1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xelîl: Em beşdarî hevdîtninan nabin
Xelîl: Em beşdarî hevdîtninan nabin,xelîl,em,beşdarî,hevdîtninan,nabin

Xelîl: Em beşdarî hevdîtninan nabin

Aldar Xelîl: Em beşdarî hevdîtninên li herêmê nabin

A+ A-

Endamê Desteya Bilin a Rojava Aldar Xelîl diyar kir ku piştî ku hin endamên desteye bêyî agahiya giştî bi Dawûtoglu û Seyda re hevdîtin kirine wan weke Desteya Bilind a Rojava biryar dane ku bi hev re beşdarê hevdîtinên li herêmê nebin.

Duh êvarê hin endamên Encumena Niştimanî ya Kurdên Suriyê ku di heman deme de endamên Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê bi wezîrê kare derve yê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu û serokê Encumena Niştimanî ya Suriyê Ebdulbasit Seyda re hevdîtinek pêkanîn. Endamê Desteya Bilind a Rojava Aldar Xelîl li ser vê mijarê bi ajansa me re axivî û got ku bêyî agahiya tevahî endamên desteyêhin endam beşdarê vê hevdîtinê bûne û li ser vê yeke jî wan din ava xwe de civînek pêkanîne. Xelîl diyar kir ku endamên ku beşdariya hevdîtinê bûne sedemek ku bikare wan têr bike nişan nedane ji ber vê yeke wan jî biryar daye ku bi hevre beşdarê hevdîtinan nebin.

Xelîl, destnîşan kir ku Desteya Bilind a Rojava bi armanca hin hevdîtinan hatiye herêma Kurdistanê û li gor plansaziyek hevpar tevbigerin û wiha got: "Lê belê duh hin endamên desteyê ku ji nûnerên ENSK'ê pêk tên bêyî agahiya tevahî endamên desteye beşdarê hin hevdîtinan bûne. Li ser vê mijarê me civînek pêkanî. Endamên ku beşdarê hevdîtinan bûne sedem û hêncetek ku bikare me têr bike û îqna bike diyar nekirin. Ji ber vê yekê weke endamên Desteya Bilind a Rojava yên nûnerên PYD û Meclîsa Gel a Rojava me biryar da ku bernameya hevdîtinên xwe yêyên bi hev re rawestînin."

Xelîl der barê vê helwestê de jî diyar kir ku ev biryara wan ne ji bo tevahî xebatên hevbeş e û tenê bernameya hevdîtinên herêma Kurdistan ku ji bo şaştiyên wiha dubare nebin.

(ak/mae)