'Xelata Olof Palme' dan parêzvana mafê mirovan Taikon
STOCKHOLM 07.01.2014 11:23:27 Bi wesîleya bîranîna Serokwezîrê Swêdiyê Olof Palma yê ku di 29’ê Sibata sala 1986’an de di encama êrîşekî çekdarî de jiyana xwe ji dest da, 'Xelata Olof Palme' ya ku her sal tê dayîn îsal dan romannivîs û parêzvana mafê mirovan Rosa Taikom.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku di Fona Olof Palmeyê de hat kirin de hat diyar kirin ku Taikon bi salan ji bo parastina mafên mirovan û wekheviya mirovan xebat kiriye û Taikon bi Romanên xwe 50 salan mafê hemwelatîbûn û çandê parastiye.
Hat destnîşan kirin ku ji ber ku Taikon li Swêdê û ji derveyî welat de di nava civakê de xebat ji bo mafê mirovan kiriye hatiye deştnîşan kirin.
Rosa Taikon di sala 1926’an de li Swêdê ji dayîk bûye û bi Nivîs û Romanên xwe yên di derbarê parastina mafê mirovan de tê naskirin û wişka KatarinaTaikonê di sala 1995’an de jiyana xwe ji dest daye.
Rosa Taikon di salên bûrî de di Parlementera Swêdê de bi beşdarbûna gelek parlementeran panelek li ser mafê mirovan li derxistî bû û di palêndê dewleta Swêdê bi nîjaperstiyê guneh bar kirî bû.