Xelayê mirinê li Amedê - 1840
Sal 1840-41, Li Diyarbekir Xela û Mirina 5.000 Kurdî
Dr. Felat Dilgeş
Horatîo Southgate, carekê di sala 1838an de, careke din jî di sala 1841an de, di navbera sê salan de du car Kurdistanê ziyaret dike. Nivîskar, çavdêriyên xwe yên gera duduyan di kitêba bi navê “Çîroka Zîyareta Dêra Suryanî (Aqûbî) ya Mezopatamya” (Narrative of a visit to the Syrian [Jacobite] Church of Mesopotamia) dinivîse. Yekem car li sala 1856an ji aliyê Dana and Company ve li New Yorkê tê çapkirin. Çapa di destê me de, li sala 2003an ji aliyê Gorgias Pressê ve li New Jersey hatiye çêkirin.
Horatîo Southgate, di 7ê Gulana 1841an de ji Stenbolê bi gemiyekê ber bi Trabzonê ve bi rê dikeve. Gemî di 9ê Gulanê de digihîje Sînopê, her eynî rojê êvarê di Samsûnê re derbas dibe û di 10ê Gulanê de digihîje Trabzonê. Hê gava ku li Stenbolê ye, Horatîo Southgate fermannameyekê ji desthilatdarên dewleta Osmanî distîne, da ku di gera wî de paşa û waliyên her herêmê jê re bibin alîkar û kes jê re zehmetiyê dernexe, herwiha bikaribe li her derê ji bo xwe muhafizan jî rayî bike.
Bi awayê ku ji kitêba wî tê fêmkirin, Horatîo Southgate li Amerîka keşe ye û di hatina xwe de, ji bo ku dêrên xirîstiyanan jê re bibin alîkar, nameyekê ji berpirsiyarên dêra xwe jî bi xwe re tîne. Ji ber ku carekê di 1838an de jî hatiye, cara duduyan pirr zehmetiyê nakşîne, çunke êdî hin nasên wî jî li derên ku berê ziyaret kiriye, çêbûne. Horatîo Southgate, di kîjan bajar û qesebeyê re derbas bibe, salixê wê derê dide, di derheqê nufûsa bajêr a xirîstiyan û misilman de, li gor texmîna xwe hejmara ermenî, suryanî, rûm û cihûyan jî dide. Hema bibêjin ji serî heta bi dawiya kitêbê qala kurdan û Kurdistanê tê kirin. Nivîskar bi dehan car gotina “Kurdistanê” bi kar tîne, ji rewş û jiyana kurdan, ji mêvanperweriya wan qal dike.
Piştî ku bi gemiyê ji Stenbolê tê Trabzonê, Horatîo Southgate ji wê derê pê ve êdî bi welaqan, bi hesp û hêstiran riya xwe berdewam dike. Di vê rêwîtiyê de zilamek rûm ê ku navê wî Basîl e, wek tercuman bi wî re digere. Belê li her bajarî, Horatîo Southgate, li gor hewcedariya xwe çend muhafizan jî digire.
Horatîo Southgate ji Trabzonê derbasî Gumuşxaneyê dibe, ji wê derê tê Sîwasê, ji Sîwasê tê Hekîmxanê, ji Hekîmxanê tê Xarpêtê, ji wê derê tê Madenê, ji Madenê tê Erxenî, ji Erxenîyê tê Diyarbekir. Hê gava ku ew li Gumuşxaneyê ye waliyê wê derê jê re dibêje ku li Diyarbekir xela heye. Hê li Erxenî, Horatîo Southgate bi rûyê tal ê xelaya ku di nav kurdan de ye dinase. Bi vê gera Southgate em hîn dibin ku di sala 1840-41an de li Diyarbekir û der û dora wê, heta li Mêrdîn û Nisêbînê xelayek giran a ku miletê kurd dişkîne heye. Tam di vê demê de Bedirxan Begê Botî li Cîzîrê û der û dora wê li ser hukum e û ev dever dema xwe ya zêrîn dijî.
Horatîo Southgate, ji Diyarbekir tê Mêrdînê, ji wê derê tê Nisêbînê, ji Nisêbînê derbasî Mosilê dibe, ji Mosilê tê Zaxoyê, ji Zaxoyê jî tê Cizîrê. Gava ku ji Zaxoyê dixwaze were Cizîrê, li ser rê tê gundekî bi navê Bîtouna, li wir di navbera wî û axayê gund de sohbetek wisa çêdibe ku em ji vê sohbetê li ser rewşa Cizîra Botan a wê demê, ku Bedirxan Beg li ser kar e, agahiyên hêja bi dest dixînin.
Horatîo Southgate wiha dinivîse:
" Me xwarinê xwar, sohbeta xwe kir, me xwe vezeland û heta sibehê em bêdeng razan. Hingê gundiyan ez bi du zilamê peya verêkirim. Wan dê ez bibirama gundê bi navê Hadîd, ku du saet dûr bû û min ê ji bo wan li wir hesp rayî bikira. Li gundê Hadîd ku yê misilmanan e hesp tune bûn. Em rabûn çûn gundekî din bi navê Bîtouna, bi qasî çend deqîqeyî li aliyê rojhilatê ve diket û axayek lê dima. Wî axayî em bi dilgermî qebûl kirin û ji bo destpêkirina rojê taştêyek baş da me. Belê ew bi fikra me ya ku em ê di herêma Cizîrê ya ku pirr baş tê îdarekirin de, bi muhafizan seyahet bikin keniya. Wî ji me re got, ‘Zêrê xwe deynin ser serê xwe û li riya xwe herin. Dê tu kes we aciz neke.’ Wî zilamek jî da me ku rê bi şanî me bide. Ev zilamê ku ewê parsek be, kîsê xwe li wê derê hişt û bi me re hat. Ew di rêveçûna xwe de pirr giran bû, loma min ew bi şûn de şand ku here ser karê xwe û riya mayî, em bi serê xwe çûn. Axayê dilgeş ê Bîtouna rast gotibû. Li vir hewcedarî bi muhafizan tunebû. Gundî li her derê belav bûbûn û genimê xwe diçinîn. Mêr û jin bi hev re dixebitîn, hemû di karê xwe de şa û dilgeş xuya dikirin. Berê zeviyên wan ceh û genim bû. Li hin deran, ne li ser kotan (milan), gilgilê Hindîstanî yê ku li ser rehekê bejin davêje hatibû çandin. Em di du zeviyên ku tê de titûn hatibû danîn de jî rast hatin. Sala çûyî li herêmê zuwayî hebûye, belê îsal debir heta tu bixwazî adan e. Kifş e ku rûyê tevahiya axê, bi dayina berê xwe dikene. Cihêtiya mezin a di navbera Mosil û Cizîrê de bala min kişand. Li Mosilê her tişt tarî û rizîyayî xuya dikir. Gund nîvenîv xera bûbûn, xelq tirsonek û dilşkestî bû. Li vir (Cizîrê) her tişt heye û firehî ye, milet bi karê xwe ve bilî ye, vê hewldana wan hatina axê jî zêde kiriye. Ya ku min bi çavê xwe dît, ez dam yeqînkirin ku li vir, du taybetiyên mezin ên îdarekirinê yên ku welat dixwaze hatine ser hev. Ev jî hişkî û edalet e. Paşayê Mosilê hişk e, îdareya wî pirr xerab e û li ser milkê hemwelatiyên xwe tadakar e. Belê Begê Cizîrê hem hişk e û hem jî bi edalet e. Bi kêmanî ew gelê xwe di bin barên ku nikarin ji binî rabin de napelçiqîne û ev edaleta bê musamaha ya ku hêjayî pesindanê ye, kiriye ku herêm wek welatekî Ewropayê di aramî û aştiyê de be. Hê çend sal berê herêm ji aliyê serokên serhildêran ve dihat îdarekirin û tevahiya axê bûbû şikefta rêbiran (r.168-169) ".
Bi awayekî baş, bi adelet îdarekirina Cizîrê û di nav firehiyê de jiyana miletê kurd ê ku di bin serweriya Bedirxan Beg de ye, berpirsiyarên dewleta Osmanî gelek aciz dike û bi vî awayî ew dixwazin zûka dawî li vî karî bînin. Piştî ku Horatîo Southgate ji Mosilê vedigere, hê di rê de dibihîze ku hêrêma Cizîrê bi Mosilê ve hatiye girêdan. Yê ku vê xebera reş tîne, ji Stenbolê ji Horatîo Southgate re nameyek jî aniye. Çunke wan berê hevûdu li Stenbolê naskirine. Horatîo Southgate li ser xebera fermana Padîşah a ku Cizîrê bi Mosilê ve girê dide, wiha dinivîse:
“… Hingê di wê wextê de ji Stenbolê ferman hat ku Cizîra dewlemend dida paşayê Mosilê. Tatarê ciwan, kesê pêşî bû ku ev mizgînî digihand Paşa, ku bi leşkerên xwe li Darayê bû û amadekariya êrîşekê li ser kurdên li çiya dikir. Pişt re wî hin zilam şandin ku riyên derbasbûnê kifş bikin û dû re 1.500 zilam rêkir ser wan û kir ku kurd serî daynin. Gihîştina fermanê ya bo Mosilê bi guleberdanê hatibû pîrozkirin û bi pênc an şeş qanûnî re li nêzikî deriyê Mosilê hatibû daleqandin (r.236-237).”
Niha jî em bêyî ku zêde li ser rewşa Cizîrê rawestin, em werin ser xelaya salên 1840-41an, ku rûpelek trajîk ê dîroka me ye, em ji devê şahidê bûyerê bixwînin. Di rêzên jêrîn de derseke girîng a ku divê em kurd jê bistînin û bi kûrahî li ser rawestin heye. Di vê demê de cihêtiya Diyarbekir û Cizîrê ev e: Cizîr di bin desthilatiya Bedirxan Begê kurd de ye, Diyarbekir jî ji aliyê paşayên Osmanî yên ku bi ferman hatine tayînkirin, tê îdarekirin. Gava ku kurd xwe îdare dikin, welatê xwe geş dikin, rûyê gelê xwe xweş dikin, lê çaxê ji aliyê hinekên din ve tên îdarekirin, ji nêza, ji birçîna, ji zilm û xelayê dimirin. Di dema ku nifûsa Mosilê bîst hezar e, li kuçe û kolanên Diyarbekir pênc hezar mirov ji ber xelayê dimirin.
Werin em bi hev re ya ku Horatîo Southgate bi çavên serê xwe dîtiye bixwînin:
“Zarokên nîvtazî û birçî, ku ji ber xelayê ji malên xwe derketibûn, li ber qehweya piçûk a ku em ê şevê lê derbas bikin kom bûbûn. Rûyê wan ê çilmisî, parsûyên wan ên derketî, kûrahiya êşa ku dikişandin rast nîşan dida. Hin ji wan ji ber xelayê wisa jar ketibûn ku rehên bedena wan, goştê ranê wan heliyabû, wisa ku ji mirov zêdetir dirûvê îskeletan bi wan dixist. Belê hê ev perçeyek piçûk ê rastiya wî sûretê tirsdar bû, ku min ê li Diyarbekirê bidîta (r. 90).” Horatîo Southgate, di 1ê Hezîrana 1841an de digihîje bajêr û sosreta ku li Diyarbekir dibîne wiha dinivîse:
“ Min ji waliyê Gumuşxaneyê yê hêja li ser xelaya li Diyarbekir bihîstibû, belê ez tu car nefikirîbûm ku ew dê wek ya ku bi ber çavê min ketî be, gava ku ez ketim bajêr û min dît. Em teze ji deriyê Diyarbekrê derbas bûbûn û em hêdî hêdî di nav kolanên qelebalix re dibuhurîn. Hingê ji nişka ve hespê min, ji ber tiştekî ku li pêş wî dirêjkirî ye veciniqî. Çaxê min li pêşiya xwe nihêrt, min dît ku merivek li ser piştê dirêjkirî, rûyê wî li tava germ e. Çavên wî bi çavên min ketin, ez tu car rastî nêrîneke wisa perîşan û bêhêvî nehatibûm. Hê beriya ku ez bisekinim an lêkolînekê bikim, em bi ecele hatin derbaskirin û qerebalix li pişt me civiya. Min ji rêber pirsekê kir, belê wî girmila xwe hejand -ku pirrê caran li Tirkiyê weha bersîv tê dayin- û got: ‘Nizanibe û dev jê berde.’ Beriya ku em bigihîjin dera ku em ê lê bimînin, em di ser çar-pênc kesên wiha re derbas bûn. Hinek ji wan ser çavê xwe nixavtibûn, belê me ji lerizîna dest û lingên wan, ji zû û kurt hilmstendina ku kincên ser dilê wan dihejand fêm dikir ku ew ezabê mirinê dikşînin. Yên din, ku ez naxwazim bibîr bînim; bi dîtina kesên din re êdî em jî hînî dîmenê dibûn, belê ya ku bi yên pêşî re di hişê min de bi cih bû, bi tu awayî nikare jê bê avêtin. Çunke ev dîtina pêşî û teze bû. Dîmena ku min dît wisa zindî bû ku ji ber çavê min nediçû. Min ev niha dît. Ev çavên camîn, ev nêrîna mirinê, ev ezabê ku tê kişandin, bêhêvîtî û lavakirin. Hêvîdar im ez cardin tiştekî wiha nebînim!
Piştî ku em li dera ku em dê lê bimînin bi cih bûn, ez zûka çûm derve ku ez vê yekê hê bi berfirehî hîn bibim. Ne hewce bû ku ez dûr ve herim, mirî û yên ku li ber mirinê bûn li her derê bûn. Hin li nav kuçeyan vezelandî bûn û her hespê ku derbas dibû dikaribû pê li wan bike, hin li ber deriyên dewlemandan ketibûn, hin li ber deriyên bajêr bûn, belê pirraniya wan li ser riyên bingehîn û bazaran bûn. Hemû zilamên der û dorê kirîn û firotanê dikirin. Li dera ha bêhna bi lezet a xwarinxaneyekê belav dibû, li aliyê din, li firnekê nanê teze ji derve ve xuya dikir. Li vî milî dezgeha qesabek, li dera ha kesên ku zebze, meywe, av, şerbet û heta tiştên ku ji bo jiyanê luks tên hesibandin difirotin. Ev feqîrên ku ji birçîna jar ketine, neçar li navê vezeliyane û nikarin xwe tev bidin, hêdî hêdî ji ber xelaya giran dimiriyan.
Ma kî dikare ji vê bawer bike? Li quncekî zarokekî qirêjî tê dîtin, ku destê xwe yê qermiçî dirêj dike, da ku hestiyekî ku avêtine ber seyan bigire. Li hêla din, zarokekî din jî hestiyekî ku avêtine kuçeyê û tiştek pê ve tune dikoje. Li jêrê, li bin sivêrneka malekê, zilamekî hestîgir ê ku berê xurt bûye vezelandiye, belê niha ji qelsî parsûyên wî xuya dikin û bûye mîna îskeletek, xwe bi qedera xwe ve berdaye û li ber mirinê ye. Binêrin ka çawa singê wî lê dixe, di ezabê dawî de dest û lingên wî çawa dilerizin. Va ye jinikek, bebekek li ber singê wê ye û zarokekî yeksalî an dusalî li ser çoka wê ye. Wisa qels in ku hestiyên wan xuya dikin. Bi zorê dirûvê mirovan bi wan dikare. Û dayika ku ew anîne, wisa xuya dike ku kezeba mirov jê re diperite. Gava ku ez derbas bûm, bi çi çavên lavakirinê li min nihêrt. Kî dikare li ber vê yekê xwe ragire? Li gel vê, qerebalixa ku mijûl xuya ye derbas dibe, bêyî ku bala xwe bidin sefaleta li ser rê. Tu dê bibêjî vê rewşa bêhêvî ya ku ev mirov tê de ne, qet bi bala wan neketiye, da ku li wan werin rehmê. Dê ev mirovên ha ji heywanan re bêtir bi rehim bin, ma li hember mirovên wekî wan, çi tiştî dilê wan kiriye kevir?
Keşeyekî xirîstiyan di vir re derbas dibe. Xwedênegiravî ev xizmetkarê wî Îsayî ye ku hînî me kiriye ku em ji dijminên xwe jî hes bikin, ji her kesî re qenciyê bikin, em ji yên din re bikin ku ew jî ji me re bikin. Diviya ku wî bi dilovanî li van zilamên bêçare yên li ber mirinê binihêrta. Belê na, tu dê bibêjî ku wî ew nedîtine û qîrîna wan nehatiye guhên wî. Zilamekî ku dike ruhê xwe bide li pêş wî, li ser riya wî vezelandî ye. Ji bo ku pê lê neke divê riya xwe biguhêre. Wisa jî ew riya xwe diguhêre û di ser wî re derbas dibe. Nêzikî wî jinikek vezelandî ye. Serê xwe daniye ser kevirek. Belê bi perîşaniya wê re, serê wê ji ser kevir bi paş ve şeqitiye û ketiye bin stûyê wê. Bi vî halê xwe yê dilşewat ew ji bo ku hin lê werin rehmê diqîre. Keşe di vir re derbas dibe û pê re serê xwe li aliyê din dizivirîne. Kî dikare vê qîrîna lavakar ji nedîtî ve were? Ewê raweste û pê re bipeyive. Na! Bêyî ku ew tenezûl bike û saniyeyekê bisekine, ew rast derbas dibe.
‘Sedemên vê yekê çi ne?’ Min ji zilamekî ewle yê misilman ku em bi hev re dimeşiyan pirsî. Wî bihîstibû ku em ji Stenbolê hatine, ji bo ku xeberan bibihîze gazî me kiribû û bi min re hatibû himamê.
Wî got, ‘Ew Kurd in.’
- Belê ew misilman in, li ser baweriya we ne, ma hûn çima li wan xwedî dernakevin?’
- Bihêle bila kûçik (seg) bicehimin! Bersîva wî ya berbat a nemirovî ev bû.
- Wan têra xwe serê me êşandine. Em dixwazin ku tev bi vî awayî, tevê nîjada wan bi vî awayî, her bi vî awayî bimirin.’
Divê xwendevan fêm bike ku kurdên wîlayeta Diyarbekir hergav hemwelatiyên nerazî û talûke hatine dîtin û hîssên bi vî awayî yên li hember wan, ji dema Sultanê rehmetî ve ku dixwest serî bi wan bitewîne û sîstema xwe ya leşkerî ya nû di nav wan de bicih bike vir ve, zêde bûne. Ew bi zorê ji gundên xwe hatine derxistin û di lîsteya ordiyê de hatine nivîsandin. Tê bîra min, gava ku ez cara pêşî hatim bajêr (sala 1838-FD), du sed mêrên wan wek garana dewaran dabûn pêşiya xwe û diajotin, dê û bavên wan ên pîr li pey wan dihatin, digiriyan û bi destên xwe li xwe dixistin. Kurd di bin tirsa bêsalix a Nîzamî Cedîd, ango “Pergala Nû” de ne û bêguman ev ji bo wan felaketeke mezin e. Gundên wan ji aliyê berpirsiyarên ku mirov dişînin leşkeriyê ve hatine dagîrkirin, zarokên wan bi zorê ji wan hatine stendin û bi zorê şandine eskeriyê. Vê nûbûnê felaket hê mezintir kiriye. Loma ne ecêb bû, gava ku di sala 1839an de ordiya tirk li Nîzîbê têk çû, wan jî xwest ku heyfa xwe ji yên ku wan dipelçiqandin bistînin, piçek para wan jî di tevliheviya ku ji bo demeke kurt derket de çêbû. Bi vê kirina xwe, wan tenê hesabê zêde yê ku wê paşê bi pergala nû re ji wan bihata xwestin zêdetir kir. Misilmanên bajêr ji kurdan pirr nefret kirine an nefreta xwe ya ku ji berê ve hebûye hê xurttir kirine. Di her du salên dawîn de baran neketiye û di encamê de debir bi tevahî hatiye birrîn. Kurdên ku ji birçîna ji gundên xwe derketine, neçar mane ku werin bajêr û li vir kesê ku li wan were rehmê derneketiye. Bi sedan ji wan di kolanan de mirine, rojê bîst an sî kes dimirin. Çaxê ku bihar hatiye, gelekan riya bi saya giya û fêkiyên ku li çolê tên bi destxistin riya jiyanê dîtine, belê hê jî, di dema ziyareta min de jî, rojê di navbera pênc û deh kesan de li kolanan dimirin. Xela wisa giran bûye ku wan goştê mekruh ê mîna pisîk û kûçikan xwarine. Heta goştê mirovan xwarine.
Mirov mirov be, ma gelo mirov çawa dikare li hember vê yeka ku li ber çavê mirov çêdibe, di ber xwe bide. Belê kes, ji bo ku ji wan re bibe alîkar tiliya xwe naleqîne. Ez dikim hişê xwe bixwim. Min ji desthilatdarek gelek pêbawer bihîst ku di navbera çar û pênc hezar kesan de mirov li kuçe û kolanên Diyarbekir telef bûne. Hemû kesên ku mirine jî kurd in. Di hin gundên ku vala bûne de ermenî jî hebûne, belê miletê wan li wan xwedî derketiye. Îcar li mala ku ez lê dimînim, çaxê dengê parsê li ber derî tê, eger bi ermenîkî be, an bi awayê “Bi navê Mesîh” bê lavakirin, tafilê xizmetkarek bi pere an bi xwarinê tê şandin. Eger yê parsek bi kurdî parsê bike, qet tu kes bala xwe nade wî. Ez li ber vê dilhişkiya xirîstiyanan şaş mam. Şeva duduyan a ku ez gihîştibûm bajêr, ez ji aliyê ticarek xirîstiyan ê dewlemend ve dawetî xwarinê hatibûm kirin. Li wir min çend rêberên dêrê yên dînî nas kirin. Şîva êvarê, li ser daxwaza min û hevalê min ê ermenî, saet di dehan de, li derve (hewşa malê- FD) dihat dayin. Li gor wextê tirkan, dema adetî saet şeşê êvarê bû. Li gor hesabê me, vê demê, saetekê piştî nîvê şevê dikir[1].
Ji ber ku em ê serê sibehê zû biketina rê, me ji mazûvanê xwe rica kir ku medenîbûna Stenbolê nîşanî me bide û şîva me, bi çûna ava ya rojê re bide me. Belê ev ji heddê xwe zêde bêadetî bû û mazûvan dikaribû ji vê yekê re riza nîşan nede. Bi zehmetiyeke mezin me ew dan yeqînkirin, me li hev kir û şîv saet di dehan de hat dayin. Zengînên Diyarbekir bi luksî û dewlemendiya sifreyên xwe, bi tekûziya lîkorên xwe; ez bi xemgînî lê zêde dikim, bi gelek serbestî bi îsrafkirina wan tên zanîn. Li ser vê yekê em, piştî çûna ava ya rojê re civiyan, ji hingê heta saet dehan bêrawest pîpo, nargîle, qehwe û şerab hat. Ser sifreyê bi dehan cûreyên fêkiyên hişkkirî hatibû xemilandin, wisa ku îştaha mirov radikirin. Di nav cûreyên vexwarinan de vazo û qedehên ji ava gulan tije jî hebûn. Ev jî tenê ji bo nîşandanê bûn. Lê kêleka masê satilek tijî ji ava bûzê hebû, di nav de tasek hebû û xulaman ji vê derê qedehên mêvanan tije dikir. Li navê garson digeriyan, bi kûpên destê xwe yên tije araq, ji yên ku ev vexwarina hişk vedixwarin re xizmetê dikirin. Bifikirin, seremoniyek bi vî awayî şeş, heta sê saetan dajot…”
Gelo di dema vê nangiraniyê de berpirsiyarên dewletê çi dikirin. Helbet li tevahiya axa dewleta Osmanî xela nebû û dewleta ku bi darê zorê bi hezaran mirov ji bo şandina şer û sitendina eskeriyê dicivand, eger bixwesta dikaribû tasek şorbe ji hemwelatiyên xwe yên li ber mirinê re jî rayî bikira. Em siyaset û helwesta dewletê ya li hember xelaya li Diyarbekir cardin ji rêzên nivîskar bixwînin:
“Xela wisa berbat bû ku nufûsa li gundan vala bûbû, têkiliyên xwezayî, têkiliyên eqrebayî û exlaqî ji hev ketibûn. Dê û bavan, ji bo bidestxistina loqek nan keçên xwe difirotin, keçên ku dê û bavên xwe winda kiribûn, xwe difirotin kesên ku wê ji wan re bibin alîkar. Di hemû vê dema bêkeys de, îdarekarên tirk qet nefikirîbûn û xem nekiribûn ku daxwazên gelê xwe yên ku ji ber xelayê dimirin bînin cih û wan xelas bikin. Ez fikirîm ku ez serî li paşayê Diyarbekir ê ku cinawirê mirovan e û firehiya wî bi qasî bejna wî ye, bixînim; belê her kesî got ku bêfeyde ye. Min jî dev jê berda. Ya rast, tirk difikirin ku ev fersendeke baş e, da ku ji hemwelatiyên xwe yên xerab xelas bibin. Loma bi daxwazên mirovî, li hember nêrîna taybetî ya siyaseta dewletê rawestin, beredayî bû (r.121).”
[1] Wek hemû rojhilatiyên tirk ji roja xwe bi çûyina ava ya rojê re dest pê dikin. Ango li gor wan, gava ku roj diçe ava saet duwanzdeh e. Îcar jixwe li gor guherina rojê saet diguhurin.
(KovaraBîr-Hejmar II)