1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwendkar derxistin çete bi cih kirin
Xwendkar derxistin çete bi cih kirin,xwendkar,derxistin,çete,bi,cih,kirin

Xwendkar derxistin çete bi cih kirin

A+ A-

ERDOGAN ALAYUMAT

HATAY (DÎHA) - Hatay a ku bûye wekî navenda çeteyan beriya salek û nîv yurdên ku hate gotin dê bên hilweşandin xwendekar derxistin hate îdiakirin ku çete hatine cihkirin. Yurdên ku li şûna bên xirakirin diwarên wan hatin bilindkirin, camên wan bi fîlmên reş ve hatin girtin, ewlehiyê jî polîs pêk tînin. Tê gotin ku li yurdan rêveberên payebilind ên DAIŞ'ê li yurdan dimînin û rektoriyê jî bersiva "nekevin pey vî" didin pirsa xewdenakan a "em çima hatin derxistin".

Hayat a ku di serî de DAIŞ bûye navenda çeteyên Sûriyeyê û hati îdiakirin ku yurdên xwendekaran jî ji bo xizmeta çeteyan hatiye vekirin. Yurdên xwendekaran ên li hemberî Ootogara Hatayê, Navenda Hatayê û derûdora Zanîngeha Mustaga Kemal ên beriya salek û nê ji xwendekaranre hate gotin dê bên hilweşandin û tiştên din bê çêkirin hê jî disakinin. Ji wan yurdan yek li ser riya Kampusa Tayfun Sokmen a MKU'yê ya yurda KYK'ê ye û li şûna bê xirakirin diwarên wî hatin bilindikirin û fîlmê reş li caman hatin kirin. Li ser diwaran jî tel hatin danîn, ewlehiya yurdê jî 24 saetan ji aliyê leşker û polîsan ve tê girtin. Yurda ku yek-du sed metre durê Qişleya Leşkerî ya Serînyolê ye hate gotin ku çeteyên El Nusra, DAIŞ û Ehrar El Şamê hatine bicihkirin.

Gelo li yurdê emîrên çeteyan dimîne?

Yek ji yurdekî diwarên wî hatiye bilindkirin û camên wî bi fîlmên reş hatiye girtin jî ya li hemberî Otogara Navbajaran a Hatayê ye. Yurda ku wekî bûye navenda leşkerî dê îdiakirin ku çeteyên payebilind ên DAIŞ'ê dimînin. Di deman demê de ewlehiya vî yurdê jî ji aliyê polîsanv e tê girtin hate gotin ku çeteyên li vir dimînin ji rêxistinbûna li bajar berpirsyar in.

Rektor: Li pey vî nekevin

Xwendekarên ku ji yurdan hatine derxistin jî diyar kirin ku pirsgirêka cih dijîn. Xwendekaran diyar kirin ku bi gotina "dê yurt bên xirakirin" ji yurdê hatine derxistin û piştî vê yekê kesên ku kî ne nayê zanîn li van yurdan hatine bicihkirin û wan tu wate nedane vî tiştî. Xwendekaran dan zanîn ku piştî ku yurd hatine valakirin rektorê MKU'yê bi xwendekaran re civîn li dar xistiye û di civînê de pirsa çima yurtt hatine valakirin li wî kirine. Xwendekaran anî ziman ku rektor jî bersiva "Çi dibe ez jî nizanim lê li pey vî tiştî nekevin" daye wan. Xwendekaran li hemberî vî yekê nerazîbûn nîşandan û diyar kirin mu li yurdan çete tên xwedîkirin, hemû pêdiviyên wan tên bicihanîn. Xwendekaran destnîşan kirin ku ji ber vê rewşê bi fikar in xwestin çete bi tevahî bên paqijkirin.

(sa)