Xwendekarê Kurd bû yekemînê cîhanê
Xwendekarê Kurd di warê komputerê de bû yekemînê cîhanê
A+
A-
KIRMANŞAN Xwendekarê Kurd ê ji bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê Soran Selîmiyan ê 18 salî di pêşbirka bernameyên komputerê de di cîhanê de bû yekem.
Xwendekarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Soran Selîmiyan ê 18 salî, li Almanyayê Frankfurtê di warê bernameyên komputerê de, li cîhanê bû yekemîn.
Li gorî nûçeya Kurdpayê, Rêveberiya Perwerdeyê ya bajarê Ciwanroyê da zanîn ku xwendekarê bi navê Soran Selîmiyan li Frankfurtê beşdarî pêşbaziyeke bernameyên komputerê bûye û li cîhanê bûye yekemîn.
Hêjayê gotinê ye ku Soran Selîmiyan 2 sal berê li seranserê Îranê bibû yekemîn, di cîhanê de jî di warê bernameyên komputeran de bibû duwemîn û mafê bursa xwendinê ya Zanîngeha Harward a Amerîkayê wergirtibû.
Bêjeyên Miftehî xwendekarê,kurd,bû,yekemînê,cîhanê