"Xeta sor: nasname, ziman, perwerde û rêxistinî"
Demîrtaş: Xeta BDP'ê ya sor nasname, ziman, perwerde û rêxistinbûna gelan e
Hevserokê Giştî yê BDP'ê di civîna Koma BDP'ê de ronînekirina Roboskiyê, nêzîkatiya makeqanûna nû, komkujiya karkeran û jahrîkirina zarokan a bi şîr rexne kir û xwest hikûmet rastiya xwe bibîne. Demîrtaş, anî ziman ku li gel 133 roj derbas bû jî hêj komkujiya li Roboskî ronî nebûye û wiha got: "Em dê heta dawî bi ser komkujiyê de herin. Li aliyê din makeqanûna nû tê amadekirin. Lê AKP li gorî xwe dixwaze makeqanûnê amade bike. Lê bila zanibe ku xetê me yên sor henin. Xeta me ya sor nasname, statu, perwerdehiya zimanê zikmakî, mafê azadiya rêxistinbûnê, parastina bawerî, reng û olan e."
Hevesrokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş di civîna koma BDP'ê de li ser mijarên rojevê rawestiya û helwesta AKP'ê ya li hemberî çareseriya pirsgirêkan rexne kir. Demîrtaş, anî ziman ku 133 roj di ser komkujiyêre derbas bû, lê hêj hesap nehatye pirsîn û komkujî ronî nebûye. Demîrtaş bang li hilbijêrên AKP'ê kir û wiha got: "Em bawer dikin ku kesên dengê xwe dane AKP'ê li hemberî vê komkujiyê wîjdanê wan bêdeng namîne. Lê AKP li hemberî vê yekê dîsa dibe hevparê vê komkujiyê û ser komkujiyê digire. Ji ber vê yekê dengê xwe bilind bikin û bêjin em vê komkujiyê qebûl nakin."
Demîrtaş, anî ziman ku kesên bi wîjdanê xwe re rû bi rû dimînin isdirab dikişînin û divê deng bidin wîjdanê xwe û li pey dengê wîjdanê xwe bimeşin. Demîrtaş, xwest hikûmet baş zanibe û fam bike ku ew dê Roboskiyê ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.
Operasyon bi fermana hikûmetê pêk tên û siyasî ne
Demîrtaş, bal kişand ser operasyonên siyasî u wiha berdewam kir: "Disa di bin navê KCK'ê de operasyon berdewam dikin. Li Riha û gelek bajarên din hevserokên partiya me ya Rihayê jî hebûn gelek rêveberên me hatin binçavkirin. Ji berê de ferman hate dayîn û ji berê de hate plankirin. Kesên tên binçavkirin jî sedem û delîl tune. Bi hinceta tev li 8'ê Adarê û meşên demokratîk bûne. Hemû girtin, binçavkirin siyasi ye. Girtin li dijî hiqûq û wîjdanê ye. 3 salin hemû hevalên me rehin û esîr in. Li girtîgehan îşkence didome. Di odeyên 12 kesan de 30 kes dimîne. Li Girtîgeha Şakranê jinên girtî bi zorê tên tazîkirin. Me bi dehan caran ev yek ji Wezareta dadê re got. Ev jî berdewama plana komkujiya siyasî ye. Operasyona ku ji Enqereyê ve tê meşandin siya xwe li girtîgehan dide der."
'Meşa Azadiyê bi ser ketiye'
Demîrtaş, anî ziman ku li gel 7 hezar hevalên wan girtîne jî faşîzm û AKP têk çûye û wiha berdewam kir: "Têkoşîna me ya azadiyê didome. Li gel 7 hezar hevalên me hatin girtin jî têkoşîna me ya azadiyê didome. Meşa Azadiyê bi ser ketiye. AKP û faşîzmê winda kiriye."
'Ji bo makeqanûna nû divê her tişt bê guhertin
Demirtaş, bal kişand ser amadekariyên makeqanûna nû û wiha pêde çû: "Ji bo makeqanuna nu demokratîk be; divê azadiya ramanê pêk bê, operasyonên siyasî û leşkerî bi dawî bibin. Divê her kes karibin azad fikrên xwe bêjin. Divê hemû zext û zor bi dawi bibin. Li gorî 6 meh berê em di aliyê azadiya ramanê de li paş man. Li her kesî ji ber axaftinê doz tê vekirin. Li sendîkavan, parlementer, siyasetmedaran doz tê vekirin. Hêj li Tirkiyeyê rojnameger girtî ne û ji kar tên avêtin.
Demîrtaş, li ser makeqanûna nû jî rawestiya û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê çend akademîsyen peyvirdar kiriye û dixwaze li gorî xwe makeqanûnê amade bike. Daxwaz û pêşniyarên saziyên sivîl ên civakî û demokratîk li ber çavan nagire. Bi vî rengî makeqanûn demokratik nabe."
'Xetên me yên sor standartên navnetewî ne'
Demîrtaş, bilêv kir ku makewanûna ku statuyê, nasname, çand, ziman û mafê rêxistinê qebûl neke qebûl nakin û wiha axivî: "Makeqanûna mafê laçik, bawerî, elewî, rengan qebûl neke em jî qebûl nakin. Makeqanûna ku demokrasiyê û rêgezên navneteweyî qebûl neke em jî qebûl nakin. Ev xetê me yên sor in. Ger ku makeqanûn çêbibe divê makeqanûna gel be û bi vîna gel a azad ava bibe. Bila her kes baş zanibe em makeqanûna 12'ê Îlonê qebûl nakin."
'Hevdîtina me bi tu wezîr û rayedarên hikûmetê re çênebûye'
Demîrtaş, da zanîn ku heta niha tu hevdîtinê wan bi wezîr, parlementer û hikûmetê re çênebûye û tu muzakere û diyalogê dest pê nekiriye.
'Berpirsiyarê jahrîbûna zarokan a şîr AKP ye'
Demîrtaş, li ser jahrîbûna zarokan jî rawestiya û destnîşan kir ku sedema jahrîbûna zarokan hikûmeta AKP'ê ye û wiha rexneyên xwe anîn ziman: "Li Tirkiyeyê hatina 100 dewlemendên Tirkiyeyê 92 milyar 252 milyon TL ye. Lê ev kesên dewlemend tenê ji sedî 5,5 bacê didin. Ev şîrê ku tê belav kirin ne ji bo xizmeta zarokan e. Ji bo hilberîna zêde xerç bikin û wekî hatibe sarfkirin li zarokan belav dikin. Ji bo şîrê zêde yê di destê xwe de belav bikin, vî şîrî didin zarokan."
'Li Tirkiyeyê qetliama kar didome
Demîrtaş, anî ziman ku di sala 2011'an de 598 karker mirin û wiha dirêj kir: "Di serdema AKP'ê de 10 hezar û 972 karker di qezayê kar de mirin. Ev xuya dike ku AKP çiqas ewlehiya kareran naparêze.
'Hûn bi qurbana dayikên pîr ên mertalên zindî bin'
Demîrtaş, li ser mertalên zindî û roja dayikan rawestiya û wiha got: "Em dîsa helwesta Serokwezîr Erdogan a li hemberî mertalên zindî şermezar dikin û dixwazin lêborîna xwe ji dayikan bixwazin. Dayikên me yên pîr bi wî temenê xwe diçin li pêş kuştina ciwanan dibin mertal, lê Serokwezîr Erdogan neheqiyê li wan dike. Hûn bi qurbana wan bin. Hefteya li pêş me roja dayikan e. Bi vê minasesetê ez dîsa roja hemû dayikan piroz dikim. "
(mae)