1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwendekaran ji bo piştevaniya Kobanê konser da
Xwendekaran ji bo piştevaniya Kobanê konser da,xwendekaran,ji,bo,piştevaniya,kobanê,konser,da

Xwendekaran ji bo piştevaniya Kobanê konser da

A+ A-

MELETÎ (DÎHA) - Bi pêşengiya Xwendekarên Zanîngeha Înonû ji bo piştevaniya gelê Kobanê konser hat dayîn.

Xwendekarên welatparêz, sosyalîst û demokrat li Zanîngeha Înonû de dixwînin ji bo welatiyên Kobanê yên li Meletiyê bi cih bûne û piştevaniyan bikin konser dan. Konser li Salona Dîlana Melekogullari hat dayîn de xwendekarên zanîngehê, malbatên Kobanê, rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl û bi hezaran kes tevlî bû. Li salona konserê de pankartên Arîn Mîrkan û şervanên YPG û YPJ ya bi nivîsa "Berxwederan li Kobanê dê bi ser bikevin" hat daliqandin. Li salonê dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "YPG dimeşe erd û ezman diheje" hat berzkirin. Li konserê de koma govendê li ser dikê bû û piştre ji bo berxwedana Rojava sînevîzyon hat temaşekirin û dawiyê şano hat lîstin.

Piştî temaşekirina sînevîzyon û şanoyê hunermend Mem Ararat bi stranên xwe heta derengiya şevê welatî coşan û welatiyan li ber stranan govend gerandin.

(bk/wk)