1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Xelfetî derbasê jiyana duzimanî dibe
Xelfetî derbasê jiyana duzimanî dibe,xelfetî,derbasê,jiyana,duzimanî,dibe

Xelfetî derbasê jiyana duzimanî dibe

A+ A-

Di van rojên dawî de projeya BDP ya „Jiyana Duzimanî“ dibe rastî: Êdi gelek bajarên herêmê derbasê jiyana duzimanî bûne. Pişti Sirnex, Wan, Mêrdîn, Bedlis, Dersim u Cewlik neha jî Riha derbasê jiyana duzimani dibe.

Jiyana Duzimanî gihîşte navçeya Xelfetî

Ev çend sal in navçeyên Rihayê Wêranşar, Pirsus (Suruc) û Serêkanî (Ceylanpinar) bi jiyana duzimanî bala medyayê dikşînin ser xwe. Neha jî Xelfetî gava xwe ya yekemîn li hêla duzimaniyê kir. Bajarokê Gogana Jor (Yukari Göklü), ya ku di destê BDPê ye, êdi bû xwediyê tabelaya duzimanî. Li ser rêya gundê Erah (Ortayol) û Gogana Jêr (Asagi Göklü) tabelayên duzimanî hatine lêkirin û rêyên berbi Gogana Jor bi nivîsên „Yukarigöklü (Gogan)“ hatine xemlandin.


Ka ewê dora bajarê Xelfetî kîcax be?

Tabelayên duzimanî ne li dijî qenunan in û lewmane destûr ji boy tabelayên duzimanî ya bajarê Xelfetî karin bên dayîn. Bi vî awayî lêkirina tabelayên mîna „Yeni Halfeti (Xelfetiya Nu)“ û „Eski Halfeti (Xelfetiya Kevn)“ mimkun e.

Mîna tê zanîn bajarê Xelfetiya Kevn ji ber projeya GAPê pişti lêkirina Bendava Bêrecuge bi nivî ketibû bin avû u ji ber vê yekê li hemberî gundê Qeremezre (Karaotlak) bajarê Xelfetiya Nu hatibû damezrandin. Bi vî peşketinî, gundên kurdan Enik, Seldek, Helînî û Qeremezre tevli Xelfetiya Nu bûn – û bajar ji bi gelheya xwe ya Kurdî u Tirki bû duzimanî.


Tabelayên duzimanî îstpata biratî û hevpariyê ne

Gelê Xelfetiya Nu çend sal in jiyana duzimanî pek tinine: gelhe bi Kurdî û tirkî danûstendinê dike. Xwestina tabelayên duzimanî jî lewmane normal e, heta pêwist e. Ji ber ku Xelfetiya Nu bi mehelleyên xwe yen mina Seldek, Enik/Yesilözen, Qeremezre u Helîni/Sütveren bûye sembola biratiyê. Gerez ev biratî u hevparî bigihêjin tabelayan jî. Ji ber ku tabelayen duzimanî îspata biratî u hevpariyê ne.


Qanûn çi dibêje?

Li gorî qanûnê tabelayên ku tenê bi zimane Kurdî hatine nivîsandin nikarin werin lêkirin. Ji ber ku gerez li ser tabelayan zimane fermî jî – yani zimanê Tirkî jî – hebe. Lê heger tabela bi du zimanan hatibin amadekirin, yanî heger him bi Tirki him jî bi Kurdi bin, wê çaxê ev yek ne li dijî qanunê ye.

Cavkanî: www.karamezre.com