1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Xizmeta tenduristiyê ya Kobaniyan û Şengaliyan nekin"
"Xizmeta tenduristiyê ya Kobaniyan û Şengaliyan nekin",xizmeta,tenduristiyê,ya,kobaniyan,û,şengaliyan,nekin

"Xizmeta tenduristiyê ya Kobaniyan û Şengaliyan nekin"

Ji serokwezîrê Tirkiyeyê ferman: Xizmeta tenduristiyê ya Kobaniyan û Şengaliyan nekin - TAYBET

A+ A-

HAYRÎ DEMÎR

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Serokwezîriyê ji nivîsa ji waliyên 81 bajaran re şandî, fermana welatiyên ji Kobanê û Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê koçberî bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bûn ji bîlî beşên lezgînî tu xizmêtên din ên tenduristiyê neyên kirin da.

Bi sed hezaran welatiyên Kobanê û Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man ji cih û warên xwe koçber bibin. Rayedarên dewleta tirk di her axaftinên xwe de gotin "Me hembêza xwe vekir" lê ev gotin çiqas derewbû û kesên koçberbûn çawa xwestin mehkûmî mirinê bikin bi belgeya fermî derket holê. Piştî çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê tebaxê de êrîş li Şengalê kirin û piştre di 15'ê îlonê de jî êrîş li Kobanê kirin. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji Şengalê zêdehî 30 hezar û ji Kobanê jî zêdehî 200 hezar welatiyan cih û warên xwe terkirin û li bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê neçar man bicih bibin. Piştî koçberiyê dest pê kir gelê kurd û dostên wan ji bo kesên koçber bûn seferber bûn û rayedarên tirk ên peymanên navneteweyî îmza kirin peywirên xwe bi cih neynan û ligel vê yêkê derewa "Me hembêza xwe vekir" û di raga giştî de wek alîkariyê didin xwe nîşan dan. Lê belgeya DÎHA'yê bi dest xist a ayîdî Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê ya Serokwezîriyê, dest ji alîkariyan berdin ji bo 230 welatiyên Kobanê û Şengalê ji xizmetên tenduristiyê fêde negirin ferman da. Serokatiyê di 11'ê kanûnê de bi riya walîtiyên 81 bajaran re ji midûriyetên rewşa lezgîn û afetê re nivîsa şandî ji welatiyên Kobanê û Şengalê yên "statuya parastina demî" negirtin re ji bilî serwîsên lezgînî tu xizmetên din ên tenduriyetê neyên dayîn ferman da.

Walîtiyê pirsî serokatiyê ferman da!

Hinek walîtiyan têkildarî xizmetên tenduristiyê yên ji bo kesên koçberbûyîn re bê dayîn serî li serokatiyê dan û nivîsa bersivê ya bi îmzaya Serokê Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê Dr. Fuat Oktay di 15'ê kanûnê de gihişt Walîtiya Amedê.

DAIŞ nîn e tevlîheviya navxweyî ye

Balkêşe ku di nivîsê de êrîşên çeteyên DAIŞ'ê weke "tevlîheviya navxweyî" tê dîtin û di nivîsê de tenê ji sûriyeyên berî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin "statuya parastina demî" hatiye dayîn û tenê ew dikarin bi xizmetên tenduristiyê fêde bikin. Di nivîsê de ji 230 Kobanê û Şengaliyên "statuya parastina demî" negirtin û piraniya wan "belgeya mêvaniyê ya demî" girtin jî ji bilî beşa lezgînî tu xizmetên din ên tenduristiyê fêde negirtin ferman hat dayîn. Ev yek jî tê wateya welatiyên koçber di demsaliya zivistanê de terkî mirinê hatin kirin.

'Nîşaneya cudakariyê ye'

Endamê Meclîsa DBP'ê Huseyîn Yilmaz biryara Tirkiyeyê ya durûtiya xwe nîşan dide nirxand û diyar kir ku ev belge nîşaneya Tirkiye bi awayekî vekirî cudakariyê dike ye. Yilmaz anî ziman ku Tirkiye ji welatiyên ji welatiyên cihên din hatin statu wan tê nasîn lê ji 230 hezar welatiyên Kobanê û Şengalê hatin statu neda û ew nenasîn û wiha got: "Ligel nasnekirina statuyê xizmeta tenduristiyê jî nadin. Li hemberî kurdan polîtîkayên cotstandariyê dikin." Yilmaz da zanîn ku divê demildest ji biryara hatî girtin berdin û ev pêkanîn însanî nîn e. Yilmaz bilêv kir ku li Kobanê û Şengalê xwestin mirovahiyê qetil bikin û Tirkiye jî bi biryareke wisa tevkariya wê dike.

(bd/wk)