W.B. Kibble, gelek caran desteka xwe ya vê modelê diyar kiribûn.
Amîda Kurd