Xeta çeteyan a başûrê Minbicê hat şikandin
KENDAL CÛDÎMINBIC-XETE-CETEYAN-HAT-SIKANDIN (1)
VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=LHDnfObQPFs
MINBIC – Şervanên hêza Minbicê di hemleya rizgarkirina bajarê Minbicê de, embarên genim ku wekî cihekî stratîjîk tê zanîn, di25’ê hezîranê de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi vê yekê re xeta parastinê ya ku çeteyan li başûrê Minbicê çêkiribû, hat şikandin.
Hemleya Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê, bi pêşketina şervanan didome.
Şervanên ku derbeyên giran li çeteyan didin, cihên ku çeteyên DAIŞ`ê wekî xeta parastinê bi nav dikirin, bidest dixin. Di çarçoveya hemleyê de, şervanên hêza Minbicê roja 18`ê hezîranê çerxereya Kutab û herêma derdora wê ji çeteyan rizgar kir. Bi rizgarkirina çerxereyê re li rojavayê bajar, xeta parastinê ya çeteyan hat şikandin û şervan ber bi navenda bajar ve pêş ve çûn.MINBIC-XETE-CETEYAN-HAT-SIKANDIN (2)
Di şeva 25’ê hezîranê de jî, embarên genim piştî şerekî dijwar ku zêdetirî hefteyekê berdewam kir, ji çeteyan hatin rizgarkirin.
Embarên genim ji ber bilinbûn û hakîmeta xwe ya li ser bajar, ji aliyê çeteyan ve wekî xeteke parastinê ya li eniya başûrê Minbicê bikar di anîn. Çeteyên ku hêzeke mezin li wir bi cih kiribû, gelekî hewil dan ku embarên genim bernedin, lê piştî şerekî dijwar, şervanên hêza Minbicê çete ji wir derxistin. Bi vê pêngavê re jî, xeta parastinê ya çeteyan li eniya başûrê Minbicê bi tevahî hat şikandin.
Çeteyên DAIŞ’ê wekî her car, beriya ku birevin li hundirê embarên genim bi sedan mayîn çandine.MINBIC-XETE-CETEYAN-HAT-SIKANDIN (3)
15 saet piştî rizgarkirina embarên genim, çeteyan bi du tirimpêlên bombebarkirî êrîşî çeperên şervanên Minbicê kirin ku dîsa bikevin embaran, lê herdu tirimpêl beriya ku bigihîjin hedefa xwe, hatin teqandin.
Şervanên ku niha parastina embarên genim dikin, diyar kirin ku pêşveçûna wan a ber bi navenda bajar ve berdewam dike.
ANHA