1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Xelil: Êrîşên Kobanê mudaxaleya Tirkan a li hemberî Rojava ye
Xelil: Êrîşên Kobanê mudaxaleya Tirkan a li hemberî Rojava ye,xelil,êrîşên,kobanê,mudaxaleya,tirkan,a,li,hemberî,rojava,ye

Xelil: Êrîşên Kobanê mudaxaleya Tirkan a li hemberî Rojava ye

A+ A-

MEHMET NURÎ EKÎNCÎ - QAMIŞLO ANF Endamê Konseya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku hêzên navneteweyî û herêmî naxwazin Kurd li Sûriyeyê bibin hêza pêşeng û înîsiyatîfê bigirin dest û got: “YPG’ê bi mudaxalekirina çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Şengalê ev hesab vala derxistin û ji ber vê niha çete êrîşî Kobanê dikin."

Xelîl got ku komkujiyên çete li Rojava pêk tînin tên veşartin û divê NY li dijî van êrîşan bikeve nav hewldanê. Xelîl got nêzîkatiya NY’ê ya tenê li ser hewcedariyê mirovahiyê pirsgirêkê çareser nake û diyar kir divê hemû cîhan piştgiriyê bide vî gelî û wan dîsa vegerîne ser axa wan.

Xelîl bang li hemû gelê Kurd kir ku bi ruhê seferberiyê bikevin nava tevgerê û got ku DAIŞ vîruseke ku li serê gelan bûye bela ye. Xelîl da zanîn ku tu hêz nikare îradeya gelê Kurd bişkîne û berxwedana Şengal û Rojava nîşaneya vê ye.

MIROVAJÎ LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DAIŞ’Ê BÊDENG E

Xelîl anî ziman ku piştî êrîşa çeteyan a li hemberî Başûr hinek hêzên koalîasyona navneteweyî biryar girtine, lê dema çeteyan êrîşî Rojava dikir kesî deng nedikir û got ku ev du sal e çete li Rojava êrîş dikin. Xelîl got: “Gelê Rojava ev du sal e bexwedaneke dîrokî nîşan dide0. YPG û YPJ berxwedanên bêhempa dimeşînin. Lê raya giştî vê nake rojeva xwe. Heta qet alîkarî jî nedan.

YPG Û YPJ HÊZA PARASTINÊ YE

YPG li ku derê dibe bila bibe li dijî êrîşên DAIŞ’ê şer dike û darbeyên mezin lê dixe. Ne tenê bo Kurdan ji bo hemû gelan têdikoşe. Di vê berxwedanê de Ereb, Sunnî û Asurî hene. Li Rojava her kes ji bo xwe di nava refên YPG’ê de şer dike. Ji ber ku YPG jî bo wan şer dike.

DAIŞ SAZBÛNEK WEK PENÇEŞÊRÊ YE

Li Rojava ji bilî YPG tu hêz li pêş DAIŞ’ê li ber xwe neda. DAIŞ di lîsteya terorê de ye lê hinek hêz piştgiriyê didin vê. DAIŞ’ê Rojava bigirta dê petrola wê desteser bikira. Ev rêxistineke wek pençeşêrê ye. Wê li her derê belav bibûya.

Hinek hêz naxwazin Kurd li Sûriyeyê bibin hêza pêşeng. Ji ber vê hesabên wan cuda bû. Hewl didin mîrateya sê salan bigirin dest. Dixwazin ew pêşeroja Sûriyeyê diyar dikin. Lê berxwedana Kurdan dîtin.”

Xelîl bal kişand ser nêzîkatiya koalîsyona Tirkiye û Sûriyeyê ya piştgiriyê dide DAIŞ’ê û got ku ew ji ber ku bi xwe nikarin êrîş bikin, piştgiriyê didin DAIŞ’ê ku komkujiyan pêk bînin û ji ber vê jî komkujiyên ku DAIŞ pêk tîne vedişêre.

Xelîl got çeteyên DAIŞ’ê bi dijminahiya li hemberî hemû çandan tê mezinkirin û di rojên buhrî de bi pêşengiya YPG’ê hinek hêzên muxalîf hatin cem hev û yekîtî pêk hat. Xelîl da zanîn ku ev pêngava ku wek Volkana Firatê hat destpêkirin, ji bo yekîtiya hêzên cuda yên Sûriyeyê pêngaveke pratîk e.

DEWLETA TIRK DIXWAZE PÊŞÎ LI KURDAN BIGIRE

Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew di geşedanên Sûriyeyê de nêzîkatiya dewleta Tirk dibînin û got: “Dewleta Tirk her tim ji bo pêşî li pêşveçûna gelê Kurd bigire û pêşiya aştiyê bigire piştgirî daye her kesî. Her kes dizane ku ji di êrîşên Kobanê de dewleta Tirk bi trênan cebilxane biriye. Ev di civînên ku dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re dikir jî diyar e.

ŞOREŞA ROJAVA BANDORÊ LI SER HEMÛ HERÊMÊ DIKE

Xelîl wiha berdewam kir: “Şoreşa Rojava di esas de pergala berê hildiweşîne û li şûna wê pergala nû ya demokratîk ava dike. Ji destpêka şoreşê heta niha gelê herêmê ev baş nizanibû. Baweriya gel pê bi pêkanîna şoreşê tune bû. Wek xeyal didîtin. Lê şoreş pêk hat û pêngava avakirinê didome. Piştî dagirkirina Şengalê, Gelê Rojava ew hembêz kirin.

DIVÊ ŞENGAL XWESER BE

Li herêmeke weke Şengalê tişta kêm pergala xweseriyê ye. Ger li Şengalê hêza parastina xweser hebûya dê pêşî li vê komkujiyê bihata girtin.

DIVÊ NY XWEDÎ LI PEYWIRA XWE DERKEVE

Divê saziyên NY’ê alîkariyê bidin gelê Êzidî. Divê barê me sivik bikin. Rayedarên NY’ê sozê didin. Dibêjin em ê alîkariyê bidin. Lê gelek kêm alîkarî dan.