1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Xwarina Salên 2070'yî
Xwarina Salên 2070'yî,xwarina,salên,2070,yî

Xwarina Salên 2070'yî

A+ A-

Chlorella ne tiştekî ku nû hatiye dîtin e. Ew gelekî berî me hatiye cîhanê. Ew mîkroalgek e, ku ji ber tê de pir klorofîl heye, navê xwe ji klorofîlê girtiye.

Mîkroalg navê hemû zindiyên fotosentetîk ên yekmalik e. Hem ji malikek bi tenê pêk tên, hem jî dikarin bi malikên heman cureyî re komikan ava bikin. Di ava şor û şîrîn de dijîn. Ev zindiyên mîkroskobîk wekî yekmalikên din (protozoa) dikarin serbest tevbigerin. Ji bo xwarinê pêdiviya wan  bi xwê, karbondîoksît, tîrêjên rojê û avê heye. Kok, gulî, pel û tiştên wiha mezin di wan de tune, avahiyeke wan a basît heye. Cureyên wan bêhesab pir in. Di wan de siyanobakterî, klorofît, krîptofît, haptofît, hin heterokont û alveolat hene. Ji ber ku di mîkroalgê zindiyên prokaryotîk û okaryotîk bi hev re dijîn, em fam dikin ku ew komeke taybet û pir fireh a sinifandina zindiyan e.

Chlorella ev 2,5 milyar sal in ku avaniya wê ya genetîk neguheriye. Zindiyên wiha pir kêm in. Di cîhanê de klorofîl di kîjan gihayî de hebe, ev 22 qatan li wê ye. Leza wê ya pirbûnê jî pir baş e. Di navbera 16 û 20 saetan yekmalik dibe çar parçe. Qalikekî wê yê derve heye ku pir hişk û pir qalind e.

Taybetiyên wê ne tenê ev in. Tê de ji 20'an pirtir wîtamîn û mîneral, nukleîk asît, enzîm, karoten a xwezayî ya beta û lûfên xam hene. Dema ev pêkhatî dikevin laşekî, di nûkirina malikan de, di çêkirina wizeyê de, di mekanîzmaya proteîn û amîno asîtan de û di parastina bedenê ya li hember hinek madeyên toksît de peywirê digire.  Nukleîk asîta u tê de heye dikin ku ev giha zûtir pir bibe û malikên wê xwe nû bikin û ciwan bibin. Çepera selulozê jî xwe li metalên giran ên di pergala mehandinê digirin û xwe bi wan ve dizeliqînin, bi vî rengî ji bedenê davêjin. Chlorella di pêşveçûn, mezinbûn, pergala parastinê, hêsankirina mehandinê ya aşik û roviyan û gelek warên din de alîkariyan dike. Ev di encama lêkolînan de derketine holê. Ango di bedenê de hevkêş û pergalekê ava dike. Îro di jiyana me de şûşeyên pet ên avê, qutiyên elemyon ên kola û hin vexwarinên din ên bi asît tê de hene, li derdorê û di bedena me de gelek madeyên jehrî dikevin ser hev. Li gor lêkolînan, di mejiyê nexweşên Alzheimerê de hatiye dîtin ku pir elemyon heye. Bi vî rengî hatiye famkirin ku çepera Chlorellayê di nexweşiya Alzheimerê de jî xwedî taybetiyeke tedawiyê ye.

Zanyar piştî ku li bikêriyên Chlorellayê hay bûne, li ser Chlorellayê pir lêkolîn kirine. Ji bo Chlorellayê têxin nav xwarina me ya rojane jî pir xebitîne. Di encama van xebatan de jî hebên Chlorella hatine çêkirin ku hîn tên firotin. Japonya ku di warê parastina berhemên xwezayî û parastina xwezayê de pir baldar e, ev gihayê taybet ji destê xwe bernedaye. Cara pêşî di salên 1955'an de li Tokyoyê hilberîne gihayê Chlorellayê dest pê kiriye. Di van çewlikan de salê 30 ton gihayê Chlorellayê tê hilberîn. Chlorellaya ku di birkan de tê hilberîn timî li hev tê qelibandin, da ku malikên wê ji tîrêjên rojê pirtir sûdê wergirin. Chlorella tenê Japonya bi armanca bazirganiyê tên hilberîn.

"Keska Biçûk"

Ji ekolojiyê re fêdeya wê pir e û navê vê kevza ava şîrîn Chlorella tê wateya "keska biçûk". Biyologê holendî Beyerinck di sala 1800'î kişif kiriye. Chlorella bi armanca tesbîtkirina fêdeyên wê bûye mijara gelek lêkolînan. Weqfa Rockefellerê, Enstîtuya Pasteur û NASA'yê xebatên girîng der barê wê de kirine. Tê gotin ku astronotên NASA jî ji taybetiyên Chlorellayê sûdeyê werdigirin. Tê gotin ku ji ber Chlorella pir oksîjenê çêdike, di ceribandinên fezayî de hebên wê ji aliyê astronotan ve tên xwarin.

Otto Warburg ê ku Xelata Nobelê jî standiye, di xebata xwe de, ku di sala 1919'an de hatiye weşandin, tîne zimên ku Chlorella daniye. Zanyarên elman jî di şerê Yekemîn û Duyemîn ê Cîhanê de, bi armanca jiholêrakirina pirsgirêka xwarinê li ser Chlorellayê xebitîne. Di salên 1950'yî de xebata ji zanyarên elman maye, ji aliyê Enstîtuya Carnegie ya Washingtonê ve bi armanca bazirganî  hatiye berdewamkirin. Hikûmeta Japonya jî dîsa ji ber ku di dema şer de xwarin nemaye, bal kişandiye ser Chlorellayê û bi armanca bazirganî jî bi kar aniye.

Mirov bi xwarin û vexwarinên çêkirî û pêlîstî hevkêşa bedena xwe û xwezayê pir xera dikin. Lê ji bo serastkirina wê dîsa vedigerin ser wan zindiyên ku bi milyonan sal in bi hev re jiyane. Mirov çi qasî hînî jiyana bi wan zindiyan re bibin, ew qasî jî dê bi tenduristî, bê nexweşî û pir bijîn. Ekolojî jî ev têkilî û pêwendiya xwezayî, ya pê nehatiye lîstin û nehatiye xerakirin e.


Bêjeyên Miftehî