Xwendekaran ji bo piştevaniya Kobanê konserek li dar xist
AMED (DÎHA) - Komeleya Xwendekarên Azad (DUO-DER) ya Zanîngeha Dîcleyê bi munasebeta piştevaniya Kobanê Konserek li dar xist. Bi hezaran xwendekar tevlî konserê bûn. Çoş û kelecana konser di asta herî jorde dewam kir, di konserê de govenda zarokên Kobanê herî zêde balkişand.
Li Amedê Komeleya Xwendekarên Azad (DUO-DER) ya Zanîngeha Dîcleyê bi munasebeta piştevaniya Kobanê Konserek li cihê sporê ya Peyasê hat lidarxistin. Bi hezaran xwendekar tevlî konserê bûn. Di konserê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dagan, Leyla Şaylamez, wêneyên şervanên YPG/YPJ'ê, dîsa wêneyên zarokên li Cizîrê bi guleyên polîsan hatin qetilkirin Nihat Kazanhan û Umît Kurt û alên KCK'ê hatin daliqandin. Di dîsa li cihê konserê dowîzên "Cizîr li ber xwe dide, hûn çiqas gulan bikujin hûn nikarin pêşiya biharê bigrin", "Şer dike azad dibe, azad dibe tê xweşik dibe, xweşik dibe tê hezkirin" hatin daliqandin.
Ligel xwendekaran malbat û hilbijêrên DBP'ê tevlî konserê bûn, di konserê de ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest da ne rêz hat girtin. Di destpêkê konserê de sînevziyonek ji berxwedana Şengal û Kobanê hat temaşe kirin. Heya sînevziyon bi dawî bû tim li qadê "Bijî berxwedana Kobanê" hat berzkirin.
Piştî sînevziyonê bi xwendina helbestan bername dewam kir, dîsa koma govendê ya zarokên Kobanê derket li ser dikê û rastî eleqeyek mezin hat. Di govenda zarokan de ya herî balkêş di dawiya govendê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat rakirin ev yek jî ji aliyê temaşevanan ve li ser piyan bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Bi yek dengî 'Bijî berxwedana Cizîrê'
Di konserê de hunermendên Komeleya Dîcle û Firatê Azad, Nurcihan û Mesut Gever derketin li ser dike û bi stranên xwe girse çoşandin. Ligel stranan bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Cizîrê" hat berzkirin.
YDG-H: Em ê li ser şopa Rêberê xwe bimeşin
Di konserê de 4 ciwanên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) yên rûyê wan girtî bi şal û şapik li xwe kirin û derketin li ser dikê. Ciwanan li ser dikê daxuyanî dan û diyar kir ku ew ê heya dawiyê li ser şopa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bimeşin û anîn ziman wê li hemberî hemû êrîşên li ser gelê wan bi tundî bersiv bidin. Ciwananên YDG-H'ê bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" ji dikê hatin xwar.
Piştî daxuyniya YDG-H'ê hunermend Hîvron, Bulent Turan, Farqîn û Helîm Omerî' derketin ser dikê bi stranên xwe heya derengiya şevê girse coşandin.
(oî/wk)