1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xweseriya demokratîk li Colemêrgê tê avakirin
Xweseriya demokratîk li Colemêrgê tê avakirin,xweseriya,demokratîk,li,colemêrgê,tê,avakirin

Xweseriya demokratîk li Colemêrgê tê avakirin

A+ A-

NîLGUN YILDIZ

COLEMÊRG (DÎHA) - Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê M. Mîraz Çalli diyar kir wê Colemêrg bibe yekemin cihê ku projeya "Xweseriya demokratîk" lê pêş bikeve û anî ziman bajêr jixwe ji demên borî heta roja me ji rêveberiyên navendî dûr maye.

BDP'ê bi dirûşma, "Bi rêveberiya cewherî ber bi nasnameya azad" beşdarî hilbijartinên xwecihî bû, dest bi pratîkirina wê kir. Der barê mijarê de li Colemêrgê ku gavên berbiçav tên avêtin Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê Mustafa Mîraz Çalli têkildarî projeye axivî û got yekane rêya li pişt gotinên xwe bin ev e ku xweseriya demokratîk ava bikin û got, "Li ser esasê mafê diyarkirina çarenûsa gelê kurd mîna neteweyên din di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk a ji aliyê rêberê me Birêz Abdullah Ocalan hat pêş xistin xebatên me didomin."

Mînaka Rojava

Çalli diyar kir ku modela li Rojava tê pêşxistin ji bo wan mînak e û ji wir îlham wergirtine. Çalli axaftina xwe wiha domand, "Meclîsên em dixwazin ava bikin hebûn, lê belê ji ber operasyonên qirkirina siyasî hatibûn asteke ku rawestin û car caran rawestiya bûn." Çalli destnîşan kir meclîs gihiştine asta xwe biparêzin û wiha domand: "Yekemîn gavên xweseriya demokratîk helbet wê neviyên Şêx Ubeydullah Nehrî bi avakirina meclîsan biavêjin. Li tax, bajêr û gundên xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û nîşanî her kesî bikin bê xwedî hêzeke çawa ne. Dîrok jî vê nîşanî me dide, cewhera Colemêrgê li gor vê ye."

'Li gundan jî komun tên avakirin'

Çalli anî ziman ku li tevayî qadên Colemêrgê xebatên avakirinê dest pê kirine, ji wan li 7 taxan bilez xebat hatine temamkirin û li 8 taxan jî xebat berdewam dikin. Çalli got ku li gundan jî xebatên, "Komunên gundan" didomin.

'Eşîretî ji cewhera wê hatiye derxistin'

Çalli têkildarî eşîretiyê ya di jiyana civakî de xwe dide hîskirin rawestiya û got ku eşîretî ji cewhera wê hatiye derxistin. Çalli di vê der barê de wiha axivî: "Dema di meclîsên me de paradîgmaya neteweya demokratîk bikeve pratîkê em bawer in wê pirsgirêkên eşîretî jî bên çareserkirin."

'Xweserî projeya ku Colemêrgê bigihîne nasnameya wê'

Çalli diyar kir ku xebata xweseriya demokratîk projeya ku bajaran bigihîne nasname û cewhera wan û wiha domand: "Proje projeya Colemêrgê bigihîne nasnameya wê. Cihên navên wan ên bi erebî, ermenî û suryanî wê di bin banê meclîsan de bigihêjin nasname û navên xwe."

(yş)