'Xweserî avakirina civaka nû ye"
'Xweserî ne polîtîkaya nû ya maliyê ye avakirina civaka nû ye"
Kongreya Civaka Demokratîk KCD, sempozyuma "Di Xweseriya Demokratîk de Aborî" bi mijara "Xweserî: Ne polîtîkaya maliyê avakirina civakek nû ye" berdewam kir. Di panelê de Çetîn Gurer, diyar kir ku xweserî bêyî Abdullah Ocalan nayê niqaşkirin û wiha got: "Ji ber ku yê ev proje amade kiriye Ocalan e."
Kongreya Civaka Demokratîk KCD, sempozyuma "Di Xweseriya Demokratîk de Aborî" bi mijara "Xweserî: Ne polîtîka maliyê ye, avakirina civakek nû ye" li salona Yekitiya Odeyên Sinhetkar û Esnafan a Amedê (DESOB) berdewam kir. Di rûniştina îro de Deniz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyin Înan bi rêzgirtinê hatin bibîranîn. Panela ku Yalçın Burkev pêşkêşî dikir, Çetîn Gurer, Demîr Kuçukaydin, Alî Ergîn Demîrhan axaftin kirin. Çetîn Gurer, bi sernavê "Birayê min ê kurd: mirina siyasetê û kuştina zagonê' mijara xwe pêşkêş kir. Gurer, anî ziman ku beyî Abdullah Ocalan xweserî pêk nayê û nayê hiqaşkirin.
Gurer, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê dixwaze nasname û çanda kurdan li gorî xwe bi teşe bike û ji nûve niqaşek din meşandiye. Li aliyê din jî kurd diyar dikin ku êdî ew wêderkirinê û bênasnametiyê qebûl nakin û statuya xwe dixwazin."
Demîr Kuçukaydin jî bibîranina Deniz Gezmiş dest bi axaftina xwe kir û wiha got: "Divê têgeha demokrasiyê ji paşve bê vegotin. Li Ewropayê pêşketina demokrasiyê bi xêra şoreşên berê yên dîrokê pêş ketin." Alî Ergîn Demirhan jî destnîşan kir ku welatên ku bi pergala Neoliberalizmê dihatin meşandin, hêj tam neoliberalîzm têk neçûye. Demîrhan, anî ziman ku her çend Mandela hatiye rêveberiye jî hêj tam pergal nehatiye guhertin.
Panel bi pirs û ersîvan dewam kir.
(mae)