1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xetên înternetê li tevahiya Başûr hat birîn
Xetên înternetê li tevahiya Başûr hat birîn,xetên,înternetê,li,tevahiya,başûr,hat,birîn

Xetên înternetê li tevahiya Başûr hat birîn

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS 

 Li tevahiya Başûrê Kurdistanê xetên înternetê hatine birîn. Ji ber vê jî gelek ajans û malper nikarin weşana xwe bikin. Rêveberiya şîrketa Fastlink derbarê mijarê de ji RojNews re ragihand ku îro li tevahiya Başûr pirsgirêka înternetê heye û dazanîn ku ev pirsgirêk ji aliyê Tirkiyê ve çêbûye. Rêveberiyê herwiha diyarkir ku ev pirsgirêk di şîrekên înternetê yên Fastlink, Maxnet û çend şîrektên din de derketiye û destnîşan kir: “Ev pirsgirêk ji aliyê Tirkiyê ve çêbûye. Ji ber ku xeta şîrketên mijara gotinê piraniya wan ji Tirkiyê hatine.” Bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Dihok û çend bajarên din nikarin înternetê bikar bînin. 


 (rn)