Xelîl: Bi vî rengî wateya civîna Cenevre-2 nemaye
"Eger planên xwe neguherînin û Kurdan nekin yek ji navenda çareseriyê, wê Cenevre-2 bi ser nekeve."
AZÎZ KOYLOGLÛ - QAMIŞLO 19.01.2014 07:00:01 Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl da zanîn ku mijara lidarketina civîna Cenevre-2 veguheriye krîzekê û got, "Ji ber krîza heyî, hêzên civînê organîze dikin neçar in planên nû derxîne. Eger planên xwe neguherînin û Kurdan nekin yek ji navenda çareseriyê, wê Cenevre-2 bi ser nekeve."
Bi nêzîkbûna dema civîna Cenevre-2 ya tê payîn di 22'ê Çileyê destpê bike re, gotûbêjên li ser civînê jî zêde dibin. Li aliyekî, hêzên civînê amade dikin dikin dixwazin li gora planên wan civîn pêk bê, li aliyê din nîqaşên li beşdariya hêzan zêde dibin. Em jî li ser civîna Cenevre-2, helwesta Kurdan, daxwaza amadekarên civînê, rewşa mûxalefeta Sûriyeyê, nêzîkatiya Kurdan, bi Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl re axivîn. Xelîl di axaftina xwe de destnîşankir ku hêzên civîna Cenevre-2 organîze dikin dixwazin bi beşdarkirina hin kesên Kurd re, desketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji nedîtî ve werin û got “Siyaseta amadekarên civîna Cenevre-2 ya li ser Kurdan diyar e. Dixwazin hin Kurdan di nava mûxalefeta Sûriyeyê de bidin xuyakirin û rastiya Kurdan li Sûriyeyê nebînin. Lê em dibêjin ger bingeha vê civînê ne qewî be û Kurd weke aktorek sereke ne tê de be, wê tu encamek ji civîna Cenevre-2 dernekeve.”
‘DYA Û EWROPA DIXWAZE HEMÛ EL QAÎDEYÎ LI SÛRIYEYÊ BICIVIN’
Aldar Xelîl balkişand ser armancên DYA û Rûsya û wiha pê de çû “Armanca hêzên civîna Cenevre-2 de lidar dixin ew e ku nêrînên Koalîsyonê û rejîmê nêzîkî hev bikin ku bi wan re şerê El Qaîde bide kirin. Yan jî şerên grûbên derveyî kontrola wan bidin kirin. Dixwazin li Sûriyeyê berê şer bidin guhertin. Niha siyasetek wiha tê meşandin. Dewletên Ewropî û bloka Rojava dixwaze wan kesên radika, bi tayebet ên nêzî El Qaîdeyê û yên dibe têkevin nava tevgera El Qaîde, ji welatên xwe derxin û rêdikin Sûriyeyê. Yanî metirsiyê ji nav xwe dûr dixin. Em dibînin ku ji dema krîza Sûriyeyê destpêkiriye, metirsiya wan grûbên radîkal û El Qaîde li ser wan welatan nemaye. Niha kesên endamên wan rêxistina û kesên amade ne bibin endamê wan rêxistinan, bi ser navê cîhadê rê didin wan bên Sûriyeyê. Ji ber wê jî wan welatan dixwazin krîza Sûriyeyê bidome, bi vî rengî metirsiya li ser xwe di nava Sûriyê de tasfiye dikin.”
‘PÊŞNIYARA ME JI DYA RE EW E; DEST JI SIYASETA ROBERT FORD BERDE’
Aldar Xelîl aşkera kir ku rayadarên Dewletên Yekbûyî yê Amerîka (DYA) heta niha dijitiya gelê Kurd dike û ev siyaset ji aliyê Robert Ford tê diyar kirin û got “Niha DYA li gora şêwirmendiya Robert Ford siyaseta xwe ya Sûriyeyê û civîna Cenevre dîzayn dike. Di siyaseta DYA ya li dijî Kurdan de rola Robert Ford û raporên di mijarê de daye radarên DYA aşkera ye. Lê siyaseta DYA ya Sûriyeyê îro di nava krîzê de ye û dijîtiya wan a Kurdan jî beşek ji vê krîzê ye. Ku hinek kesên Kurd ên nêzî Robert Ford ku DYA xwest bi rêya wan Kurdan re bike beşek ji siyaseta xwe, şaştiya wan ya herî mezin bû. Pêşniyara me ji DYA ew e ku xwe nespêre raporên Robert Ford ên di mijara Sûriyeyê û Kurdan de amade kiriye. Ger rayadarên DYA ji bo serketina polîtikayê xwe li Sûriyê xwe bispêrên siyaseta Robert Ford dîzayn dike, wê ti carî nikaribe çareseriyek li Sûriyê pêk bîne.”
‘WATEYA CIVÎNA CENEVRE-2 NEMAYE’
Xelîl destnîşankir ku siyaseta DYA û a Ewropa heta niha xizmetî rejîma Sûriyê kiriye û ger wiha biçe wateya civîna Cenevre namîne. Xelîl axaftina xwe wiha dewam kir; “Em bawer dikin siyaseta DYA û Ewropa wiha bidome, ev helwest wê bibe alîkariyek ji rejîmê re. Li beramberê wî jî mûxalefet jî parçe parçe kirin, yên kom mabûn jî, di mijara civîna Cenevre de gotinên dawî li ji hev gotin û ji hev cuda bûn. Civîna Cenevre-2 wateya xwe wenda kiriye û dibe ku nebe jî. Ger çê bibe jî wê hinek kes bên cem hev û wê bêjin me pêvajoyek daye destpêkirin û wê belav bibin.”
"KOALÎSYONA 'NIŞTIMANÎ' YA SÛRIYEYÊ DI NAVA KRÎZÊ DE YE’
Xelîl da zanîn ku Koalîsyona “Niştimanî” Sûriyeyê di nava krîzê deye û got, “Niha mûxalefeta Sûriyeyê civîna xwe ya li Stenbolê li derveyî bajêr li cihekî ku kes neşopîne pêk tîne. Li gorî agahiyên gihiştine destê me ji sedî 50 beşdarvanên civînê, piştgiriya beşdarbûna civîna Cenevre-2 dikin. Ji xwe berî niha nîvê endamê mûxalefetê îstifa kiribûn. Di rewşa niha de bûyîn û nebûyîna civînê jî di nîqaşê deye. Niha hêzên tevgera kongreyê dikin, li beramberî helwestek nûne. Ger hêzên civîna Cenevre-2 lidar dixin planên xwe neguherînin, Kurdan nekin yek ji navenda çareseriyê, wê Cenevre-2 bi ser nekeve.
'CUDAHÎ DI NAVBERA REJÎMA SÛRIYEYÊ Û MÛXALEFETÊ DE NÎNE’
Ger civîna Cenevre-2 bi tenê bi beşdarbûna Koalîsyona “Niştimanî” Suriyê û rejîma Baas ya Sûriyê be, ne çareseriyek ji bo Sûriyê tê dayîn, ne sîstema alternatîv tê pêşkeş kirin, ne jî demokratîk kirina Sûriyê dibe mijar. Wê dîsa rewşa heye bidome. Heta wek kesan hinek guhertinan bikin jî, ev nayê wateya guhertinê. Li gorî me wiha bibe, wê bibe domandina sîstema niha be.”
‘NÛNERTIYA SIYASETA SIVÎL KURD IN’
Xelîl da zanîn ku Kurd ji roja despêkê ve ji bo çareseriya siyasî dixebite û wiha helwesta Kurdan destnîşan kir “Kurd ji despêkê de li gel çareseriyeke siyasî ne. Niha di civîna Cenevre-2 de, dibe ku rejîma Sûriyeyê û mûxalefeta Sûriyeyê biryara çareseriya siyasî bidin. Jiber Kurd di roja destpêkê li gel çareseriya siyasî, pêwîsteyekî biryarek wiha yê Kurdan tineye. Kurd niha bi tenê xwe diparêzên û ji bo demokratik kirina Sûriyeyê xebatên xwe yên cûda dimeşînin. Kurd ji Sûriyeyeke demokratik xebatên xwe yên xweseriya demokratik bidomînin û saziyên xwe yên sivîl ava bikin.”
‘PÊŞNIYARA KURDAN XWESERIYA DEMOKRATÎK E’
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ji bo hemû pirsgirêkên li Sûriyeyê çareseriya herî rast xweseriya demokratîk e û wiha got, “Xweseriya demokratik wek hinek propaganda dikin ne tenê ji bo Kurdan e, ev proje pêşniyara me ji bo tevahiya Sûriyeyê ye. Em wek tevger û gel di wê baweriyê dene dema ku çareseriya bingehîn li Sûriyê xweseriya demokratik e û pêşniyara Kurdan e. Li Sûriyeyê bi giştî li ser sîstema xweseriya demokratik bêtevger kirin, wê demê mirov dikare bêje şoreşa Sûriyeyê bi ser ket û Sûriyeke demokratik, pirr rengî, jiyanek hevbeş hat avakirin.”