1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Xwediyên xelatê bedenên xwe ji birçîbûnê re razandin e'
'Xwediyên xelatê bedenên xwe ji birçîbûnê re razandin e',xwediyên,xelatê,bedenên,xwe,ji,birçîbûnê,re,razandin,e

'Xwediyên xelatê bedenên xwe ji birçîbûnê re razandin e'

Rojnameger Tayîp Temel ê ku ji 12'ê îlonê heta niha di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ye diyar kir ku ji ber Xelata Demokrasî ya Şerkan Kurt girt gelek bi serbilinde û xwediyê xelatê yên rast girtiyên bedenên xwe ji birçîbûnê re razandin û rojnemegerên girtî ne.

A+ A-

Rojnameger Tayîp Temel ê ku ji 12'ê îlonê heta niha di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ye diyar kir ku ji ber Xelata Demokrasî ya Şerkan Kurt girt gelek bi serbilinde û xwediyê xelatê yên rast girtiyên bedenên xwe ji birçîbûnê re razandin û rojnemegerên girtî ne.

Gerînendenê Gişti yê Rojnameya Azadiya Welat yê berê Rojnameger Tayîp Temel ê ku ji 12'ê îlonê heta niha di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ye têkildarî Xelata Demokrasî yê Şerzan Kurt a ku dan wî name şand. Temel di nameya xwe de wiha got: "Min agahiya Xelata Demokrasiyê ya Şerzan Kurt a ku ji aliyê Egîtîm Sen'ê ve hate organîzekirin dan min bi rûmet girt. Lê xwediyên vê xelatê yên rast, girtiyên bedenên bi rûmet ji bo aştiyê ji birçîbûnê re razandin in. Ez dizanim ku ji ber ku ez jî ji wan yek im ev xelat ji min re hate dayîn. Ji ber ku li hemberî polîtîkayên vî walatî vedigirên gola xwînê û pêkutiyên antî-demokratîk bedenên xwe kirin çeper. Xwediyên vê xelatê yên rast rojnamegerên ligel hemû gef, şantaj û zextan ji rastiyan tu tawîz nedan û her tim rastî nivîsîn, ji ber vê yekê hatin girtin û niha di girtîgehan de in. Xwediyê Xelata Demokrasiyê dayîkên her tim deng didin dengê girtiyan û li qadan in. Disa ciwan û hemû gelê bi wijdan in. Ez wan hemûyan pîroz dikim. Ez spasiyên xwe ji endamên jurî û kedkarên perwerdehiyê dikim. Malbata Şerzan Kurt û hemû malbatan bi hurmet silav dikim."

DİHA