1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Xelatên nivîskariya şanoya kurdî hatin dayîn
Xelatên nivîskariya şanoya kurdî hatin dayîn,xelatên,nivîskariya,şanoya,kurdî,hatin,dayîn

Xelatên nivîskariya şanoya kurdî hatin dayîn

A+ A-

AMED 26.06.2014 13:30:53 Di 4. Pêşbirka Nivîskariya Şanoya Kurdî ya Ebdurrehîm Rehmî Hekarî de xelat hatin dayîn. Lîstika “Destê Şeş Tilî” ya Ehmed Osmanê ku ji zindanê beşdar bûye, hêjayî xelata yekemîn hate dîtin.

Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pêşvebirina nivîskariya tesktên şanoya kurdî ev sala çaran e ku pêşbirkekê li dar dixe. Xelatên pêşbirka îsal piştî lîstika Mem û Zînê ya li Qesra Cemîlpaşa hatin diyarkirin û dane xwediyên wan.

Pêşbirka ku Desteya Hilbijêr ji Yavuz Akkuzu, Rûgeş Kırıcı, Şexmûs Sefer, Keval Sidqî û Sidar Jîr pêk dihat, çar xelatên mansiyon, yek a Juriya Taybet û xelatên serketiyan danê.

Merasîma xelatê ji aliyê Rûgeş Kirici û Sîdar Jîr ve hate kirin û Rabîa Heybetoglu bi lîstika “Ferman” hêjayî xelata Taybet a Jûriyê hat. Xelat Derhênerê Hunerê yê DBŞTê Mehmet Gunduz da. Mehmet Emîn Yalçinkaya bi lîstika “Av û Ar” hêjayî xelata mansiyonê hate dîtin û xelata xwe ji destê Hevşaredarê Sûrê Seyît Narîn stend. Garip Akil jî bi lîstika “Çewtistan” xelata mansiyonê ji destê stranbêj Nurcan Degirmencî wergirt. Lîstika Bora Çelik a bi navê “Wareyê Xerzan De Eşqêk” a zazakî jî xelata xwe ji destê nivîskar Remziye Arslan girt. Her wiha lîstika bi navê “Donkîşot” a Zana Mazak ê girtî hêjayî xelata mansiyonê hate dîtin û xelat Felat Ozsoy da malbata wî.

Çetoyê Zêdo bi lîstika “Siltanê Fîlan” hêjayî xelata sêyemîn hate dîtin û xelata xwe ji destê Hevşaredara Bismilê Cemile Eminoglu wergirt. Lîstika “Marmarokan Bikujin” a Dilber Hêma jî hêjayî xelata duyemîn hate dîtin û lîstikvan Vural Tantekîn ser navê nivîskarê xelat ji destê Hevşaredar Bîrsen Kaya Akat wergirt.

Her wiha xelata yekemîn jî lîstika “Destê Şeş Tilî” ya Ehmed Osman wergirt. Endama Meclisa HDPê Meral Daniş Beştaş ji bo xelatê bide malbata Osman wergirt. Beştaş, spasiya amadekarên pêşbirkê kir û hêvî kir ku rojeke zûtirîn tu kes di zindanan de nemîne. Beştaş got, “Bi berxwedanê wê zindan vala bibin. Emê jî xwedî li ziman, çand û dîroka xwe derkevin û têkoşîna xwe geş bikin."