Xiristiyan Demokrat dixwazin Swêd di pirsgirêka Kurd de hê aktîf be
STOCKHOLM 08.11.2014 07:08:41 Piştî Partiya Gel Partiya Xiristiyan Demokrat jî dixwaze Swêd di mijara polîtîkayên têkildarî Kurdan de guhertinan bike, ji bo li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser bibe înîsiyatîf bigire û alîkariyê bide Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ şer dike.
Parlamenterê Partiya Xiristiyan Demokrat û Berdevkê Polîtîkayên Derve Desîree Pethrus û Parlamenter Carolîne Szyber di pêşnûmeyên pêşkeşî Serokatiya Parlamemtoyê kirin dixwazin parlamento 3 mijarên têkildarî Kurdan nîqaş bikin û der barê wan de biryar bigirin.
Yekemîn tê xwestin ku Swêd hem bi xwe û hem jî li Yekîtiya Ewropa pirsgirêka Kurd bîne rojevê, duyemîn ji bo hevdîtinên aştiyê yên di navbera Kurdan û hikûmeta AKP’ê de ji bo bi awayekî her du aliyan kêfxweş bike di bin banê Yekîtiya Ewropayê de înîsiyatîf bigire. Herî dawî jî ji bo li her sê Kantonên Rojava aştî pêk bê û pêş bikeve Neteweyên Yekbûyî di mijara alîkariyê de rolekî çalak bilîze.