1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Xizmet encama serkeftina gel in"
"Xizmet encama serkeftina gel in",xizmet,encama,serkeftina,gel,in

"Xizmet encama serkeftina gel in"

Demîrtaş: Xizmetên tên kirin encama serkeftina gel in

A+ A-

Li bajaroka Girêmira navçeya Nisêbîna Mêrdînê temelê mala gel hat avêtin û parka şaredariyê bi merasimeke bi heybet hat vekirin. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku heta îro bi zihniyetek metînger nêzî van xakan bûn û got; Xizmeteke herî biçûk jî zêde tê dîtin, xizmetên ku tên kirin serkeftina gel e.

Li şaredariya bajaroka Girêmîraya Nisêbînê temelê mala gel hat avêtin û parka Şaredariyê hat vekirin. Hevserokên Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Parlementerên BDP'ê Nursel Aydogan, Erol Dora, Demîr Çelîk, rêvebirên BDP'a bajêr û navçeyan jî di nav de bi sedan kes tevlî merasimê bûn. Girse beriya merasimê çû konê şînê yê ji bo Abdulganî Akbulut (Rêber Bagok) ê HPG'iyê ku di pevçûna 12'yê Hezîranê li bejahiyanavçeya Hezexa Şirnexê de jiyana xwe jidest dabû ziyaret kirin û sersaxiya malbatê xwestin. Demîrtaş û yên pê re bi dirûşmeyê wekî; "Şehîd namirin", "Tolhildan", Bijî Serok Apo", "Ocalan" hatin pêşwazîkirin. Demîrtaş di serdanê de axivî û got; "Hema hema her roj li malên şînê yên Kurdistanê şîn heye. Kurd her roj zarokên xwe vedişêrin. Gelê kurd vê yekê naxwaze. Xwedê jî dizane yên dixwazin ev şer bidawî bibe û aştî pêk bê hûn in. Lê bi gotina bila xwîna dirije bê rawestandin xwîn narawesta. Ji bo xwîna dirije rawest e divê wicdan hebe."

Piştî serdana şînê koma BDP'î derbasî ber şaredariyê bû û bingehê mala gel avêt û parka şaredariyê vekir. Şaredarê Girêmîra Omer Altun diyar kir ku di nava gel de mala şînê, pirtûkxane, polên dersan û atolye dê bên vekirin. Piştî axaftinan xerca temelê avahiyê hat avêtin. Piştre li şaredariyê sînevîzyon hat nîşandan. Piştre komê li ber dahol û zirneyan parka gel vekirin. Koma reqsê ya navenda çanda Mîtanniê û koma Cizîra Botan jî govend girtin.

'Îxtîdara gel li vê derê hatiye avakirin'

Demîrtaş li vê derê jî xîtabî gel kir û wiha axivî: "Xizmetên derengmayîne. Ji ber ku yekem car e li vê derê îxtîdara gel hatiye avakirin. Heta îro bi zihniyetek metînger nêzî van xakan bûn û got; Xizmeteke herî biçûk jî zêde tê dîtin, xizmetên ku tên kirin serkeftina gel e. Em bi berxwedanê gihîştin van rojan. Divê herkes vê yekê baş bizanibe."

Piştî axaftinan park hat vekirin.

(ak/mae)


Bêjeyên Miftehî