1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwendekar mexdûr dibin!..
Xwendekar mexdûr dibin!..,xwendekar,mexdûr,dibin

Xwendekar mexdûr dibin!..

Polîtîkayên Suriyeyê û qedexeya gazê xwendekaran mexdur dike!

A+ A-

Li Dîlokê ji ber penaberên Suriyeyî xwendekar bi zorê malan peyda dikin. Xwendekarên malan peyda dikin jî ji ber gaza xwezayî nadinê pirsgirêkên cidî dijîn.

Li Dîlokê ji ber Zagona Gaza Xwezayî ya hejmar 4646 a ji malên gajarên bi tapu re abonetiyê gaza xwezayî nadinê bi hatina zivistanê dibe sedema pirsgirêkên gelek mezin. Zagona li îmara şaredariyê tê pêkanîn ji ber ku tu çareserî pêk nayê sedan welatî mexdur dibin û herî zêde jî xwendekarên Zanîngeha Dîlokê bi bandor dibin. Ji xwendekarên Zanîngeha Dîlokê Murat Akbaş, diyar kir ku li malê her çiqas ewil pirsgirêk hebin jî çarser kirin lê piştî li gorî zagona îmarê ya gaza xwezayî nadin malan gelek pirsgirêkan dijîn.

'Pirsgirêka starbûnê ji bo me bû pirsgirêka sereke'

Akbaş, anî ziman ku ligel pirsgirêkên xwe ji xwediyên malan re jî dibêjin tu çareserî pêk nayên. Akbaş, da zanîn ku bi mehanin li malê bêyî gerim bibin dijîn. Akbaş, bilêv kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkê li benda alîkariyan in. Akbaş, destnîşan kir ku ji bo xwe gerim bikin sobeya çeyranê bikartînin û lê fatureya wan 400 lîra tên. Akbaş, diyar kir ku ev yek ji bo xwendekaran gelek zor e û wiha axivî: "Ji ber ku pirsgirêk çaresernebû me xwest derbasî malekî din bibin lê ji ber penaberên Suriyeyî li vir cîh bûn bihayê malan gelek zêdebû. Em li gorî budçeya xwe malekê peyda nakin. Ji xwe berî Suriyeyîna jî xwendekaran pirsgirêk dijîn. Lê piştî hatina wan pirsgirêka starbûnê hêj zêde bû. Em niha gelek mexdur in. Ev yek rewşa perwerdehiya me neyînî bi bandor dike. Mînak niha pirsgirêka starbûnê pirsgirêka me ya sereke ye. Em di rewşekî wisa de perwerdehiyekî baş nabînin. Yanî em li şûna dersan bixwebitin bi pirsgirêkên strabûnê re eleqedar dibin. Li mala em lê dibînin ji ber sermayê em nikarin bixebitin. Ev yek tenê bi me sînor nîn e hemû xwendekarên Dîlokê vê dijîn. Em dixwazin demildest ji vê yekê re çareseriyekê pêk bînin."

'Di van şertan den xwendekarî nayê kirin'

Xwendekarê bi navê Fatîh Dîlce jî diyar kir ku xwendekarên li malên garaja bi tapu rûdinin û malbatên li heman malan rûdinin gelek pirsgirêkan dijîn û mexdur in. Dîlce, anî ziman ku mexduriyet tenê bê vê yekê jî sînor nîn e. Dîlce, da zanîn ku li derdora zanîngehê ji ber polîtîkayên Tirkiye û Suriyeyê û helwesat xwediyên malan a li hemberî xwendekaran kirayên malan gelek zêdene. Dîlce, bilêv kir ku di mehên zivisitan dijwar derbas dibe gaza xwezayî nadin wan gelek dide zorê û wiha got: "Li Dîlokê mal peydakirin gelek zor e. Şertên perwerdehiyê gelek zor in. Mînak em nexweş dibin. Lê ji ber ewlehiya me ya tenduristiyê tuneye em nayên dermankirin. Em di van şertan de xwendekariyê dikin."

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî