'Xwedîderketina ziman xwedîderketina rûmetê ye'
Li wargeha penaberan a Şehît Rustem (Mexmûr) bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxûyaniyek hat dayîn.
Daxûyaniya li ser navê Saziya Perwerde û Hîndekariya Wargeha Şehît Rustem ji aliyê mamoste Sedîq Benek ve hat xwendin. Benek, diyar kir ku roja zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd û hemû gelên bindest pîroz be. Benek, bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê û wiha got: “Ziman amürek yê danûstandin, ragihandin, têgihiştin û têgihandina di navbera endamên civakê de ye. Ziman ji bo berhemên devokî û nivîskî ji nifşekê derbasî nifşek din kirin, pir girîng e. Lewma cewherê xwemaliya civakî di hebûna zimanê dayîkê de veşartiye”. Daxûyanî wiha didome: “Fêrbûna zimanê dayîkê ji mafê mirovan yê herî bingehînn e. Hemû lêkolînên zanistî nîşan didin ku fêrbûna zimanê dayîkê di warê civakbûn û derûnî de alîkariyek mezin dide zarokan û lihevhatina wan a bi civakê re zêdetir dike. Eger pêşiya fêrbûna zimanê dayîkê yê zarokan bê girtin, ev tenê nabe înkarkirina nasnameya etnîkî û çandî, her wiha dibe sedemê serneketina di qada fêrbûna perwerdeya wan de jî. Mixabin tevî ku zimanê Kurdî yek ji zimanên kevnare yên netewek xwecihî ye jî, ji aliyê hêzên serdest ên dagirker ve tê qedexekirin û ji xudbeyên olî bigire heta danûstandina bazarê, li her derê kesên ku bi zimanê xwe yê dayîkê axivîn, hatin cezakirin”.
Benek, destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê û pêşxistina zimanê dayîkê gelek girîng e û wiha domand: “ Piştî têkoşîna azadiyê ya bi pêşengtiya Rêber Apo, li beramberî van hewildanên dijmin ên tunekirin û asîmîlasyonê, têkoşîn û xebatek girîng ji bo fêrbûna zimanê dayîkê hat destpêkirin. Her wiha em wek şêniyên wargeha Ş. Rûstem ev 17 sal in di şert û mercên koçberiyê de perwerdeya bi zimanê Kurdî berdewam dikin, lê hê jî dewletên dagirker; Tirkiye, Îran û Suriye zimanê Kurdî û navên Kurdî di saziyên xwe de naperjirînin û hewl didin ku mîna berê gelê Kurd û zimanê wî tune bihesibînin. Niha jî nahêlin parlementer û nûnerên gelê Kurd di dadgehan de bi zimanê Kurdî parastina xwe bikin. Lê çi dibe bila bibe, gelê Kurd dest ji lêkolînkirin û pêşxistina zimanê xwe bernade, heta ku ji bin bandora hêzên dagirker rizgar nebe û em ê li beramberî hemû zilm û zora dijmin berxwedana xwe berdewam bikin”.
Benek bang li hemû derdorên peywendîdar û rewşenbîran kir û wiha dawi li axaftina xwe anî: "Em bi navê Saziya Perwerdeya Wargeha Ş. Rustem cejna zimanê dayîkê li Rêber Apo, gelê kurd pîroz dikin û bang li hemû rewşenbîr, sazî û dezgehên Kurdan û kesên dibêjin ez mafê mirovan di parêzim dikin ku nêzîkatiyên dijmin yên înkar, tunekirin û bişaftinê ya li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî bibînin, li hemberî wê bêdeng nemînin”. Daxuyanî bi gotina “parastin û pêşxistina zimanê dayîkê dê bibe bingehê têkoşîna me” û dirûşimên "Bijî Serok Apo", "Bijî azadî" û "Zimanê me hebûna me ye" bi dawî bû.
(kom/mae)