1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwediya Xelata Nobelê Lessîng jiyana xwe ji dest da
Xwediya Xelata Nobelê Lessîng jiyana xwe ji dest da,xwediya,xelata,nobelê,lessîng,jiyana,xwe,ji,dest,da

Xwediya Xelata Nobelê Lessîng jiyana xwe ji dest da

A+ A-

LONDON 18.11.2013 07:53:07 Nivîskara Îngilîz Dorîs Lessîng a di sala 2007'an de Xelata Wêjeyê ya Nobelê wergirt, di 94 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt.

Dijbera nîjadperestiyê û têkoşera mafên jinan nivîskara Îngilîz Dorîs Lessîng duh li Londonê jiyana xwe ji dest da.

Lessîng a 94 salî, tevî "Deftera Zêrîn" û "Giya Distirên" zêdeyî 50 pirtûkên polîtîk û roman nivîsand.

Lessing di çîrok û romanên xwe de derûnî û nakokiya kesayetiyan, bi taybetî yên bindestan tîne ziman. Her wiha femînîzm, têkiliyên zayendan û şer-aştî mijarên wê yên sereke ne.

Çend ji berhemên wê:

Giya (Giya) distirên Arşîvên Kanopûs Daxuyaniya daketina dojehê Mara û Dann Girtîgehên daxwazkirî Zaroka pêncemîn Madonnaya Reşik Çîroka mêrikê (zilamê) nezewicî Terorîst

Lessîng, dema bavê wê di artêşa Îngilîz de kaptan bû, di 22'ê Cotmeha sala 1919'an de li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Kirmanşahê hat dunyayê û di sala 1949'an de li Londonê bicih bû.

Lessîng ku ji hingî ve nivîskarî dikir, di 11'ê Cotmeha sala 2007'an de hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê hat dîtin. Lessîng bû yekem mirova herî temen dirêj a hêjayî vê xelatê tê dîtin.