1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xwepêşandana mamosteyan li Silêmaniyê destpê kir
Xwepêşandana mamosteyan li Silêmaniyê destpê kir,xwepêşandana,mamosteyan,li,silêmaniyê,destpê,kir

Xwepêşandana mamosteyan li Silêmaniyê destpê kir

Xwepêşandana mamoste û pêkhateyên Silêmaniyê destpê kir. Xwepêşandêran diyar kirin ku ew di berdewama boykotan de bi israrin û piştgiriya parlamenterên Kurd li Bexda dikin

A+ A-

ROJNEWS/RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

Îro li ber avahiya Perwerda Rojava ya bajarê Silêmaniyê xwepêşandan momosteyan bi tevlîbûna karmend, xwendekar, malbatên xwendekaran, Mamosteyên Xwendina Bilind û kêmendaman destpê kir. Meclîsa Mamosteyên Nerazî daxuyakirin ku heya daxwazên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve neyên bicih anîn wê boykot berdewambin. Her wiha ragihandin ku ti êrîşek wan natirsînin ku dev ji daxwaza mafên xwe berdin. Têkildarî xwepêşandanê Endamê Meclîsa Momosteyên Nerazî Dilşad Babanî ji ajansa me re axivî û got; "Bi xwepêşandanê emê biçin ber avahiya Ofîsa Parlamentoya Iraqê ya Silêmaniyê û piştgiriya xwe ji bo parlamenterên hewldane ji bo proje yasaya bûdcê bê qebûlkirin nîşan bidin. Emê hewl bidin ku daxwazên mamoste û çend xalên din were bicihkirin." Hêjayî gotinê ye ku ji du mehan zêdetire mamosteyên Silêmaniyê dewam nakin û di boykotan dene.