Xwendekar têne cezakirin
Hem dadgeh û hem jî zanîngeh xwendekaran ceza dike
Xwendekarê Beşa Radyo Televîzyonê yê pola 1'emîn ê Zanîngeha Dîcleyê Rêzan Zugurlî ku di 15'ê gulanê de hate binçavkirin û girtin, ji aliyê Rektoriya Zanîngehê ve bi îdîaya 2 hefteyan neçûye zanîngehê ji zanîngehê hate avêtin.
Xwendekarê Beşa Radyo Televîzyonê yê pola 1'emîn ê Zanîngeha Dîcleyê Rêzan Zugurlî di 14'ê gulanê de hate binçavkirin û di 15'ê gulanê de ji aliyê heyeta dadgehê ve bi hinceta 2 sal berê tev li çalakiyekê bûye hatibû girtin. Rêzan Zugurlî piştî hate girtin, ji aliyê Rektoriya Zanîngehê ve bi hinceta 2 hefteyan zanîngeh berdewam nekiriye hate avêtin û bi awayekî fermî qeyda wî hate xerakirin.
Ataş: Mamosteyan li ser zextên Rektor biryar dan
Hevalê Rêzan Zugurli Ugur Ataş, diyar kir ku biryara der barê hevalê wî yê polê de hatiye dayîn li dijî heq û hiqûqê ye û ne adîl e. Ateş, anî ziman ku hevalê wî Zugurlî di dersên xwe de serkeftî bû û dûrxistina ji zanîngehê heq nekiriye. Ataş,da zanîn ku hevalê wî Zugurlî ji aliyê hemû hevalên xwe ve pir dihat hezkirin û çalak bû û wiha got: "Mamosteyan ji ber zextên Rektoriyê ev biryara xerakirina qeyda wî dan. Bi hinceta ku Zugurli dibistan berdewam nekiriye û nehatiye dersan ji zanîngehê hate avêtin. Lê ev ne sedem û hinceta zagonî ye. Gelek mamosteyan diyar kiribûn ku bi tu sedemê Zugurlî di polê de nahêlin. Lê Rektoriye zext li ser mamosteyan kir. Ev biryarek taybet ji bo Rêzan hatiye girtin û ne li gorî zagonê ye.
Hevalê Zugurlî Servet Ason jî heman raman anî ziman û destnîşan kir ku biryar siyasî ye û ne hiqûqî û zagoni ye. Ason, da zanîn ku Zugurlî hemû dersên xwe dişopandin û xwendekarekî serkefti bû. Ason, da zanîn ku bi fermana Rektor hevalê wan di polê de hate hiştin.
Dayika Rêzan: Em neheqiye qebûl nakin
Dayika Rêzan Zugurlî Firuze Zugurlî jî bertek nîşanî biryara zaningehê da û anî ziman ku keça wê ev biryar heq nekiriye û neheqî li keça wê hatiye kirin. Zugurlî bilêv kir ku mala wan her dim di bin çavdêriya polîsan de tê girtin û wiha got: "Keça min ji bo zaningehê qezenç bike 4 salan çû dersxaneyê û heri dawî zaningeh qezenç kir, lê niha ji aliyê rayedarên zanîngehê ve ji mektepê hate dûrxistin. Ev neheqî nayê qebûl kirin.
Seroka Beşa Bernameya Radyo Televîzyonê ya Zanîngeha Dîcleyê Pelîn Sonmez, jî anî ziman ku îdîa ne rastin û mafê xwe yê dewama dersan xelas kiriye û bi awayekî fermî qeyda wê hatiye xerakirin. Sonmez, îdîa kir ku 4 hefte mafê xwe yê berdewama zanîngehê xelas kiriye û ji ber vê yekê qeyda wê hate xerakirin.
(mae)